24.07.1923 - 24.07.2012, Her Bimiri Peymana Lozan ! Her Bijî Kurdistana Mezin !
Partîya Demokrat a Kurdistan - Xoybun
P D K - XOYBUN
24.07.1923 — 24.07.2012
Ez, li ser navê Malpera ; www.pdk-xoybun.com ê, www.xoybun.com ê û li ser navê Partîya Demokrat a Kurdistan - Xoybun ê, di 24.07.1923 de, roja reş, ya bi navê, Peymana Lozanê, şermezar dikim... Ez hêvîmim welatên Emperyal, carekî din, li ser welatê Kurda, bi netewên dinra, peymanên qirêj, çê nekin... Ez amademe, bi welatên Emperyal ra, Peymanek pêk bînim... Di vî peymanê da, 200 sal, berjewendîya welatên Emperyal, hebe û Kurdistan jî, heta hetayê, azad be...
Ez hêvîmim, partî û rêxistinên Kurdistan ê, dest bavêjin, piroje ya Kurdistanek Federe, ya wekê Almanya yê. Ango, li her perçeyên Kurdistan ê bi rista ( sîstema ) Federe, pêk were. Dibê Kurd, bi dagirkerên Kurdistan ê ra ne, Kurd, bi hevra, devletek Federal, pêk bîne û em birayên xweyên Arî jî di Kurdistana Federal da hemêz bikin...
Xuşk û Bira yên Hêja !
Hezar salê, Dagirkerên Kurdistan ê, Bav û Kalê me, bi şiklên Curbe-cur kuştine. Dema em, Kurdistana mezin, çê nekin, ewên hîna, Hezar salên din jî, me û Zarokên me, bi şiklên Curbe-cur, bikujin. Divê em, dawî li şeş devletên îro, ''1-Tirkiye, 2-Îran, 3-İraq û Kuweyt ê, 4-Surîye, 5-Azarbeycan û 6-Lûbnanê '', bînin Çend Welatên Gelên Arî lê dijîn, tevê Nexşê Kurdistan ê bikin û wekê Împaratorî ya Medya yê, Kurdistan mezin, çê bikin. Û paşê jî, emê Kurdistana Piroz, bikin Kele ya Demokrasî yê...
Ez hêvîmim, zaravayên Kurdî, Loranî, Goranî, Soranî, Kurmancî, Hewramî, Zazakî û hwd, di Kurdistanek Federe da xurt û geş bive...
Gelê xuşk û birayên Kurd, bi armanca Kurdistanêk Yekgirtî, Serbixwa, Demokrat û Azad, ji xebatêra amade bin.
Kengê Kurdekî Were Kuştin, Hun Jî Sê Zarokan Çêkin ! . .
Gelê Xuşk û birayên Kurd, neyarên Kurda û dagirkerên Kurdistanê bi sed salane, Bira, Bav, û Xuşkên me Kurda bi şiklên curbecur dikujin. Dibê em dev ji tolhildanê bernedin. Ango hewceye em mafên xwayê Tol Hildanê bikar bînin.
Gelê Xuşk û birayên Kurd, dema neyarên Kurda û dagirkerên Kurdistanê, Kurdekî kuşt, hun jî bi cengawerî tol hilanîn ( heyf hilanîn ) bigirin.
Gelê Xuşk û birayên Kurd, kengê Kurdekî bi destê neyarên netewa Kurd were kuştin, hun jî, di şuna wî kesê şehîd da, sê zarokan çêkin !...
Gelê Xuşk û birayên Kurd, dema hun nu dizewicin, an cêvî an jî sêber zarok bînin dinê !...
Gelê birayên Kurdên li Kurdistan ê û Kurdên li seranserê Cîhanê, hetanê sala 2113 yê, ango hetanê sed salê kî, bi kêmasî, sê an jî çar Jin bînin, ango sê caran an jî çar caran bizewicin, bila jimara Kurda, li Kurdistanê û li seranserê cîhanê, zêde be. Dakû em, bikaribin, li hemberê dagirkerên Kurdistan ê, xwe biparezin û em li hemberê Teknolojî ya îro wenda nebin !...
Yarê bixun e sitranê dîlanê.
Dilê min birîn e lê dilovanê.
Min dil da te bejn zirava halanê.
Hey endam bi vejînî wer e xoybun.
Ji çîya û deşt nalin tê ax yarê.
Boy te dilê min jan da birîndarê.
Li warê me derman gulê baharê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Mezra botan warê mîr û mîrekê.
Mem got, em nevin çîroka dîrokê.
Tarîya zîndan ronîk e jîrekê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Kanê mezra botan xwazil bi berê.
Mem çubu warê Zîna evîndarê.
Fesadê wan bu sebebê kederê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Sê Ehmed û Xecê çu ser zozanê.
Wekê kevok bu li çîyay Sîpanê.
Xezal xun berda ser bejn û fîstanê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Zarok roda çu ji ber şîpa avê.
Hilanîy e dengê şîna dêw bavê.
Bîr anî Helepçê dil bu wek şevê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Neyar hat boy qirkirina Dêrsim ê.
Hovîtî kirin li Muş û Amed ê.
Xun rijandin li Zîlan û Qoçgîr ê.
Hey endam bi vejînî ver e xoybun.
Boy Kurdistan li ber gule baran ê .
Hunandîy e vejînî û xoybun ê.
Boy Partî Demokrat a Kurdistan ê.
Hey endam bi vejînî wer e xoybun.
Hezar salê, Dagirkerên Kurdistan ê, Bav û Kalê me, bi şiklên Curbe-cur kuştine. Dema em, Kurdistana mezin, çê nekin, ewên hîna, Hezar salên din jî, me û Zarokên me, bi şiklên Curbe-cur, bikujin. Divê em, dawî li şeş devletên îro, ''1-Tirkiye, 2-Îran, 3-İraq û Kuweyt ê, 4-Surîye, 5-Azarbeycan û 6-Lûbnanê '', bînin Çend Welatên Gelên Arî lê dijîn, tevê Nexşê Kurdistan ê bikin û wekê Împaratorî ya Medya yê, Kurdistan mezin, çê bikin. Û paşê jî, emê Kurdistana Piroz, bikin Kele ya Demokrasî yê...
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weşana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne.