26.11.1993 - 20.11.2012, Şewket Epozdemir; di 26. 11. 1993 da û Seat di Sisêyê şevê da, li Tetwanê, ji alî kujerê terorîstên Tirkan va hat şehîdkirin. Şewket Epozdemir, nemire û wekê her Tekoşerê Kurd, di dilê meda dijî.
Partîya Demokrat a Kurdistan - Xoybun
P D K - XOYBUN
1943 - 26.11.1993 — 26.11.2012
Ez, li ser navê Malpera ; www.pdk-xoybun.com ê, www.xoybun.com ê û li ser navê Partîya Demokrat a Kurdistan - Xoybun ê, Roja 26.11.1993 de, Kuştina, Parêzer Şewket Epozdemir, şermezar dikim... Şehîdên vê demê, Şehîdên Kurdistanê, yên berîya vê demê û yên hetanê îro, bi bîr tînim û tevkujînên li Kurdistanê buye, Şermezar dikim...
Kurdistanîyên Hêja : Parêzer ( Avukat ) Şewket Epozdemir; Rewşembîr û Neteweperwerê Kurd bu. Şewket Epozdemir; di 1943 da ji dayik bu. Şewket Epozdemir, di 26.11.1993 da li Tetwanê ji alî kujerê terorîstên Tirkan va hat şehîdkirin. Şewket Epozdemir, wekê her Tekoşerê Kurd, nemire û di dilê netewa Kurd da dijî.. Qehremanên Şoreşa Kurdistan ê Nemir in ! ...
Min çar Şewket naskirin, an bi çar Şewketan ra dostanî, hevaltî û birayetî danî. Her çar jî şehîdin, her- çar jî egîdin, mêrxasin, xwenasin û rêçenasên welat û miletê xwe nin. Van herçar hêjayan ez dikarim waha rêz bikim :
1 - Abûqat Şewket Epözdemir
2 - Bînbaşî Şewket Tûran
3 - Wezîrê Encûmenê Wezîran Şewket Şêx Yezdîn
4 - Ekonomîst Şewket Akalin
Şewket Epözdemir brayê min bû. Li mintîqa Zirkan Nehya Minar di sala 1943 da hate dinê. Sereta li Minar xwend. 1955 ê bejdarê dibîstana Mamostan ya Erxanê/ Dîyarbekir kû bi navê "Dicle Öğretmen Okulu" bû kir. Piştî Enstîtû ya Dîyarbekir ya Mamostayên Nawendî qedand û di sala 1964 ê da li Lîsa Amedê kû Zîya Gökalp Lîsesî bû cîh girt û dersên edebîyatê da.
Şewket sala 1965 ê bû endam û berpirsyarê Koma Herêmî ya Partî Demoqrata Kurdistana Tirkî yê. Sala 1968 ê kû Operasyona TKDP yê li dar ket, Şewket ji Amedê Sirgûnê Sorguna Yozgatê kirin û ewî bîryar da kû hiqûq bixwînê da kû serbest bikarê xizmeta miletê xwe bik e.
Sala 1976 ê bi Ebûqatî û hat li Tetwan ofîsa xwe vekir û bû parêze.
Ji vê salê heya kû 26 ê heyva 11 an 1993 siet sisêyê şevê ji terefê hêzên dewleta tarîva hat qetilkirin yek sanîyeyêk xwe ji xizmeta gelê kurd neda paş.
Bînbaşî Şewket Tûran, bi 49 an ra min naskir lê sala 1965 an min wî dît û dostanîyêk xwurt di neqeba me da ava bû. Li Amedê ez wê demê di postexanê da memûr bûm. Ez û Seîd Elçî kû ne xeletbim di sala 1965 an da bihevra çûn Batmanê û dor berê Sêrtê me endamîya wîya kû serbest ketîbû helbijardinê destek kir û Seîd ji bo Kekê Şewket li Batmanê gotarêkê dirêj anî ziman. Seîd Elçî bi rastî xetîbêkê bê emsal bû.
Şewket Tûran hemî heyata xwe di ber milet û welatê xwe da xerc kir.Sala 1977 ê li xerîbîye çû dilovanîya heq. Niha tirba wî li Hesenkêfê li ser rê ye û zîyaretgah e bo hemî welatperweran.
Wezîrê Serekwezîran, an Wezîrê Encûmenê Wezîran Şewket Şêx Yezdîn, Cîgirê Serekwezîrê Hikûmeta Fiderala Herêmîya Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî bû. Di sala 1956 an li Sovyetîstanê hatîbû dinê, nîvîskar, ekonomîst û dewletsaz bû. Sala 2001 ê min Şêx Yezdîn naskir. Birêz Şêx Yezdîn bi rastî stûna hikûmeta pîroza kurdan bû û piştî kû min bi destên wîyên nazîk û mibarek girt û Cejna wî ya Qurbana Yekê Sibata 2004 an pîrozkir, min bi eşq û xweşhalî henbêz kir, pirsa halê min û şolê min kir û deqîqeyêk şunda şerbeta şehadetê vexwar.
Şewket Aqalin jî ekonomîst bû. Li Şirnex hatîbû dinê. Li Amedê xwedîyê şerîka Botan bû. Bezîrganêk navneteweyî bû. Xarîcîyecî û dîplomat bû. Zana û welatperwer bû. Wî dixwesta di delavê tîcaretê da xizmetên giring bik e. Şewket Aqalinê rehmetî digo; "-kû ez bikarîbim Amed û Hewlêr bi rîya tîcaretê bînim ba hev bese û ev yek miradê min yê herê giringe."
Şewket Aqalin roja Yekê Sibatê li Hewlêrê hat cejna min pîroz kir. Ew û Midûrê Plansaza Wezareta Darayyî Newzad Receb Botanî bûn. Em li gel hev çûne Cejna Leqa didûyan û ev herdû kes jî li gel wan hevalên hêjayên wek Sad Ebdillah, Şewket Şêx Yezdîn, Samî Ebdirehman, Mehmûd Xalo, Ekrem Mentîq, Mehdî Xweşnav û nêzî 80 kesên dewletsaz, sîyasetvan, teknoqrat û parêzvan gihan karwanên şehîdan û ez ji herdû Şewketên ezîz dû metir ne dûr bûm.
Van herçar Şewketan û herçar şehîdan li Tetwan û Heskîf û Amed û Barzan cîyên xwe girtin e. Herçaran jî keç û kurên hêja li peyî xwe hiştin e.
Herçar jî Şehîdên ezîz û bi nav û dengîn. Şewket Bînbaşi herçend kû bi rehma xwedê wefat kirîbe jî, ewî hîç atlebûn bi xebata xwe ya millî nekir û ne li welatê xwe, li xerîbîyê ço dilovanîyê.
Bê guman herçar jî di nava nûra Yezdanda û li ceneta rengînda nin..
KİLAMA ŞEHÎDÊ TETWANê
Lo lo Brayo.. Lo .çirayo.. Çira mala babê min tefîyayo...
Ezîzê dilê mino zivistana vê Serhedê lo lo pir dijwar e...
Di vê şevê, şevtarîyê dewleta zalim Şewketê
bira ji bermalê revandî ye...
Ez nizanim gelo girtî ye..An kuştî ye..An jî birîndare...
Vê şevê şîn û girîn ketîye mala babê min brayoo...
Bi têl û telefonan li Enqera şewitî, li nasan û dostan ez digerim..
Bi hêvî yû bi gilî yû bi hawar e...
Şev dirêjin sibe nayê wey birayo...
Me ne sebr e, ne tebat e lo ne seqar e...
De gelî Tetwanîyan... Norşênî û Hîzanîyan...
Şewketê bira parêze bû... Mêrê tengîyan bû...
Gava li we dibû teng û tarî bo we ew bû delîl û çar e...
Xwedêyo, Rebîyo.. Çi zor û zehmete kû miletêk bindest bi...
Weka kerîyên pezên bê şivan û parêzvan...
Bikevin binê hikmê lo gurên hare....
De rabe, ezîzê mala babê mıno rabe...
Dost û heval û hogir û malbata te xemgînin lo bê te nabe...
* * *
Şehîdim.. Keko ez şehîdê Tetwanim...
Babê Serdar û Serhed û Şîlanim...
Xwenasim.. Bawermend û xwendevanim..
Parêzeme.. Mamoste û sîyasetvanim...
Serokê Depê û Mafê Merîvan im...
Xwedîyê yazde xwîşk û bira û bi sedan xwarz
û biraz û Mamoza nim...
Ez ji neferêk ji neferên rêbaza rizgarîya lo me kurdan im...
* * *
Lo lo birayo...
Ezîzê dilan sibeye lo vê sibekê wezê nizanim lo kuda herim...
De wezê ji Enqerê heya bajarê Bedlîsê li mebûsan,
li wezîran, li walîyan lo her digerim...
Birayê min winda ye ez xemgînim,
bi kul û bi hesret û bi kederim...
Destê min destê binê kevir e, bê Çar û bê neferim...
Babê qelsim lo brayo...
Bê tac û text û bê dewlet û bê artêş û bê leşkerim...
Şehîdim.. Keko ez şehîdê Tetwanim...
Babê Serdar û Serhed û Şîlanim...
Xwenasim.. Bawermend û xwendevanim..
Parêzeme.. Mamoste û sîyasetvanim...
Serokê Depê û Mafê Merîvan im...
Xwedîyê yazde xwîşk û bira û
bi sedan xwarz û biraz û Mamoza nim...
Ez ji neferêk ji neferên rê baza rizgarîya lo lo me kurdan im...
* * *
Lo lo brayo.. Sibe ye li me hatî dana nîvro lo ber êvar e...
Cendekê babê Şîlan avêtin e deşta Rehwa,
li Textelû lo lo li ser befra sar eee...
Ji vêderê hildane avêtine nexweşxana bajarê Bedlîsê...
Dibêjin xweda giran be, ev cenaze ne nas e
û ji xwînxaran lo ne dîyar ee...
Dê ka bêje birayoo...
Gava ez hatim ser laşê birayê xwe û min egala
Filistînî ji ser ruyên te hilanî...
De ka bêje ev derdê giran çi dijware û çi xeddar e...
De heyfa min li tû heyfê nayê, heyfa min tê,
Kû dijmin bi hezaran ronekbîrên kurdan kuştin,
lê ne xwedî û ne gazî û ne hewar eee...
De rabe, ezîzê mala babê mıno rabe...
Dost û heval û hogir û malbata te xemgînin lo bê te nabe...
* * *
Şehîdim.. Keko ez şehîdê Tetwanim...
Babê Serdar û Serhed û Şîlanim...
Xwenasim.. Bawermend û xwendevanim..
Parêzeme.. Mamoste û sîyasetvanim...
Serokê Depê û Mafê Merîvan im...
Xwedîyê yazde xwîşk û bira û bi sedan xwarz
û biraz û Mamoza nim...
Ez ji neferêk ji neferên rêbaza rizgarîya lo me kurdan im...
* * *
Lo lo brayo.. Cenazeyê birayê minê ezîz vê şevê şuştin danîn e
Mizgevta Mezin lo ya Tetwanê...
Li alîyêk şîn û girîn ketîye nava qîz û bûkan,
li alêk din dengê qiraeta lo vê qranêê...
Ev dewleta zalim li serserê me kombûn e..
Dibên ferman hatîye ji Enqerê...
Wê hun cenazeyê Şewket veşêrin vê şevêê.. Lo lo brayo...
Vê tarî û taristan û befr û baran û lo vê mijê vê moranê...
De rabe, ezîzê mala babê mıno rabe...
Dost û heval û hogir û malbata te xemgînin lo bê te nabe...
* * *
Şehîdim.. Keko ez şehîdê Tetwanim...
Babê Serdar û Serhed û Şîlanim...
Xwenasim.. Bawermend û xwendevanim..
Parêzeme.. Mamoste û sîyasetvanim...
Serokê Depê û Mafê Merîvan im...
Xwedîyê yazde xwîşk û bira û bi sedan xwarz
û biraz û Mamoza nim...
Ez ji neferêk ji neferên rê baza rizgarîya lo me kurdan im...
* * *
De rabe, ezîzê mala babê mino rabe...
Dost û heval û hogir û malbata te xemgînin lo bê te nabe...
.....
Têbinî : Bo 12 Sal borîna Şahadeta Şehîdê Tetwan û birayê minê ezîz, Mamosta, Hiquqnas û merivperverê hêja Şewket Epözdemir min vê kilamê nivisand.
Ez hêvîdarim kû Dengbêjên Kurdan bi avazên xwe yên xweş vê kilamê ji hemî Kurdan ra bikin mal. Lewra ev kilam kilama hemî Kurdistanîyane û drama welatê meyê bindest e. Ez bawerim wê ruhê hemî Şehîdan bi vê kilamê geş bibî.
Emê, bi avakirina Kurdistan a mezin, dagirkerên Kurdistan ê, ji ser axa Kurdistan ê, bavêjin der û dawî li Saltanat û Heytehola wan bînin. Emê, komarên wan, hilşînin û desthilatîyên wanên gemar, bikin tarîtî ya dîrokê...
Xuşk û Bira yên Hêja !
Ji boy aşîtîya Cîhanê, hewceye em, dawî li şeş devletên îro, -Tirkiye, 2-Îran, 3-İraq û Kuweyt ê, 4-Surîye, 5-Azarbeycan û 6-Lûbnanê '', bînin, Çend Welatên Gelên Arî lê dijîn tevê Nexşê Kurdistan ê bikin û wekê Împaratorî ya Medya yê, Kurdistan mezin, çê bikin. Û paşê jî, emê Kurdistana Piroz, bikin Kele ya Demokrasî yê...
Di vî pirojê da, Nexişê Kurdistana mezin, digîhî je, Ewropa yê. Hewceye, her Kurdên, bi xîret û mêrxas, beşdarê, ramana, Kurdistan a mezin be.
Em hêvînin, partî û rêxistinên Kurdistan ê, dest bavêjin, piroje ya Kurdistanek Federe, ya wekê Almanya yê. Ango, li her pênc perçeyên Kurdistan ê rista ( sîstema ) Federe, pêk were. Dibê Kurd, bi dagirkerên Kurdistan ê ra ne, Kurd, bi hevra, devletek Federal, pêk bîne.
Em hêvînin, zaravayên Kurdî, Loranî, Goranî, Soranî, Kurmancî, Hewramî, Zazakî û hwd, di Kurdistanek Federe da xurt û geş bive...
Kurdistanîyên Hêja :
Alî Cahît Kiraç : Kurdistanîyen hêja, werin, beşardarê PDK-XOYBUN ê bin, em, bi hevra, Kurdistana Mezin, avakin û ruhê Şêhîdên Kurdistanê, şad bikin...
• Ez, li ser navê Malpera ; www.pdk-xoybun.com ê, www.xoybun.com ê û li ser navê Partîya Demokrat a Kurdistan - Xoybun ê, bang li kevneşopên PDK ya 1965 ê û bang li kesên Kurdistanî dikim, beşdarê PDK-XOYBUN ê bin, em bi hevra, axa Kurdistana pîroz rizgar bikin...
• Dubare, bang li kevneşopên PDK ya 1965 ê û li her kesên Welatparêz û Kurdistanî dikim, bi endamtî, beşardarê PDK - XOYBUN'ê bin, Partîya xwa ya PDK ê, xurt û zindî bikin. PDK - XOYBUN, berdewama PDK ya 1965'a ye û dixwaze, bi zindîbuna PDK ê ra, bi avakirina Kurdistana mezin, ruhê Şehîdên Kurdistan ê, şad bike...
• Ez hêvîmim, partî û rêxistinên Kurdistan ê, dest bavêjin, piroje ya Kurdistanek Federe, ya wekê Almanya yê. Ango, li her perçe'yên (Herem'ên) Kurdistan ê, rista ( sîstema ) Federe, pêk were. Dibê Kurd, bi dagirkerên Kurdistan ê ra ne, Kurd, bi hevra, devletek Federal, pêk bîne.
• Disa, hêvîmim, zaravayên Kurdî, Loranî, Goranî, Soranî, Kurmancî, Hewramî, Zazakî û hwd, di Kurdistanek Yekgirtî û Federe da, xurt û geş, bive...
• Ez amademe, bi welatên Emperyal ra, Peymanek pêk bînim... Di vî peymanê da, 200 sal, berjewendîya welatên Emperyal, hebe û Kurdistan jî, heta hetayê, azad be...
• Eger, welaten Emperyal, ji bo avakirina, Kurdistana Mezin, alîkarî bide me, wê demê, emê jî, 200 sal, qezenca, ser-erd ê û bin-erd ê, Kurdistanê, ji % 50 yê, bidin wan, welatên hevkarên xwe û emê, 200 sal, Lula Neftê jî, ji wan, welatên hevkarên xwe ra, vekin... Emê, ji bo parastina Kurdistanê, ji Artêşa Kurdistanê ra, 80 Mîlyon, Dabançe, Tifing'ên herê Moderin, Rokêt'ên, Antî-Panzer û Fûze'yên, Antî-Tîyare û hwd, ji wan, welatên hevkarên xwe, bikirin...
Kengê Kurdekî Were Kuştin, Hun Jî Sê Zarokan Çêkin ! . .
Gelê Xuşk û birayên Kurd, neyarên Kurda û dagirkerên Kurdistanê bi sed salane, Bira, Bav, û Xuşkên me Kurda bi şiklên curbecur dikujin. Dibê em dev ji tolhildanê bernedin. Ango hewceye em mafên xwayê Tol Hildanê bikar bînin.
Gelê Xuşk û birayên Kurd, dema neyarên Kurda û dagirkerên Kurdistanê, Kurdekî kuşt, hun jî bi cengawerî tol hilanîn ( heyf hilanîn ) bigirin.
Gelê Xuşk û birayên Kurd, kengê Kurdekî bi destê neyarên netewa Kurd were kuştin, hun jî, di şuna wî kesê şehîd da, sê zarokan çêkin !...
Gelê Xuşk û birayên Kurd, dema hun nu dizewicin, an cêvî an jî sêber zarok bînin dinê !...
Gelê birayên Kurdên li Kurdistan ê û Kurdên li seranserê Cîhanê, hetanê sala 2113 yê, ango hetanê sed salê kî, bi kêmasî, sê an jî çar Jin bînin, ango sê caran an jî çar caran bizewicin, bila jimara Kurda, li Kurdistanê û li seranserê cîhanê, zêde be. Dakû em, bikaribin, li hemberê dagirkerên Kurdistan ê, xwe biparezin û em li hemberê Teknolojî ya îro wenda nebin !...
Yarê bixun e sitranê dîlanê.
Dilê min birîn e lê dilovanê.
Min dil da te bejn zirava halanê.
Hey endam bi vejînî wer e xoybun.
Ji çîya û deşt nalin tê ax yarê.
Boy te dilê min jan da birîndarê.
Li warê me derman gulê baharê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Mezra botan warê mîr û mîrekê.
Mem got, em nevin çîroka dîrokê.
Tarîya zîndan ronîk e jîrekê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Kanê mezra botan xwazil bi berê.
Mem çubu warê Zîna evîndarê.
Fesadê wan bu sebebê kederê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Sê Ehmed û Xecê çu ser zozanê.
Wekê kevok bu li çîyay Sîpanê.
Xezal xun berda ser bejn û fîstanê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Zarok roda çu ji ber şîpa avê.
Hilanîy e dengê şîna dêw bavê.
Bîr anî Helepçê dil bu wek şevê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Neyar hat boy qirkirina Dêrsim ê.
Hovîtî kirin li Muş û Amed ê.
Xun rijandin li Zîlan û Qoçgîr ê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Boy Kurdistan li ber gule baran ê .
Hunandîy e vejînî û xoybun ê.
Boy Partî Demokrat a Kurdistan ê.
Hey endam bi vejînî wer e xoybun.
Hezar salê, Dagirkerên Kurdistan ê, Bav û Kalê me, bi şiklên Curbe-cur kuştine. Dema em, Kurdistana mezin, çê nekin, ewên hîna, Hezar salên din jî, me û Zarokên me, bi şiklên Curbe-cur, bikujin. Divê em, dawî li şeş devletên îro, ''1-Tirkiye, 2-Îran, 3-İraq û Kuweyt ê, 4-Surîye, 5-Azarbeycan û 6-Lûbnanê '', bînin Çend Welatên Gelên Arî lê dijîn, tevê Nexşê Kurdistan ê bikin û wekê Împaratorî ya Medya yê, Kurdistan mezin, çê bikin. Û paşê jî, emê Kurdistana Piroz, bikin Kele ya Demokrasî yê...
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weşana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne.