04-05.07.1966 / 04-05.07.2012, Faîk Bûcak, Nayê Ji Bîrkirin û Di Dilê Meda Dijî !
Partîya Demokrat a Kurdistan - Xoybun
P D K - XOYBUN
Sîverek, Gund ê Xedrayê, 1919 / 04 - 05. 07. 1966 / 04 - 05. 07. 2012
Ez, li ser navê Malpera ; www.pdk-xoybun.com ê, www.xoybun.com ê û li ser navê Partîya Demokrat a Kurdistan - Xoybun ê, Roja 04-05.07.1966 de, Þehîdkirina, Faîk Bûcak, þermezar dikim... Þehîdên Kurdistanê, yên berîya vê demê û yên hetanê îro, bi bîr tînim û tevkujînên li Kurdistanê buye, Þermezar dikim...
Sîyasetmedar û ronekbîrê Kurd birêzanên dilovan Fehmî Bîlal, Mustafa Remzî Bûcak, Zîya Þerefxanoxlu, Dervîþ Akgül, Þakîr Hepozdemîr, Omer Turhan û Faîk Bûcak 11 tîrmeha 1965 an de PDKT damezirandin. Û nemir Faîk Bûcak serokê giþtîya partîyê wek sekreterê netewî hat hilbijartin. Heta dema 21 ê tebaxa 1965 da ji vana hinek kes bun endamê qomîteya nawendî û hinek kesjî alîkarîya partîyê kirin. Hinek kesên endam jî nexwastin navên wan eþkera be.
Sekreterê gîþtî ya Partiya Demokrat a Kurdistan Tirkiye yê, ê yekem, Faîk Bûcak 4 ê tîrmeha 1966 an de di navbera Hîlwan û Sêwêregê de, dan ber Gulebarênê, ango ew ji alîyê Kontir - Gerîlayê Tirkiyê hat þehîdkirin. Û ji vê buyerê kurê wî Serhat Bûcak bi birîndarîya giran filitî.
Ji damezirandina PDKT yê virda gelek buyer me kiriye xemgînîya û me astengîyên mezin derbas kiriye.
Lê PDK – XOYBUN destpê kirîye ku wê prosesa 65 a, ya wî welatparêzî destpêkirî berhev bike û geþ û xurt bike.
Bîranîna þehîdê gornbehîþt Faîk Bûcak, wê hertim di proxramên PDK – XOYBUN de bicî bibe û wê her tim bê bibîranîn ...
Bijî Kurdistanek Yekgirtî, Serbixwe, Demokrat û Azad .
Faîk Bûcak, ne tenê siyasetmedar bû. Helbestvan jî bû. Di hemû helbestên xwe de bang li xort û keçên Kurd dikir. Hêviya wî xort bûn. Helbesta xwe ya navdar “Sonda Mirinê“ ji bo xorten ku canê xwe yê ezîz ji bo welat feda dikin, li zîndanan jiyana xwe ji dest didin nivîsandi bû.
Faîk Bûcak, dema ku helbestên xwe dinivîsand wê demê þert û îmkanên îro weke îro tune bûn. Mirov nikarîbû tiþtên nivîsandî bi xwe re bigerîne. Faîk Bûcak helbestên xwe êvarê bi dost û hevalên xwe didan jiberkirin û digot ”qîza xalê min, van helbestan baþ jiber bike, rojekê ku ez canê xwe ji dest bidim bela ev helbest wenda nebin. Berî þehadeta wî dostekî helbestên wî bi dengê wî di kasêtekê de tomar kiribûn.
Hezar salê, Dagirkerên Kurdistan ê, Bav û Kalê me, bi þiklên Curbe-cur kuþtine. Dema em, Kurdistana mezin, çê nekin, ewên hîna, Hezar salên din jî, me û Zarokên me, bi þiklên Curbe-cur, bikujin. Divê em, dawî li þeþ devletên îro, ''1-Tirkiye, 2-Îran, 3-Ýraq û Kuweyt ê, 4-Surîye, 5-Azarbeycan û 6-Lûbnanê '', bînin Çend Welatên Gelên Arî lê dijîn, tevê Nexþê Kurdistan ê bikin û wekê Împaratorî ya Medya yê, Kurdistan mezin, çê bikin. Û paþê jî, emê Kurdistana Piroz, bikin Kele ya Demokrasî yê...
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne.