TU DIZANE ÇÎ YE ?
Ji dorhêla Amedê çend heb TIŞTONEK û bersîvên wan.
Cot dike ne ga ye, xwarinê dixwe, birçî nabe. Çi ye? (Triktor)
Kalo tê ji rê, bêndera stirîya li piştê. Çi ye? (Jîjo)
Kumê hûtê tije nûtê. Çi ye? (Hejîr)
Mûyê kara li ser dara. Çi ye? (Kon)
Ne li erd e, ne li ezman e, hêlîna begrewan e. Çi ye? (Teyare)
Odak şûştî, bilbilek tê de rûniştî. Çi ye? (Ziman)
Apê sincik bazda quncik. Çi ye? (Mişk)
Behra şîn e av tê nîne. Çi ye? (Kevz)
Elba mast li guhera rast. Çi ye? (Hîv)
Guloka mû, li çiyê werbû. Çiye? (Mij)
Odak şûştî, rêzek zilam lê rûniştî. Çi ye? (Dev û diran)
Qesra sipî bêderî. Çi ye? (Hêk)
Simê gê tije xwê. Çi ye? (Hinar)
Şiva ter li guher. Çi ye? (Mar)
Li kevir dixim naşkê, li avê dixim dişkê. Çi ye? (Kaxez)
Rêsiya giya, li pişt xaniya. Çi ye? (Qula kurmoriy )
Xişt û mişt,çû li pişta derî rûnişt. Çi ye? (Sivnik)
Vî alî text wî alî text, jê derket kalekî bêbext. Çi ye? (Kûsî)
Xanima ser kursî, dixwe nanê tisî. Çi ye? (Çira)
Hanîka manîka, ferşê ber devê kanîka. Çi ye? (Cemed)
Helheliko melmeliko simbêl tûjo guh beliko. Çiye? (Mişk)
Hespa şê bazda hewşê. Çiye? (Çironek)
Hilindir milindir kur ji bavê bilintir. Çiye? (Dûman)
Hêşin e kilîta wî hesin e. Çiye? (Zebeş)
Ho kilo heft qat cilo. Çi ye? (Pîvaz)
Hûno mûno du qûno. Çi ye? (Bangeran)
Çend heb Gotinên Pêşiyan (Ji her herêmê)
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weşana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weşandin:: 2003-04-29 (5452 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |