Ehmedź Xanī, ( 1651-1707 )
Ehmedź Xanī, ( 1651-1707 )
Tablo ji alī hunermendź kurd
Qulīxanź Memed hatiye ēźkirin.
Ehmedź Xanī žairź kurdan yź netewī ye. Xanī di sala 1651 da li navēa Hekkariya hatiye dinź, di sala 1707 da li Bazīdź wefat kirīye.
Berī Ehmedź Xanī hozanźn wek Elī Herīrī, Baba Tahirź Hemedanī, Melayź Cizīrī, Feqiyź Teyran bi zimanź kurdī berhemźn hźja afrandibūn, ango Xanī ne kesź yekemīn e ku bi kurdī helbest nivīsandine, lź ferqa wī ji wan žairźn berī xwe ew e ku wī doza azadiya gelź kurd wek mijara sereke daye ber xwe.
Berhema wī ya manzūm "Mem ū Zīn" wek sertaca edebiyata kurdī ya klasīk tź pejirandin. Ew ji bo gelź kurd būye ēavkaniyeke netewi ya giranbiha. Xanī ji bo afrandina nasnama netewī, ji bo bilindkirina ala yekitī ū azadiya kurdan ev berhem nivīsandiye.
Herēend ew dastan-ēīrokeke evīnī be jī, hozanź mezin xwestiye bi riya wź ēīrokź fikir ū ramanźn xwe, daxwaz ū pźžniyazźn xwe pźkźžī gelź xwe bike.
Bilī "Mem ū Zīn" du berhemźn wī yźn din jī hene, "Nūbar" (Nūbahara Biēūkan) ū "Eqīda īmanź".Wek tź zanīn Nūbar ferhengoka kurdī ya pźžīn e, wi ji bo zarokan nivīsandiye.
"Ez mame di hikmeta Xwedź da,
Kurmanc di dewleta dinź da,
A ya bi ēi wechī mane mehrūm
Bilcumle ji bo ēi būne mehkūm?"
* * *
Kurmanc ne pir di bź kemal in
Emma yetīm ū bź mecal in,
Fīlcmle ne cahil ū nezan in
Belkī sefīl ū bź xudan in.
Ger dź hebūya me jī xudanek
Ąlī-keremek, letīfedanek,
Ģlm ū huner ū kemal ū iz“an
Ži“r ū xezel ū kitab ū dīwan
Ev cins bibūya li ba wī me“mūl
Ev neqd bibūya li ba wī meqbūl,
Min dź `elema kelamź mewzūn
`Alī bikira li banź gerdūn
Bi navź ruhź Melź Cizīrī
Pź hej bikira `Elī Herīrī
Keyfek we bida Feqihź teyran
Hetta bi ebed bimayī heyran.
Ehmedź Xanī
Nivīsa li ser kevirekī gora Xanī
Tirba Ehmedź Xanī, li Bazīdź
Mafź Kopīkirin &kopībike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd ū Kurdistanź daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyźn Aborī ū Avakirin, Pirojeyźn Cand ū Huner, Lźkolīna Dīroka Kurdistanź, Perwerdeya Zimanź Kurdī, Perwerdeya Zanīn ū Sīyasī, Wežana Malper ū TV yźn Kurdistane. Tev maf parastī ne. Wežandin:: 2003-04-25 (6549 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |