Tekoşara Kurd, Leyla Qasim, di 12.05.1974 ê de, bi destê Rejima Baas, hat daleqandin. Şehîd Leyla Qasim, bû remza berxwedêriya Jina Kurd...
Partîya Demokrat a Kurdistan - Xoybun
P D K - XOYBUN
12.05.1974 - 12.05.2013
Ez, li ser navê Malpera ; www.pdk-xoybun.com ê, www.xoybun.com ê û li ser navê Partîya Demokrat a Kurdistan - Xoybun ê, Leyla Qasim, bi Dilekî germ, bibîr tînim. Bi destê Rejima Baas, daliqandina Leyla Qasim û Enfalkirina Kurda şermezar dikim. Leyla Qasim, wekê her Tekoşer û Şehîdên Kurdistanê, nemire û Dilê meda dijî. Şehîdên Kurdistanê, yên berîya vê demê û yên hetanê îro, bi bîr tînim û tevkujînên, li hemberê Kurda, li Kurdistanê û yên li dervayê Kurdistanê buye, hemuyan, Şermezar dikim...
Kurdistanîyên Hêja : Leyla Qasim, di salê 1952'ê de, li Xaneqîn, ji Dayik bu ye... Leyla Qasim, di 12'ê Gulanê 1974'ê li Bexda yê ji alîyê rejima ve bi hovîtî, hat daliqandin... Yek ji wan keçan e ku di dîroka siyasî ya Kurdistanê de wekî pêşeng û qehremana şoreşgêriyê tê nasîn. Leyla Qasim, wekê her Qehremanên Şoreşa Kurdistan ê nemire û di dilê netewa Kurd, da dijî...
Leyla Qasim (z. di salê 1952'ê li Xaneqîn − m. 12'ê gulanê 1974'ê li Bexda) yek ji wan keçan e ku di dîroka siyasî ya Kurdistanê de wekî pêşeng û qehremana şoreşgêriyê tê nasîn.
Leyla Qasim û Cewad Hemewendî :
Leyla Qasim di nav hevalên xwe de ji yekî hez dikir ku navê wî Cewad bû. Ew hertim bi hev re dixebitîn. Leylayê bi hevkariya Cewadî Yekîtiya Qutabî yên Kurdistanê ya di bin serokatiya Adil Muradî da nasîn û wekî endam tevî wan bû û her bi piştgiriya Cewadî, tevî refên pêşmergeyan bû.
Li Zanîngeha Bexdayê evîna Cewad û Leylayê di nava xwîndevanên Kurd û yên din de pêşverûtiya bîr û ramanên Leylayê ji heval û dostên wê re da selmandin (îsbatkirin). Herçend bû Cewad xwendevanê zanîngehê nebû û karkerê karxaneya (fabrîkaya) zeytê bû, wê ew wekî hevalê jiyana paşerojê hilbijartibû. Leylayê bi wan xebatên xwe îspat kir ku di şoreşê de û di civakê de jin dikarin li rex mêran û mil bi milên wan têbikoşin û li doza xwe xwedî derbikevin.
Biryareke dîrokî :
Leyla û Cewad ku xwedî baweriyeke mezin bi doza neteweya xwe bûn, di sala 1974'an de bi hev re gotarek li ser rewşa civakzanistî ya Kurdan nivîsî û li derfetekê digeriyan ku gotara xwe biweşînin û di nava gelê de belav bikin. Lê destpêkirina şerî ji nû ve û girtina wan bû sedema hindê ku gotara wan ji aliyê sîxurên Beesê ve hat wenda kirin. Piştî xebata salên dijwar û giran di 11'ê Adara sala 1970'an de, piştî danûstandinên dûr û dirêj di navbera serokkomarê Iraqê û nemir Mele Mistefayê Barzanî de, di çarçoveya Iraqê de otonomî ji Kurdên Kurdistana Başur re hat diyarkirin. Rewşa şerî û aştiya di nava Partî Demokratî Kurdistan û komara Iraqê de heya Îlona sala 1974'an domand.
Di wê serdemê de Amerîkayê jî hevkariya serhildana kurdan dikir, lê mixabin dema ku bi rastî pêdvî bi hevkariyê hebû, dewleta Emrîkayê ew bi tenê hiştin û destûr da jandarmê xwe yê rojhilata navîn Mehmed Reza Şahê Pehlevî ku ji bo şikandina şoreşa Kurdan hevkariya Beesiyan bikin.
Piştî wê, dema ku Emrîkayê û rejîma Îranê destê xwe ji piştgiriya Kurdan berdan, rejîma Iraqê dijberî Kurdan şereke giran û hovane destpêkir û ji nişkan ve di civakê de pir tevlihevî çêbûn. Malbatên Kurdan ji Bexdayê hatin derxistin û rewşa siyasî ya Kurdan roj bi roj xirabtir dibû. Li Bexdayê endamên Îstixbarata dewletê bi sedan xwendevan û Kurdên niştîmanperwer girtin û rewşek tijî tirs ji azadîxwazên Kurd û Ereb re afirand. Herwiha, li Kurdistanê jî bi dehan gund hatin wêrankirin û di 24ê Nîsana sala 1974'an dd bajarê Qeladizê jî bi giranî hat bombebaran kirin ku di encamê de çend xwendevanên Kurd jî şehîd bûn.
Piştî vê yekê, Beesiyan êrişî ser bajarê Helebçeyê kir û gelek kesên sivîl û bêguneh hatin kuştin û birîndar kirin. Li hemberî van hovîtiyên rejîma Iraqê, gelek xwendevan û sivîlan ji Bexdad û bajarên din yên Iraqê xwe gihandin çiyayên Kurdistanê û tevlî hêzên pêşmergeyan bûn. Lê Leyla Qasim û Cewadê Hemewendî di wê baweriyê de bûn ku divê xebat ne tenê li çiyayên Kurdistanê, belkî xebata herî giran, pêwîst e di nava cergê dijmin de û bi taybetî jî li bajarê Bexdayê bê domandin.
Di roja 28ê Nîsana sala 1974'an de (28.04.1974) Leyla û çar hevalên wê Hesen Heme Reşîd, Nerîman Fuad, Azad Silêman Mîran û Cewad Hemewendî hatin girtin û rejîma Bexdayê di Rojnameya Elsewre organa fermî ya dewletê û di radiyo û televîzyona xwe de ew girtî wekî terorîst û dijminên dewleta Iraqê bi xelkî û raya giştiya cîhanê re dan nasîn.
Leyla û hevalên wê di girtîgehê de rastî şikence û azareke pir mezin bûn. Herçend biçûktirîn tawan li ser wan nehat îspatkirin jî, lê rejîma Iraqê ji bo tirsandina Kurdan û bi taybetî çîna rewşenbîr ku piştgirî ya doza xwe ya neteweyî dikir, di demeka kurt de (bi qasî 14-15 rojan) bi pêkanîna dadgeheke formalîte her pênc ciwanên Kurd bi îdamê mehkum kirin.
Taybetmendiyên Leyla Qasimê û gotina dawiyê :
Li gor dîtina ew kesên ku ji nêz ve Leylayê dinasiyan û ew dîtine, Leyla keçeke netirs, zîrek, axaftin xweş, esmer, bejin bilind û şirîn bû û di karê rêkxistinê û hizbayetiyê de jî bi dîsîplîn û rêkûpêkî wezîfeyên xwe encam dida. Wê di çaxê ku di bin çavdêriya îstixbarata dewletê de bû jî bi cesaret bersiva pirsyarên karbidestên dewletê dida û di dagehê de li rûyê hakimê Beesî nêrî û bi dengekî bilind wiha jê re got:
Min bikujin, lê vê rastiyê jî bizanin ku bi kuştina min bi hezaran Kurd dê ji xewa giran şiyar bibin. Ez pir kêfxweş im ku bi serfirazî û di rêya azadiya Kurdistanê de canê xwe feda dikim.
Karbidestên îstixbarata dewleta Iraqê dizanî ku eger keçeke wiha xwedîbawerî zindî bimaba dê bandoreke mezin li ser bîr û rayên xwendevanên Kurd û Ereb pêkanîba. Ji bona wê jî di demeke kin de bi lez û bez doza wê û çar hevalên wê bi dawî anîn û di roja 12ê Gulana 1974'an de, di saet 7'ê berê sibê de Leyla Qasim û hevalên wê îdam kirin.
Leyla Qasim herçend bi fîzîkî û ruhî gelek hatibû şikence kirin, lê ji bo ku dilê dostan şa û dilê dagîrkerên welatê xwe biêşîne, bi rûyekî xweş û kena li ser lêvan ber bi darê îdamê meşiya. Di deqîqeyên dawiyê de wê nehişt ku çavên wê bigirin û heta destên wê jî girê biden. wê bi xwîndina marşa netweyî ya Kurdî (Ey Reqîb) baweriya xwe ya bêdawî ji bo doza Kurdistan ji herkesî re da selmandin.
Piştî şehîdkirina wan, Selamê birayê wê jî li Bexdayê ji aliyê Beesiyan ve hat şehîdkirin. Guneha Selam tenê ew bû ko wêneyê Leylayê gehandibû destê xwendevanên Kurd ko li Ewrûpayê dixwînd û endamên YQK bûn.
Beesiyan ji Leylayê daxwazkir ko bi nivîsîna nameyekê ji bo serokkomarê Iraqê daxwaza lêborînê ji dewleta Beesiyan bikit û bi vî rengî poşmaniya xwe ji wan ra diyar bikit. Leylaya Qasimî bi nêrîneka hişik û tifa ko avêtî ser û rûyê generalên Beesî, wiha bersiva wan da:
Ger ko ez ji karekî jiyana vê cîhanê poşiman bibim ew e ko ez zû dimirim bêy ko bikaribim demeka dirêj ji gelê xwe ra xebatê bikim û eger qirar be daxwaza lêborînê ji kesekî bikim, ez daxwaza lêborînê ji gelê Kurd dikim. Ji ber ku di rastiyê de, min ji bo doz û pirsgirêka neteweya xwe kêm xebat kirye.
Şehîdkirina Leyla Qasim :
Şehîd kirina Leyla Qasim û hevalên wê bû sedem ku gelek ciwan bi taybetî hevalên wê yên xwendevan û rewşenbîr tevî nava refên pêşmergeyan bibin û ji bo domandina rêya şehîdên Kurdistanê xwe gehandin çiyayên Kurdistanê. Bi vî awayî Leyla Qasim bû pêşenga jinên şoreşger û sembola jinên Kurd. Gelê Kurd li hemî perçeyên Kurdistanê Leyla Qasim wekî qehremaneke neteweyî dibînin. Li sala 1974ê dema ku Leyla hat şehîdkirin, li seranserî Kurdistana mezin bi hezaran dayikên Kurd navê Leylayê ji zarokên xwe yên keç re hibijartin.
Piştî salên dûr û dirêj rêya Leyla Qasimê bi şêweyekê berfirehtir ji aliyê keç û jinên Kurd ve hat domandin. Belê pêr Besêya Dêrsimê û Exteraxana Loristanê, duh Margirêt Govergîs û Leylaya Qasimî ya serbilind û netirs û îro jî Zîlan, Binefş, Bêrîtan, Mizgîn, Zekiye, Rehşan, Bêrîvan, Ronahî, Leyla Zana û bi hezaran şêrekeçên çeleng û qehreman li ser rêya Leylayê dimeşin.
Ramanên Leyla Qasim :
Li gor dîtina Leyla Qasim çewsdandina jina Kurd tenê di çarçovveya zulm û zordariya mêrê Kurd de bi sînor nebû, belkî wê ji bo guherandineke giştî xebat dikir.
Di vê barê de Leya got:
Şêweya guherandinê di nava civata Kurdistanê de hewcedara guherandineke siyasî, civakî û aborî ye û eger gelê Kurd mafê xwe yê siyasî û hiqûqî nestîne, mafê jina Kurd jî dê hertim bê binpêkirin.
Leylaya Qasim di nav helbest û stranên Kurdî de:
Gelek helbestvan û stranbêjan qala qehremaniya Leylayê kiriye û li ser wê helbest û kilam nivîsî ne. Seyda Hêmin Mûkryanî, helbestvanê neteweyî yê çaxê komara Demokratîka Kurdistanê (bi soranî) li ser qehremaniya Leylayê wiha dibêje:
Ke to toray le çawim wek xewî min Le biskit reştire mangeşewî min Biro Mecnûn be Leylay xot menaze Ke nawbangî pitir derkird ewî min Bizey hatê, witî celadî xiwêrî! Be keyfî xot petit bawêje estom Ewe pet niye mîdalî îftixare Ke bûme qaremanî mîlletî xom.
Herwiha, Seyda Cigerxwîn di helbesteke xwe de bi xembarî li ser şehîdbûna Leylayê wiha dibêje:
Leyla keça Mît û Meda Canê xwe da di ber me da Bijîn heçî ko canfîda Xweş bin ji te jar û geda Leyla çiraxa şevreş e Wê rû li Kurdan kir geş e Kuştin bi me Kurdan xweş e Zordarî êdî nameş e! Leyla bijî, sed aferîn Ji bo me bûye ol û dîn Dîsa li min der bûn birîn Heta ciger min bûye xwîn!
Seyda Şêrko Bêkes, Tîrêj û gelek helbestvanên Ereb yên mîna Udunîs di helbestên xwe de behsa canfedayiya Leyla Qasim dikin. Tê gotin ku hinek helbestvanên Filistînî jî behsa qehremaniyên Leylayê kirine.
Herwiha, hunermendên Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê bi stran û awazên xwe canfedayiya Leylayê bi bîr tînin:
Hunermendên navdar Şehrîbana Kurdî, Ciwan Haco, Bengîn, Heme Ceza û M. Mamlê helbestên helbestnavnên Kurd ku derheqê Leylayê da vehûnandine bi awazên xweş stirandine.
Emê, bi avakirina Kurdistan a mezin, dagirkerên Kurdistan ê, ji ser axa Kurdistan ê, bavêjin der û dawî li Saltanat û Heytehola wan bînin. Emê, komarên wan, hilşînin û desthilatîyên wanên gemar, bikin tarîtî ya dîrokê...
Xuşk û Bira yên Hêja !
Ji boy aşîtîya Cîhanê, hewceye em, dawî li şeş devletên îro, -Tirkiye, 2-Îran, 3-İraq û Kuweyt ê, 4-Surîye, 5-Azarbeycan û 6-Lûbnanê '', bînin, Çend Welatên Gelên Arî lê dijîn tevê Nexşê Kurdistan ê bikin û wekê Împaratorî ya Medya yê, Kurdistan mezin, çê bikin. Û paşê jî, emê Kurdistana Piroz, bikin Kele ya Demokrasî yê...
Di vî pirojê da, Nexişê Kurdistana mezin, digîhî je, Ewropa yê. Hewceye, her Kurdên, bi xîret û mêrxas, beşdarê, ramana, Kurdistan a mezin be.
Em hêvînin, partî û rêxistinên Kurdistan ê, dest bavêjin, piroje ya Kurdistanek Federe, ya wekê Almanya yê. Ango, li her pênc perçeyên Kurdistan ê rista ( sîstema ) Federe, pêk were. Dibê Kurd, bi dagirkerên Kurdistan ê ra ne, Kurd, bi hevra, devletek Federal, pêk bîne.
Em hêvînin, zaravayên Kurdî, Loranî, Goranî, Soranî, Kurmancî, Hewramî, Zazakî û hwd, di Kurdistanek Federe da xurt û geş bive...
Kurdistanîyên Hêja :
Alî Cahît Kiraç : Kurdistanîyen hêja, werin, beşardarê PDK-XOYBUN ê bin, em, bi hevra, Kurdistana Mezin, avakin û ruhê Şêhîdên Kurdistanê, şad bikin...
• Ez, li ser navê Malpera ; www.pdk-xoybun.com ê, www.xoybun.com ê û li ser navê Partîya Demokrat a Kurdistan - Xoybun ê, bang li kevneşopên PDK ya 1965 ê û bang li kesên Kurdistanî dikim, beşdarê PDK-XOYBUN ê bin, em bi hevra, axa Kurdistana pîroz rizgar bikin...
• Dubare, bang li kevneşopên PDK ya 1965 ê û li her kesên Welatparêz û Kurdistanî dikim, bi endamtî, beşardarê PDK - XOYBUN'ê bin, Partîya xwa ya PDK ê, xurt û zindî bikin. PDK - XOYBUN, berdewama PDK ya 1965'a ye û dixwaze, bi zindîbuna PDK ê ra, bi avakirina Kurdistana mezin, ruhê Şehîdên Kurdistan ê, şad bike...
• Ez hêvîmim, partî û rêxistinên Kurdistan ê, dest bavêjin, piroje ya Kurdistanek Federe, ya wekê Almanya yê. Ango, li her perçe'yên (Herem'ên) Kurdistan ê, rista ( sîstema ) Federe, pêk were. Dibê Kurd, bi dagirkerên Kurdistan ê ra ne, Kurd, bi hevra, devletek Federal, pêk bîne.
• Disa, hêvîmim, zaravayên Kurdî, Loranî, Goranî, Soranî, Kurmancî, Hewramî, Zazakî û hwd, di Kurdistanek Yekgirtî û Federe da, xurt û geş, bive...
• Ez amademe, bi welatên Emperyal ra, Peymanek pêk bînim... Di vî peymanê da, 200 sal, berjewendîya welatên Emperyal, hebe û Kurdistan jî, heta hetayê, azad be...
• Eger, welaten Emperyal, ji bo avakirina, Kurdistana Mezin, alîkarî bide me, wê demê, emê jî, 200 sal, qezenca, ser-erd ê û bin-erd ê, Kurdistanê, ji % 50 yê, bidin wan, welatên hevkarên xwe û emê, 200 sal, Lula Neftê jî, ji wan, welatên hevkarên xwe ra, vekin... Emê, ji bo parastina Kurdistanê, ji Artêşa Kurdistanê ra, 80 Mîlyon, Dabançe, Tifing'ên herê Moderin, Rokêt'ên, Antî-Panzer û Fûze'yên, Antî-Tîyare û hwd, ji wan, welatên hevkarên xwe, bikirin...
Kengê Kurdekî Were Kuştin, Hun Jî Sê Zarokan Çêkin ! . .
Gelê Xuşk û birayên Kurd, neyarên Kurda û dagirkerên Kurdistanê bi sed salane, Bira, Bav, û Xuşkên me Kurda bi şiklên curbecur dikujin. Dibê em dev ji tolhildanê bernedin. Ango hewceye em mafên xwayê Tol Hildanê bikar bînin.
Gelê Xuşk û birayên Kurd, dema neyarên Kurda û dagirkerên Kurdistanê, Kurdekî kuşt, hun jî bi cengawerî tol hilanîn ( heyf hilanîn ) bigirin.
Gelê Xuşk û birayên Kurd, kengê Kurdekî bi destê neyarên netewa Kurd were kuştin, hun jî, di şuna wî kesê şehîd da, sê zarokan çêkin !...
Gelê Xuşk û birayên Kurd, dema hun nu dizewicin, an cêvî an jî sêber zarok bînin dinê !...
Gelê birayên Kurdên li Kurdistan ê û Kurdên li seranserê Cîhanê, hetanê sala 2113 yê, ango hetanê sed salê kî, bi kêmasî, sê an jî çar Jin bînin, ango sê caran an jî çar caran bizewicin, bila jimara Kurda, li Kurdistanê û li seranserê cîhanê, zêde be. Dakû em, bikaribin, li hemberê dagirkerên Kurdistan ê, xwe biparezin û em li hemberê Teknolojî ya îro wenda nebin !...
Yarê bixun e sitranê dîlanê.
Dilê min birîn e lê dilovanê.
Min dil da te bejn zirava halanê.
Hey endam bi vejînî wer e xoybun.
Ji çîya û deşt nalin tê ax yarê.
Boy te dilê min jan da birîndarê.
Li warê me derman gulê baharê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Mezra botan warê mîr û mîrekê.
Mem got, em nevin çîroka dîrokê.
Tarîya zîndan ronîk e jîrekê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Kanê mezra botan xwazil bi berê.
Mem çubu warê Zîna evîndarê.
Fesadê wan bu sebebê kederê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Sê Ehmed û Xecê çu ser zozanê.
Wekê kevok bu li çîyay Sîpanê.
Xezal xun berda ser bejn û fîstanê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Zarok roda çu ji ber şîpa avê.
Hilanîy e dengê şîna dêw bavê.
Bîr anî Helepçê dil bu wek şevê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Neyar hat boy qirkirina Dêrsim ê.
Hovîtî kirin li Muş û Amed ê.
Xun rijandin li Zîlan û Qoçgîr ê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Boy Kurdistan li ber gule baran ê .
Hunandîy e vejînî û xoybun ê.
Boy Partî Demokrat a Kurdistan ê.
Hey endam bi vejînî wer e xoybun.
Hezar salê, Dagirkerên Kurdistan ê, Bav û Kalê me, bi şiklên Curbe-cur kuştine. Dema em, Kurdistana mezin, çê nekin, ewên hîna, Hezar salên din jî, me û Zarokên me, bi şiklên Curbe-cur, bikujin. Divê em, dawî li şeş devletên îro, ''1-Tirkiye, 2-Îran, 3-İraq û Kuweyt ê, 4-Surîye, 5-Azarbeycan û 6-Lûbnanê '', bînin Çend Welatên Gelên Arî lê dijîn, tevê Nexşê Kurdistan ê bikin û wekê Împaratorî ya Medya yê, Kurdistan mezin, çê bikin. Û paşê jî, emê Kurdistana Piroz, bikin Kele ya Demokrasî yê...
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weşana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne.