Bi xêr hatin ser PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
         
                Kurdish   |   Turkish   |   Engilsh  |   German

Menu
  • Rûpela Serî
  • Nivîskarên Xoybunê
  • Nivîskarên Mêvan
  • Dîrok û Kurd
  • Nexiþê Kurdistanê
  • Belavok Lêgerîn
  • Cand û Huner
  • Helbestên Gel
  • Forum
  • Ankêt
  • Nuce
  • Album
  • Slayd Show
  • Muzîka Kurdî - 1
  • Muzîka Kurdî - 2
  • Kovara Xebat Vejîn
  • Kovara Xoybun
  • Pelgeyên bi Kurdî
  • Perwerdeya Siyasî
  • Malperên Kurdan
  • Li ser me
  • Arsiva Nûceyan
  • Nivîs & Nûçe Biþîne
  • Game-Cilîp- Listik
  • Game - 36KurdishTV

  • Nivîskar

    Ali Cahit Kirac

    Belavok
  • Belavokên Me
  • PDK- ARSIV
  • Belavokên We
  • Arþiva Xoybunê
  • Arþiva Niviskaran
  • Niviskarên Derkirî

  • Helbest
  • Ehmedê Xanî
  • E. Xanî - Memozîn
  • Mela Ahmedê Cizîrî
  • Dîwana Melayê Cizîrî
  • Feqîyê Teyra
  • Celadet Elî Bedirxan
  • Cîgerxwîn
  • Ciwanê Abdal
  • Osman Sebrî
  • Alî Cahît Kiraç
  • Feqîr Ehmed
  • Ahîn Zozanî
  • Abdullah Karabag
  • Alî Kolo
  • Armanc Nerwey
  • Aydin Coþun
  • Aydin Orak
  • Agir Abad
  • Bihrî Bênij
  • Dildar Îsmail
  • Ezîz Xemcivîn
  • Fethî Gezneyî
  • Felemez Akad
  • Hemreþ Reþo
  • Hîwa Qasim
  • Hindirîn Gullî
  • Hekîm Xêlexî
  • Hejarê Kurd
  • Hekîm Xêlexî
  • Husên M. Hebeþ
  • Amade Dive !!!!
  • Leyla Þemmo
  • Kiyaksar Temir
  • Konê Reþ
  • Kovan Sindî
  • Kalê Kurdîsî
  • Mehmed Çobanoxlu
  • Mehdî Mutlu
  • M.Kewê Dilxêrî
  • Mihemed Salih Alî
  • Tê Amadekirin !!!!
  • Navser Botanî
  • Nîhad Temir
  • Royarê Tirbesipîyê
  • Seydayê Dilmeqes
  • Sebrî Botanî
  • Sediq Sindavî
  • Seyid Feysel Mojtevî
  • Þivan Perwer
  • Þengal Osman
  • Seyda yê Arî
  • Îsmet Dax
  • Î. Xelîl Þêxmusoglu
  • FeyzulleKhaznawi
  • Xizan Þîlan
  • Y. Sebri Qamiþlokî
  • Helbestên We
  • Helbest û Stranê We
  • Helbest û Stranê Gel
  • Helbestê Bêperde-1
  • Helbestê Bêperde-2
  • Helbestê Bêperde-3
  • Helbestê Bêperde-4

  • Dîroka Kurdistanê
  • Dîroka Kurd
  • Kronolijî
  • Imp. Med
  • 200 Salê dawî
  • Mervaniyan
  • Cum. Mahabad
  • Serhildanên Kurdan
  • Serokên Kurdan
  • Kerkuk Kurdistane
  • Nasîna Kurdistanê

  • Cand, Huner
  • Pêkenî 1
  • Pêkenî 2
  • Cîrok
  • Bûyerên Dîrokî
  • Gotinên bapîra
  • Tistonek
  • Dîlok
  • Durik
  • Henek
  • Kilîp û Vîdeoyê Kurdî
  • Pirs, Bersîv û Pêken
  • Çand huner û tiþt
  • Xwarinên Kurda
  • Sitran, Def û Zurne
  • Lîztik, Spielen, Game
  • Listikên Zarokan
  • Kincên Kurda
  • Edebîyata Kurdî
  • Zimanê Me
  • Perwerda Ziman
  • Perwerda Civana
  • Perwerda Zarok
  • Zarok
  • Qutîya Muzîkê-3

  • Nivîsên Siyasî
  • Kurdistana Serbixwa
  • Rêzname & Program
  • Projeyan

  • Rojane
  • Serxwesi
  • Biranin
  • Pirozbahi
  • Daxuyani
  • Sirove
  • Lekolin
  • Roj buyîn pîroz be
  • Roportaj
  • Agahdarî
  • Bang - Pêþwazî
  • Daxwaz
  • Xebatên me
  • Wesiyetname
  • Þermezar
  • Þahî û Þabun
  • Þirîgatî - Yekitî
  • Name ( Mektup )
  • Dîtin û Ramanê we
  • Civîn û Semîner
  • Ji Raya Giþtî Re
  • Xonçe, Xwençe

  • Jina Kurd
  • Tekoþina Siyasi
  • Tehdeyîyen Siyasi
  • Tehdeyîyen Civaki
  • Daxwazen We
  • Perwerde
  • Tenduristi

  • OL
  • Ola Êzîdî - Agahdarî
  • Ola Êzîdî - Nasîn
  • Ola Êzîdî - Wêne
  • Ola Zerdeþtî
  • Ola Cihû - Nivîs
  • Ola Cihû - Wêne
  • Îsa Mesîh - Jesus
  • Bibel & Jesus - Film
  • Ola Îslamî - Nivîs
  • Ola Îslam-Mewlud

  • Survey
    Hun dixwazin di vê malperêde zêdetir ci bibînin?

    Sîyaset
    Nûçe, Radyo, TV
    Dîroka Kudistan
    Cand & Huner
    Muzîka Kurdî
    Wêne ( Foto )
    Nivîskarên Kurd
    Zimanê Kurdî
    Pirtûk û Kovar
    Helbestên Kurdî
    Dibistana Kurdî
    Ansîklopedî



    Encama Pirsînê
    Pirsînên me

    Dengdan: 43299
    Nirxandin: 0

    PDK - Slide Show
  • Barzani Slide Show
  • PDK Slide Show 1
  • PDK Slide Show 2
  • PDK Slide Show 3
  • PDK Slide Show 4
  • PDK Slide Show 5
  • PDK Slide Show 6
  • PDK Slide Show 7
  • PDK Slide Show 8
  • PDK Slide Show 9
  • PDK Slide Show 10
  • PDK Slide Show 11

  • Di dirokede iro
    Rojek wek îro...

    Slide Show – Xoybun

    Muzîka Kurdî – 1

  • Muzîka Kurdî - 1

  • Muzîka Kurdî – 2
  • Muzîka Kurdî - 2

  • Photo Gallery–Xoybun

    Foto & Animasyon
  • Nîþana Azadîyê
  • Tekoþîngerên Kurda
  • Wene ( Foto ) - 1
  • Wene ( Foto ) - 2
  • Flaman û Logo
  • Anîmasyon
  • Lîztik-Spielen-Game

  • Projeyên Kurd
  • Projeyên Kurd

  • Lêgerin / Link
  • Malperên Lêgerinê

  • TV'yên Kurdistan ê.
  • Kurdistan TV - Zindî-1
  • Kurdistan TV - Zindî-2
  • Zagros TV - Zindî
  • Kurdistan TV
  • Kurdsat - Zindî - 1
  • Kurdsat - Live
  • Roj - TV - Zindî - 1
  • Roj - TV - Zindî - html
  • Roj - TV - Zindî - swf
  • MMC - TV
  • XOYBUN - TV
  • Þîn Þahî - TV
  • Êzidî - TV / Zindî
  • Malpera Êzidî-TV/Zindî
  • Rojava - TV
  • KNN - TV
  • Rojhelat- TV
  • Zagros - TV
  • Komala - TV
  • Kurd-1 TV - Zindî
  • Tishk - TV
  • Vîn - TV
  • Newroz - TV
  • Zaza TV-Flash-Player
  • Zaza-TV-Media-Player
  • Zaza TV

  • Paltalk Download
  • Paltalk Download

  • Reklam
  • Hunermendên Kurd
  • Karmendên Kurd
  • Kirîna Tiþtan
  • Firotina Tiþtan

  • Radio Xoybun
    Radio Xoybun - Dengê Vejîn ê, Amade Dibe !

    Ansîklopedîya Xoybun
    Ansîklopedîya Xoybun ê A û B, Amade Dibe !

    Partî û Rêxistin


    Medya Kurd, Ereb, Tirk
    Bijî Kurd û Kurdistan
    Malperên Kurdî, Yê
  • Polîtîk-Civak-Huner.

  • _________________

    Bijî Kurd û Kurdistan
  • Medya Erebî

  • _________________

    Bijî Kurd û Kurdistan
  • Medya Tirkî


  • Qutîya Muzîkê-1
  • Qutî ya Muzîkê - 1

  • Zêrzewat ( Sewze )
    Zêrzewat ( Sewze )

    Sazîyên Dijberê Tirka
    Rêxistinên Dijberê Tirka

    Radyo Zindî ( Lîve )
    7 - Radyo yên Zindî

    Qutîya Mizîka Kurdî - 3
    Qutîya Mizîka Kurdî - 4

    Kurdî û Îngîlîzî
  • Perwerde ya Zimanê Kurdî û Îngîlîzî

  • Musa | Cihû | Jewry

     
    Hunermendê Kurd ê Mezin Ehmed Kaya di 16. 11. 2000 da li Parîsê çu ser dilovaniya xwe.





  • Ehmed Kaya, hunermed û neteweperwerê Kurd bu. Ehmed Kaya; di 1957 da li bajarê Meletî yê ji dayik bu û di 16. 11. 2000 da li Parîsê çu ser dilovaniya xwe. Ehmed Kaya; nemire û di dilê netewa Kurd da dijî.. Qehremanên Þoreþa Kurdistan ê Nemir in ! ...
  • Partîya Demokrat a Kurdistan - Xoybun


    P D K - XOYBUN

    1957 / 16. 11. 2000 - 16. 11. 2009


    Ey qehremanên Kurdistanê, Hun Herdem Di Dilê Meda Dijîn.

    Qehremanên Þoreþa Kurdistan ê Nemir in ! ...




    Tekoþîna Þoreþgeran Herdem Dibê, Mirina Koledarî û Terorîzma Dagirkerên Kurdistan ê.

    Bijî Kurdistanek Yekgirtî, Serbixwa. Demokrat û Azad





    Partîya Demokrat a Kurdistan - Xoybun






    Kurdistan Welatê Kurda ye ! Kerkûk Dilê Kurdistanê ye !





    Bimire Dagirkerî ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !



    Piroje ya Kurdistan a Mezin ! Groß Kurdistan Projekt !

    http://www.pdk-xoybun.com
    http://www.xoybun.com
    http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

    Nexþê Kurdistana Mezin ! ( Kurdistan Map )

    Nexþê Kurdistana Mezin ! ( Kurdistan Map )

    Nexþê Kurdistana Mezin ! ( Kurdistan Map )

    Nexþê Kurdistana Mezin ! ( Kurdistan Map )

    Nexþê Kurdistana Mezin ! ( Kurdistan Map )

    Nexþê Kurdistana Mezin ! ( Kurdistan Map )





    * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * *


    Ehmed Kaya

    Eger mirov þert û mercên payîza 1957 an ku Ahmet Kaya ji dayîk bû bide ber çavên xwe, texmîna ku wê ew temenê xwe hemûyî bi payîzan derbas bike, ne zehmet bû.

    Ne bavê wî ye ku di karxaneya qumêþ de karkerî dikir, nêtekê wî yî ku dinyayê biguherîne hebû, ne jî li bajarê ku lê ji dayîk bûbû, li Meletiyê pencereyeke xaniyê wan î mîna kozikekê ku tê re xweþikiyên dinyayê bibînin, hebû. Axa ku li serê hatibû dinê, belkî jî bi her cûre nîmetên xwezayê hatibû xelatkirin, lê wan salan li wê herêma dinyayê tu xweþiyên ku bên dîtin, tune bûn.

    Tirkiyeya ku bi Þerê Cîhanê yê Duwem xizantir bûbû, piþtî bûyîna Ahmet bi sê salan wê bibûya þahidê derba leþkerî ya mezin a pêþîn ji komarê û vir ve û li sêdaran wê serokwezîr û nûnerên xwe bidîta. Komara ciwan a 34 salî li hêviya janên xedar bû.

    Bi hezaran sal e li ser dîn, li ser zêr û ta bi li ser jinan xwîna bi milyonan ji her qewmekî ku li ser erda Anatoliyê hatiye rijandin û êþ daye van erdan, lê dîsa jî wê ev êþ kî dizane heta çend salên din berdewam bikira bi vê derbê.

    Ahmet zarokê pêncem û dawî bû. Bavê wî yekî kurd bû ku ji Semsûrê bo kar bar kiribû Meletiyê, dayîka wî jî yeke tirk bû ku hewl dida zarokên xwe bi namûs û baþ mezin bike. Yanî hinekî diþibiyan kurteya Tirkiyeya wan salan.

    Lihevnekirina Ahmet a bi otorîteyê re hîn gava 4 - 5 salî bû û kuçe nas kir, dest pê kir. Digel ku malbata wî bêdeng û di halê xwe de bû, ew yekî þerkirû çalak bû û nedihate disiplînekirin. Ji bo ku biçe sînemayê carna bîhokên bapîrê xwe difirotin fêkîfiroþ, carna jî li kerê beredayî yê taxê siwar dibû û dibû Kara Muratê lehengê xêzeromana ku di rojnameya herî navdar a wê demê de dihat weþandin, yên nebaþ dida ber þûran.

    Bavê wî yê ku yekem car ew bi eleqeya wî ya muzîka hesiya, hîn Ahmet 6 salî, hema bibêje baxlemeyeke bi qasî qama wî bo xelata rojbûna wî anî malê. Ev baxlemeya ku ji heqê nanê malbatê hatiye kuþtin û pê hatiye kirîn, destpêka bahozekê bû ku wê neyê danîn, helbet malbat ev texmîn nedikir. Te digot qey, parçeyek ji laþê wî kêm bû gava hatibû dinê û piþtî ku ew baxleme hat malê laþê wî temam bû.

    Di nav çend heyvan de bi dengên ku ji baxlemeyê derdixist, malî ji ruhê xwe aciz kirin. Lê li gorî wî belkî jî êdî dema ku derkeve ser dikê hatibû, eger mirov lê guhdar nekin jî wî dê hineke ku lê guhdar bikin illeh bidîta, ev çende eksoyî bû. Konsera xwe ya yekem bo mirîþkên di kozika bêxçe de, da. Em nizanin gelo mirîþk jê kêfxweþ dibûn an na, lê wî demeke dirêj ev konserên belaþ domand. Ji bo sehneya xwe ya rastî ya ewil jî divabû heta 9 saliya xwe bipa.

    Gava temenê wî bû neh, di þevþahiya cejna karkeran de ku karkerên karxaneya ku bavê wî jî lê kar dikir, li dar xistibûn, derket ser dikê. Wê þevê kêfa karkeran pir ji guhdarkirina lê hatibû, kêfa Ahmet jî pir ji karkeran hati bû... Sê sal mabûn ji derba leþkerî ya duwem ku wê dîsa jiyana bi sedhezaran mirovî û karkerî belawela bikira. Wê þevê ne karkerên li wir, ne jî Ahmet bîr nedibirin ku demeke nêzîk cejna karkeran li aliyekî, wê nikarîna peyva karker bi xwe jî bi lêv bikirana.

    Gava Tirkiyeyê bi deh hezaran þagirdên zanîngehê û karker xistin girtîgehan bo tê de birizin, bûyera ku mohra xwe li derba 1970 yî da ew bû ku sê xortên sosyalîst ên nestêle ku li dijî emperyalîzma Amerîkayê bûn, digel tu kes nekuþtibûn û tu kes birîndar nekiribûn, piþtî darizandineke bi lez û bez hatibûn îdamkirin.

    Ahmet 13 salî bû. Xaka Anatoliyê heqê nîmetên ku dabû, dîsa distand. Bi vê atmosfera civakî û siyasî re nifþekî din mezin dibû û hiþê vî nifþî dirûv digirt. Wê ev ne neheqiya ewil bûya ku vî nifþî þahdebûnî lê dikir.

    Ahmet diçû dibistanê û demên xwe yên vala jî ligel dostekî malbata xwe, di dikana kaset-plakfiroþekî de kar dikir. Wan demên ku li vê dikanê kar dikir, derfeta wî çêbû ku gelek cûreyên muzîkê nas bike. Bi taybetî jî yên bala wî dikiþandin ew xort bûn ku dihatin dikanê kasetên Ruhi Su dikirîn û porên wan dirêj û devlingê pantorên wan fireh bûn.

    Piþtî salan di belgefîlmekî de ku jiyana wî nîþan dida, wê bigota ku wê çaxê digote wan "Sucular". Xortên ku Ahmet digote wan, Sucular li hemû dinyayê wekî nifþê 68 an dihate naskirin û nifþek bû ku bihîstiyariya wan acivakî hebû.

    Besteya ku digot, tê bîra min a yekem e jî ji bo xortekî ji van hatibû nivîsandin; yê li ser hatî nivîsandin Baþar Abê bû ku bi minibûseke Wolkswagen dolmîþçîtî dikir û Ahmet bi xwe jî demekê li balê kar kiribû. Ahmetê ku gelekî pê êþiya gava rojekê li nava kuçeyê polis hatin ew birin, rabû besteya xwe ya ewil nivîsand ku wiha dest pê dikir "Ezê Wolkswagenekê bikirim, navê wê bikim Baþar". Helbet nizanîbû ku ev beste wê bibe destpêka repertuareke bi sedan stranî.

    Malbat, piþtî ku bavê Ahmet teqawît dibe û mehaneya ku digire têrî wan nake, bi hêviya ku karekî nû bibînin û ji bo zarokan dahatûyeke baþtir ava bikin, biryarê digire ku Meletiyê terk bikin û barî Stenbolê bikin. Dem, li Tirkiyeyê hemûyî dema koçberiyê ye. Bi sedan otobûs û qemyon ji Rojhilat bo bajarên Rojavayê, bi taybetî jî bo Stenbolê hêviyan bar dike. Her roj bi hezaran zarokên biçûk, mîna ku Ahmet jî wan rojan pê dihesiya, bi tirs û xofa ku bajarê mezin xistibû dilê wan, dijiyan.

    Ahmet deryaya ku cara pêþîn dibîne mîna çemekî mezin hesibandi bû, ji ber ku li ser koliyên alavên wan "Meletî" hatibû nivîsandin hîn ji roja pêþîn ve fêm kiribû ku hatibûn bajarekî ku lê biçûk tên dîtin, hîn roja pêþîn digel ku bi eynî zimanî dipeyivîn, ji ber ku devoka wî cuda bû, ferq kiribû ku ew bi xwe "Yê din" e. Vê "cudahiyê", kesên ku ji bilî keda waan pê ve tiþtekî wan tuneye ku winda bikin, her diçû tenê dihiþt û ev yek jî ber bi hêrseke bêçare di dil de kom dibû.

    Her ku roavayê Tirkiyeyê wekî nifûs zêde dibû, cudahiya di navbera beþên civakê de jî zêdetir dibû, kombûnên siyasî bêhtir ji hev dûr diketin û welat roj bi roj ji rojhilat ta bi rojava hîn bêhtir tevlîhev dibû.

    Ji zanîngehan her roj xeberên mirinê dihatin û bêkarî û aboriya ku roj bi roj xerab dibû, þêniyên ku xwe diavêtin kuçeyan diafirand. Ahmet êdî divabû dev ji dibistanê berde û ji bo ku alîkariya malbatê bike, karekî bike. Êdî derve li ber çavên wî tiþtekî din bû.

    Jiyana derve bi awayekî din nas dikir edî. Pir dihesidî ciwanên Stenbolê ku qîz û xort bi hev re digeriyan lê pê dihesiya ku ger mîna wan li xwe bike wê lê neyê û ji ber vê pir xemgîn dibû. Ne dikare çanda ku pê mezin bûye, bi temamî dev jê berde û ne jî dikare Stenbolê bike Meletî.

    Wan salan di gellek karan de kar dike û dev jê berdide. Li bazarê þportakariyê dike, li ber destê gellek kesan kar dike lê dîsa jî dev ji baxlemeya xwe bernade. Bi muzîkê radibe û bi muzîkê rûdine. Û helbet rewþa ku welat tê de çawa tesîrê li ruhiyeta wî dike, wiha tesîrê li muzîka whi jî dike.

    Piþtî ku Ahmet dev ji dibistanê berdide û dest bi kar dike, jiyana derve bêhtir nas dikir lê vê naskirinê hiþtibû ku di dilê wî de birîneke din vebe. Xwestibû ku konservatuarê bixwîne lê êdî piþtî vê yekê ev ne mumkin xuya dikir. Ji bo ku hêviya xwe winda neke, biryarê digire ku lîseyê ji derve biqedîne. Ev salên herî bi lerz ên Ahmet bûn ku bi erdlerza di dilê wî de hatibûn pê.

    Dijberiya civakî ya ku ber bi nîvê salên 1970 yî bi pêþ ve diçû, demarekî ku tê de bigere nedidît û di nav vê kiþwera nediyar de yek ji yên ku herî serma xwaribû jî Ahmetê ku haya wî ji van hemûyan hebû û bi wê heyecana xwe ya di wî temenî de li cîhanê dinihêrî, bû.

    Digel ku nizanî bû wê çi biqewime, mîna ku piþtî salan wî bi xwe jî dê bigota; beste çêdikirin, bi hewldana pereqezenckirinê bi awayekî bêhêvî li kuçeyan digeriya. Wan deman, rojeke ku pir nebextewar û hêvîþikestî bû, ketibû nav daweteke ku di ber re derbas bûbû û qet yên wir nas nedikirin, mîna dînan ketibû nava yên direqisin û çavên wî bi girî reqisîbû; bi salan wî dê ev bûyer ji bîr nekira û di gelek sohbetan de wê behs bikira.

    Xortên ku bêçareyiyê, derbederiyê, biçûkdîtin û xizaniyê ew gihandibûn hev, bi hemû armancên xwe û hewldana ku jiyanê biguherînin, di her warî de bi rêxistin dibûn. Mîna hemû hevalên xwe yên þoreþger wî jî êdî dest bi çûna Komeleya Halk Bilimleri dikir û tevî xebatên çandî yên wir dibû.

    Helbet li wir jî baxlemeya wî ji destê wî neket. Hîn di rojên ewil de ecêb hatibû dîtin baxlemelêdana Ahmet. Ji ber ku bi serê xwe fêr bûbû li gorî tu qayde yan jî rêbazê nediçû. Wê demê diçe konsereke Ruhi Suyê ku bengiyê wî bû li Zanîngeha Boðaziçiyê û piþtî konserê bi awayekî xwe digihîne cem Mamoste. Dixwaze nîþanî bide ku besteyên Ruhi Su ew bi xwe çawa þirove dike.

    Ji berhemên Mamoste Ruhi yên ku herî tê naskirin, strana "Mahsus Mahal" lêdide. Mamoste hîn di nîvê stranê de baxlemeyê ji destê Ahmet digire û bi hêrs dibêjiyê, "Wilo mîna ku tu þer bikî li baxlemeyê nayê xistin, mirov bi baxlemeyê bi hev naçe, bi baxlemeyê mirov meþkê dike."

    Ahmet serê xwe ditewîne û ji wir derdikeve. Helbet Ahmet wê li ser a xwe bûya. Gotinên Mamoste bêhtir wî tûj dikin, ew heta wê rojê li pey tiþtên nehatî ceribandin e her. Ji ber ku besteyên wî jî ne di qalibekî ku tê zanîn de bû, ecêb dihat dîtin.

    Tevî hevalên xwe yên Komeleya Halk Bilimleri bo pêþkêþkirina konser û reqsê diçin gelek bajarên Tirkiyeyê. Ahmetê ku ji aliyekî ve di van "Þevþahiyên Þoreþgerî" de bi aþiq û hunermendên wê demê re derdiket ser sehneyê û bi hêrs li baxlemeya xwe dida û sirûdên þoreþgerî û stran digotin, ji aliyê din ve jî bi hemû hestiyariya xwe di nava gel de, bi armanca ku bibe bersiv ji daxwazên wan ên jiyaneweyî û rasteqînî re, piþtgiriya wan dikir.

    Piþtî Erdlerza Wanê di nav xortên þoreþger ên ku bi qemyonan alav dabûn hev û çûbûn cem erdlerzedeyan de Ahmet jî hebû ku wî jî di piþtgiriya pêkanîna taxeke þevniþînî de cî girtibû.

    Di pîrozkirina cejna karkeran a 1 ê Gulana 1977 an a li Meydana Taksimê, di gullebaranê de ku îro jî hîn diyar nebûye ka ji aliyê kê ve hatiye kirin, hevalên li cem Ahmet hatin kuþtin. Her çend bi fereke sola xwe ji wê derê bi silametî rizgar bibûya jî êþa ewil a kuþtina hevalên xwe jiya. Paþê gava afîþeke naveroka wê masûm didaleqand, dihat girtin û êdî hîsa li "hundir" bûnê jî dijiya.

    Gava þêniyên dijber û bi hêrs, di nav xirecir û amadekariyê de bûn ku ji bo xwe "dahatû" yekê ava bikin, Ahmet ji derve lîse diqedand û diket Beþa Kemanê ya Enstîtûya Perwedehiyê. Vê pêleyê li Komeleya Halk Bilimleri keçeke bi navê Emine nas dike, pir derbas nebûyî di ser naskirina wan re ev du ciwanên ku xwe nêzîkî hev dibînin, biryarê didin ku bizewicin. Bi destgîrî ( dergistî ) dibin.

    Lê wezîfeyeke her xortekî Tirk heye berî têkeve nav karûbarê dinyayê. Leþkerî. Sala 1978 an ku Ahmet 21 salî bû, perwerdehiya kemanê nîvco û destgîriya xwe li pey xwe hiþt û ji bo 18 mehan çû leþkeriyê.

    Leþkeriya wî derdikeve Geliboluyê. Di demeke kurt de eleqe û qabiliyeta xwe ya li ser muzîkê nîþanî qumandanên xwe dide û dikeve orkestra Orduevi ( Artêþxane ) de. Temamê leþkeriya xwe wekî endamê joker ê orkestrê derbas dike. Pêwendiya xwe bi gelek amûrên muzîkê re bi pêþ dixe. Di serê xwe de motîfên roavayî ku bi kemanê tevî muzîka ku bi baxlemeyê çêkiriye, kiriye, bi çelloya ku li leþkeriyê ji mecbûrî lêdixist bêhtir bi pêþ ve diçe.

    Li vegera leþkeriyê hîn porê wî dirêj nebûbû derba sêyem û ya herî mezin a Tirkiyeyê û jiyana Ahmet ji niþka ve tê. Sibeha 12 ê Îlonê Tirkiye bi sirûdên leþkerî þiyar dibe. Temamê kabîneyê û Serokomar digirin û wan diavêjin girtîgehê. Li kuçeyan nêçîrek dest pê dike.

    Gelek hevalên Ahmet jî digirin û wan dibin cihên ku tu kes pê nizane, ji yên çûyî tu kes nikare saloxekê hilîne. Ji ber ku beriya leþkeriyê çend caran ji ber daleqandina afîþan ew girtibûn û ji ber pêwendiya wî ya bi Komeleya Halk Bilimleri re, difikire ku eynî aqibet bê serê wî bi xwe jî û rojên tirsnak derbas dike. Paletên tangan di ser Tirkiyeyê re derbas dibin.

    Li gorî texmînên îro ji ber sedemên cur be cur 600.000 kes tê girtin, bi hezaran kes di þikenceyê de jiyana xwe ji dest dide û bi hezaran kes jî bi riya qaçaxî direve derveyî welêt û penaber dibe. Ahmet nayê girtin lê tikîtenê dimîne, hemû hevalên wî, hema bibêje kê nas dike yan ketiye girtîgehê yan jî li cîne ku nayê zanîn e.

    Sala 1981 ê janeke din a mezin bo Ahmet tîne. Meha Nîsanê, bavê wî yê ku Ahmet di jiyanê de herî qedr û qîmetê wî digirt, bavê wî yê ku tenê wî bi rastî jî baweriya xwe bi muzîka Ahmet dianî, diçe rehmetê. Ahmet bêyî ku kes wî bibîne, radije baxlemeya ewil a ku bavê wî jê re kirîbû û bi rojan li kuçeyan digirî.

    Ahmet û Emineya ku êdî hînî jiyana di nava derbê de dibûn, dizewicin. Ahmet dixwaze muzîkê bike û yên di dilê xwe de vebêje û dengê xwe bigihîne dostên xwe yên di girtîgehan de lê êdî maleke wî ya ku divabe debara wê jî bike, heye. Lewre piþtî demekê di Tebaxa 1982 an de keçeke wan tê dinê. Navê wê dikin Çiðdem.

    Ahmet radije baxlemeya xwe û straneke dinivîse, di strana xwe de ji Çiðdem re dibêje ku li xerabiya vê dinyaya ku lê çêbûye negirî û dibêjiyê ku hêvîdar be ji vê jiyanê : "Megrî dergûþa min, tu jî megrî, hêvî bi te re ye, dahatû bi te re... Pir li dûr ciyekî wiha heye, li wir þadî û jiyanek heye ku amade ye bo parvekirinê..."

    Piþtî demeke kurt ji ber ku Ahmet li pey derxistina kasethe bû û tu pere qezenc nedikir ji bo debara malê, Emine dikeve xema dahatûya xwe û rojeke bêxeber bi destê Çiðdem jî digire û malê diterkîne, paþê jî hev berdidin. Careke din Ahmet û baxlemeya xwe, li kuçeyan tikîtenê ne.

    Sala 1984 an Ahmet stranên wî di berîka wî de bi israr diçe devhe deriyên þirketên muzîkê. Êdî stran jî Ahmet jî westiyane. Ji ber ku stranên wî naþibin tu cureyên din ên muzîkê û ji ber naveroka wan a civakî tu þirket newêre xwe bide ber çêkirina albuma wî. Lêbelê hin bi hin navê Ahmet û stranên wî li ser zimanan digerin êdî.

    Bi alîkariya çend hevalên xwe li kafeyeke li Beyoðluyê konserekê pêk tîne, navê konserê jî dike "Baxleme wiha jî tê lêxistin !", bi vî navî bersivê dide wan gotinên Ruhi Su ku jê re kiribûn.

    Li ser ku vê konserê ji ya texmîn kiribûn zêdetir bal kiþand, bi pereyên ku ji vê konserê hatî û bi piþtgiriya dayîka wî û hevalên wî yekser diçe Beyoðluyê, Studyoya Deðiþim a Sezer Baðcan. Wê albuma xwe ew bi xwe çêbike. Sezer Baðcan pir ji vî xortê bi daxwaz û xwedî stranên cuda hez dike û dest bi albumê dikin. Stranên wî bo wê demê pir xeternak in.

    Dev ji belavkirina wê berdin, dibe ku guhdarkirina li wan jî bibûya sûc û girtîgeh bihata holê lê Ahmet wiha dibêje : "Kar tuneye, em li kuçeyan birçî digerin, ez hatim terkkirin, dergûþa min nîþanî min nadin, hevalhen min hemû jî jixwe di girtîgehê de ne, ezê stranên xwe bibêjim û biçim cem hevalên xwe"...

    Lêbelê mîna ku Ahmet jî wê paþê li xwe mikur bihata, dixwest ku têkeve girtîgehê lê nedixwest ku pir tê de bimîne. Digel ewqas stranên rexneyî, straneke anonîm jî dixe albumê ku ev stran behsa lehengiya artêþa Tirk a di Þerê Rizgariyê de dike... Wê serî tevlihev bibin !

    Album di demeke kurt û di nav þertên giran de diqede. Ji ber ku albumeke qediyayî digel ku neyê firotin jî wê zêde zerareke ticarî neyîne, ne zehmet bû ji bo ku Ahmet þirketekê bibîne.
    Meha Nîsanê, sala 1985 an bi navê "Aðlama Bebeðim" ku navê strana ku ji bo Çiðdem nivîsandibû, album tê belavkirin. Di pey vê re jî li Þanê ku yek ji navdartirîn salonên wê demê ye, bi tena serê xwe konserekê dide û salon bêyî ku ew çende texmîn bikin, bi serî ve tê dagirtin. Albuma "Aðlama Bebeðim" nû tê belavkirin, berhev dibe û Ahmet dixin nezaretê.
    Dadgeha ewil, dadger li ser gotinên di strana wî ya "Aðlama Bebeðim" de radiweste ku wiha ye : "Pir li dûr ciyekî wiha heye, li wir þadî û bextewerî heye."
    Ji Ahmet dipirsin ku ew der ku der in ! Darizandin zêde dirhej nake û belkî jî ji ber wê strana lehengiyê ku serî tevlihev kiriye, album serbest dibe dîsa. Þirket û Ahmet îlaneke didin rojnameyê ku firotina albumê serbest e.

    Îlana ku bi van gotinan belav dibe, "Albuma Ahmet Kaya ya bi navê Aðlama Bebeðim ku hatibû qedexekirin, bi biryara dadgehê êdî serbest e", dihêle ku eleqeya bo albumê zêdetir bibe. Bi rengekî ecêb album pêþîn li girtîgehan, paþê jî li derve pir balhe dikþîne. Ahmet bi albuma xwe bûye dengê bi sedhezaran mehkûmî û malbatên wan êdî.

    Yên 1980 yî ketine girtîgehê êdî hêdî hêdî jê derdikevin. Bo albuma duwem Ahmet dîsa dikeve studyoya Deðiþim. Sezer Baðcanê xwediyê studyoya Deðiþimê, birayê mezin ê Selda Baðcan e ku ew bi xwe hunermendeke navdar e û Selda jî bi derbê re demekê li Girtîgeha Metrîsê girtî maye. Gava Selda di girtîgehê de ye, hevaltiyeke wê ya nêzîk bi keçekê ji yên wir re pêk tê. Ev keç, Gülten Hayaloðlu, piþtî ku 4 salan girtî dimîne derdikeve û li ser daxwaza Selda tê li studyoya Deðiþimê kar dike.

    Dema tomarkirina albuma duwem, Ahmet û Gülten derfeta ku dûr û dirêj sohbet bikin, dikeve dest wan û piþthi van sohbetên dirêj hevaltiyeke wan a xurt pêk tê, lewre her du jî bi heman hestan li dinyayê dinihêrin. Jixwe Gültenê li albuma ewil a Ahmet hîn di girtîgehê de guhdar kiriye û pir kêfa wê jê re hatiye, lê mîna gelek kesan wê jî nizaniye ka rûyê wî çawa ye, yekî çilo ye ta ku hev nas dikin.

    Zêde di ser re derbas nebû albuma duwem a bi navê "Acýlara Tutunmak" belav dibe û vê pêleyê êdî hevaltiya di navbera wî û Gültenê de vediguhere evînê. Albuma duwem jî bê reklam li ser zimanan digere, firotineke ecêb dike. Ahmet wê vê bexteweriya xwe bi jina ku jê hez dike re bijî.

    Album tên firotin lê pere nayên. Li gelek ciyan konseran dide. Bi tena serê xwe ligel baxlemeya xwe. Di gelek konseran de tê girtin, wî dixin nezaretê. Vê pêleyê ew û Gülten dizewicin. Wan rojan Gülten, þiîreke Nevzat Çelik ku mehkûmê îdamê bû û Gültenê ew ji girtîgehê nas kiribû ku bo dayîka xwe nivîsandibû, datîne ber Ahmet, "Þafak Türküsü ( Strana Berbangê )."

    Sala 1987 an e û hîn jî derbarê sedhezarên girtîgehan de biryar nehatiye girtin, û bi salan e ev girtî li bendê ne ku dadgehên wan biqedin.

    Devê deriyê girtîgehan bi dê û bavên ku digirîn, tije ye. Albuma sêyem bi navê "Þafak Türküsü" ya ku Ahmet besteya wê çêkiriye, derdikeve. Ahmet careke din qala birîna civakê kiriye, careke din bûye zarokê netebite yê pergalê. Nezaret û lêpirsîn tu car naqedin, lê, êdî Ahmet baþe baþ tê naskirin û tê nîqaþkirin. Digel ku sala 1987 an sala "Þafak Türküsü" ye jî lêbelê dibe sala bûyîna Melis jî ku ji Ahmet û Gülten dibe. Ahmet bi heyecana ku car din bûye bav, dest diavêje besteyên nikûnû.

    1988 an li Tirkiyeye, di rojnameyan de lîsteyên "Yên pir tên firotin" jî êdî bûne mode. Albuma "An Gelir" a Ahmet ku whe salê derçûye, gava çû serê lîsteyê firotana rastî û bê çiqasî lê the guhdarkirin, bi awayekî fermî jî tê ispatkirin.

    Muzîka Ahmet a ku heta wê demê kesî nexistiye tu kategoriyê, belkî jî ji hewcedariya kku rojname navê cureyekî lê bikin, navê cureyekî nû tê afirandin ji aliyê van rojnameyan ve : Muzîka Özgün ( Xweser ). Êdî Ahmet kulvara xwe vekiriye û nav lê hatiye danîn.

    Birayekî mezin ê Gültenê heye; Yusuf Hayaloðlu. Yusuf wê demê di kargeha xwe ya biçûk de karên grafîk û dîzaynê dike. Ji þiîrê hez dike û þiîrê dixwîne. Gülten bawer dike ku wê ji þiîrên kekê wê û ji muzîka Ahmet encameke xweþ derkeve. Hewl dide ku her duyan bi afirandineke hevpar bigihîne hev.

    Rojekê gava hemû bi hev re li milê Tarabya eraq vedixwarin, Yusuf ceribandina ewil a gotinên stranê datîne ber Ahmet; "Hani Benim Gençliðim."
    Ahmet nû van gotinan dixwîne dest bi girhi dike ku wê ev stran bi salan ji ser zimanan nekeve û wê li Tirkiyeyê bibe fenomenek ku tê de qala xortaniyeke ku hemû tiþtên wê ji destê wê hatiye sitandin, dike.

    Bi þev nû digihe malê bi derbekê re besteya van gotinan temam dike. Rojên li pêþ çend gotinên stranan ên din ên Yusuf beste dike û tevî stranên xwe dike, piþtî vê yekê Ahmet, sala 1987 an meha Sermawezê albuma xwe ya bi navê "Yorgun Demokrat" çêdike. Album dîsa gelek caran tê darizandin, dîsa ji serhe lîsteyan danakeve û tê ispatkirin ku serkeftina Ahmet, nelihevkirina wî ya bi pergalê re û muxalifiya wî ne derbaskî ye lê mayînde ye.

    Ahmet di ber afirandina xwe re, bi tembûra xwe piþtgiriyê dide karkeran, xwendekaran û mexdûrên li her aliyê Tirkiyeyê ku bo jiyaneke mafê wan e têdikoþin û di ber van konseran re jî dîsa albumên xwe berdewam dike.

    Tebaxa 1988 an albuma "Baþkaldýrýyorum" û Nîsana 1989 an jî albuma "Resitaller" ku bi baxlemeyekê tenê ji tomarkirinên konseran pêkhatî, derdixe piyaseyê. Her du album jî careke din dibin albumên ku herî pir tên firotin wê demê.

    Lê bi taybetî jî ya balkêþ ew e ku "Resitaller" bi enstrumaneke tenê û bi du mîkrofonan hatiye tomarkirin û digel vê demeke dirêj ji serê lîsteyan daneketiye; ev jî wê wekî cara pêþîn li dîrokê bihata nivîsandin.

    Ahmetê ku sala 1990 î cara yekem þansê wî çebû ku li Parka Gülhaneyê konser bide 70.000 bi bilêt, texmînî 100.000 kes tê konsera wî. Di konserê de bûyerên mezin pêk tên, polis guleyan berdide hewayê û gelek kes jî birîndar dibin.

    Ahmet vê carê jî ji bo ku temaþevan bi sergermî tevnegeriyane û bi paçê kesk, sor û zer ku weke sembola kurdî tê nasîn xwe ber sahnê ve avêtine tê darizandin. Rastiya girseyeke wisa mezin ku van salan xwe li dor Ahmet girtibû li Tirkiyeyê tunebûna televizyonên taybet û bi tenê hebûna televizyon û radyoya dewletê bû.

    Yanî Ahmet Kaya, ji ber ku qedexekirî bû di tu medyaya bihîzyarî û dîtbarî de ne dihate bihîstin, dîtin û stranên wî dernediketin. Ahmet di van deman de giraniyê dide konseran. Hezkarên wî yên ku tenê bi wêneyekî wî dinasin, her cihê ku lê konser dide salonan têrtije dikin.

    Em Ahmet, di van salan de bi piranî an dema darizandinê, an bi bûyerên li konseran pêk hatine, an ji bo piþtgiriya xwendekarên zanîngehan ku þermezarkirina kiryarên antîdemokratîk dikirin ketina wî ya grevên birçîbûnê, an cihgirtina li cem karkerên ketine grevê, an jî bi alîkariya wî ya ji nasên mehkûman re dike, dibînin.

    Her çiqas piþtî salên 80 yan, parlemena Tirkiye yê ku bi destûr û rênîþandina leþkerî hatibû sazûmankirin derbasî demokrasiya pir partî bûbe jî, girtîgeh bi kesên ku bi 12 ê Îlonê re ketine hepsan tije bû û ji demokrasiya rasteqînî hê jî gelekî dûr bûn. Televizyonên tirkî yên taybet, cara yekem van salan ji derveyî welat li Tirkiyeyê dest bi weþanê dikin. Ji niha û þûnde Ahmet Kaya, cara yekem derdikeve televizyonan û bi gel re hevnas dibe.

    Her çendî zimanê wî yê tuj, hevnasîna hezkarên wî ya tiþtê ku dihate ber devê wî bê tirs gotina li hemberî bêdadiyê zêdetir ew pê ve girê didan, lê ev pêþveçûn pergal dixiste nav mitalan û astentengiyên pêþberî wî zêdetir dikirin. Li gelek bajaran album dihatin berhevkirin, konser qedexe dibûn, gelek dozên ku bi salan heps jê re dihate xwestin lê vedibûn.

    Çawa ku televizyonên taybet zêde bûn, Ahmet Kaya jî derfet dît ji destê yekem qala xwe bike, meraqa xwe ya hêla dîtbarî derxe holê. Stranên wî yên kevn jî tê de ji gelek stranên xwe re bi derhêneriya xwe klîban dikiþîne. Ahmet, êdî bûye yek ji hunermendên Tirkiyeyê ku pir li ser wan tê mijûlbûn, herî populer bûne û kasetên wan zêde difiroþin. Ahmet, mîna kesekî dijber hay ji pêdiviya nirxandina rastîn a vê rewþê heye.

    Di her gava ku bi medyayê dihate þopandin, dema programên televizyonan ji bo berzbûna reytinga wî gazî dikirinê, di her firsendê de mesajên civakî didan.

    Nikare raweste heta tiþtên ku rast dizane, bi þêwaza xwe ya xweser nebêje.

    Digel ku ji bo medyayê malzemeyekî baþ e jî, ji ber rexneyên wî yên tûj û þêwaza wî ya tund dîsa ji aliyê medyayê ve pir tê rexnekirin û jê vedikiþin.Van salan ligel konserên xwe yên nav welêt û derveyî welêt, li pey hev albuman derdixe ku rekorên firotinê diþkînin.

    Bi rêzê van albumên xwe derdixe piyaseyê : Ýyimser Bir Gül (1989 Sermawez), Resitaller 2 ( 1990 Gulan ), Sevgi Duvarý ( 1990 Kewçêr ), Baþým Belada ( 1991 Tebax ), Dokunma Yanarsýn ( 1992 Tîrmeh ), Tedirgin ( 1993 Nîsan ). Gava her albumek li serê lîsteyan bi cî dibû, Ahmet Kaya ji sazî û rojnameyên cur be cur bi dehan xelatan werdigire.

    Di heman salan de ji her komeke siyasî texlîdên Ahmet Kaya derdikevin piyaseyê. Li ser bergên gelek albumên ku piyase dagirtine, fotografên hunermendên ku mîna Ahmet Kaya li xwe kirine, mîna wî rî berdane, hene û stranên ku dixwazin biþibînin ên Ahmet Kaya dibêjin. Heta bi bilêvkirina cuda ku li hin ciyan ji devoka Ahmet Kaya bi xwe pêkhatî jî mîna wî hatiye bilêvkirin.

    Ji welatên ku Ahmet herî pir meraq dikir yek jê Kuba ye. Sala 1993 yan tevî jina xwe Gülten, keça wan Melis û çend hevalên xwe diçin Kubayê bo pîrozbahiya 1 ê Gulanê. Ahmet li Kubayê gelek hunermend û wezîfedarên hikûmetê nas dike.

    Li vegerê beþek ji koma navdar a Kubayê, Tropicana vedixwîne Tirkiyeyê.

    Koma Tropicana ku ji 9 kesan pêkhatî li ser vexwendinê tê Tirkiyeyê û Ahmet wan li mala xwe dike mêvan û turneyeke bi 16 konseran pêk tînin ku hatina van konseran hemû bo zarokên Kubayî ye.

    Vê demê Ahmet Kaya beþdarî konserên ku bo zarokên Bosnayî, bo karkerên Denmarkî saz bûne, dibe. Hema bibêje li her welatê Ewropayê konserên alîkariyê yên cur be cur dide.

    Salên 90 î li Tirkiyeyê bi gurbûna þerekî nû ji þerên ku li ser axa Anatoliyê ranaweste, dest pê dike. Li bajarên rojhilat û baþûrê rojhilatê Tirkiyeyê teqandina di navbera artêþa Tirk û PKK ê de di demeke kurt de vediguhere þerekî navxweyî ku tesîra xwe li hemû Tirkiyeyê dike. Li her çar aliyên Tirkiyeyê her roj cinazeyeke bi bûyer û hêleman radibe. Gava dayîk li ser lawikên xwe digrîn, ji herêmên ku kurd lê zêde ne jî hema bibêje ji her malbatekê çend kes derdikevin serê çiyê û dest bi þer dikin û þîn tu car naqede.

    Her ku tê gotin, "Tiþtekî bi navê kurd tuneye, zimanekî bi navê kurdî tuneye", hemwelatiyên kurd hîn bêhtir tevî refên PKK ê dibin û her ku êrîþên PKK ê zêde dibin, dewlet tedbîrên xwe tundtir dike. Medya, di vê rewþa þerê giran de û di nava van tedbîran de, peyva Kurd dike peyveke tirsnak.

    Êdî kurd û PKK hema bibêje yek in. Bi milyonan kurd û tirkên ku ev hezar sal e mîna dostan bi hev re jiyane li ser vê erdnîgariyê, êdî dijiminên hev in. Gelek mirovên ku dibêjin, hewce ye çanda kurd û zimanê kurdî bê pejirandin, digel ku qet neketine nav refên PKK ê û pêwendiya wan pê re tuneye, wekî xayînên welatê xwe tên îlankirin. Yek ji van kesan jî Ahmet Kaya ye.

    Ahmet Kaya di her mîkrofona ku medya dirêjî wî dike de, di her konserên xwe de, di her bernameyeke televizyonê de vê muþkileyê tîne zimên. Di her firsendê de dibêje ku ew naxwaze Komara Tirkiyeyê bê dabeþkirin herwiha hîn bêhtir bi hev ve bê girêdan û li Komara Tirkiyeyeke bi temamî demokratîk, bi her mirovê ji her qewmî re bi awayekî birayetî bijî. Lê balê dikþîne ser wê ku hewce ye dewlet bipejirîne ku Kurd jî li vî welatî dijîn, zimanê kurdî bipejirîne û þert û mercên jiyaneweyî û perwerdehiyê li herêmên ku Kurd lê dijîn baþ bike.

    Îlleh dibêje ku tu carî piþtgiriya tu rêxisitinê nekiriye û huner di ser rêxistinan re ye û nabe ku huner bi rêxistinî bê kirin û dîsa dibêje ku wî tenê rastiyên xwe gotine û kirine stran û ji rojhilat ta bi rojava pir ji Tirkiyeyê hez dike û yekbûna vî welatî diparêze lêbelê gotina ku "Tiþtekî bi navê kurd tuneye" muþkileyê çareser nake.

    Her ku Ahmet dibêje "Kurd" nûçeyên li ser Ahmet Kaya ku di çapemeniyê de belav dibin, tundtir dibin. Nû ku albuma wî ya "Þarkýlarým Daðlara" sala 1994 an tê belavkirin, dîsa hildikiþe serê lîsteyan.

    Klîbên 3 stranên di vê albumê de dibin klîbên ku herî pir tên daxwaz kirin : Saza Niye Gelmedin, Kum Gibi, Aðladýkça. Stranek ji yên di vê albumê de ku hîn jî ji ser zimanan neketiye, "Aðladýkça" ye ku nivîskara wê jina wî Gülten Kaya ye.

    Albuma "Þarkýlarým Daðlara" bi firotina xwe ya 2 milyon 800 hezar libî li gorî hejmarên fermî, gihîþtiye rekoreke ku zehmet bê þikandin. Eger em bînin ber çavê xwe ku li Tirkiyeyê çapên neqanûnî û bêbandrol ên kaset û CD yan ji çapên bi bandrol zêdetir e, em dikarin bi rehetî bibêjin ku ev hejmar çend qat zêdetir e.

    Ahmet Kaya hema li pey albumê bi Kanal D- re peymana bernameyekê pêk tîne. Navê bernameya ku ligel Gülten Kaya û Yusuf Hayaloðlu amade dike, "Ahmet Abi nin Vapuru ( Vapûra Ahmet Abê )" ye. Di vê bernameyê de ligel hunermendên ku dike mêvan, stranan dibêje û li ser rojeva welêt dipeyive.

    Kursiyê xwe yê bernameyê jî piranî ji bo banga aþtî, biratî û demokrasiyê bi kar tîne. Ligel hunermendên ku ji her çar aliyên Tirkiyeyê ew vexwendine, balê dikþîne ser dewlemendiya pirçandîtiya welêt. Ji bo her yek ji van bernameyên ku 13 hefteyan berdewam kir jî, klîbên þiîran ên ku wî bi xwe derhêneriya wan kiriye û bi xwe lîstiye, dikþîne.

    Sala 1995 an Tirkiye wan dayîkan nas dike ku her þemî li Beyoðluyê, li ber Lîseya Galatasarayê kom dibin û dibêjin ku ew li zarokên xwe yên winda digerin. Pir di ser ve neçûyî ev insiyatîfa sivîl ku navê "Dayîkên Þemiyê" lê hatiye kirin, bi astengkirina dayîkan û girtina wan dê bihata navenda rojevê. Dayîkên Þemiyê ji wan dayîkan pêk hatiye ku bi hincetên cur be cur ên siyasî polisan ew dane ber lêpirsînê û ji yên ku zarokên wan winda bûne û tu xeber ji wan wernegirtine.

    Ahmet Kaya ku jixwe di gelek stranên xwe de têgîna dayîkê pîroz girtiye, di cî de piþtgiriya Dayîkên Þemiyê dike û strana ku navê xwe daye albuma ku wê salê, yanî sala 1995 an derxistî, ji bo Dayîkên Þemiyê dinivîse : "Beni Bul ( Anne ) - Min Bibîne ( Dayê )."

    Ahmet Kaya, tu caran di bin kesayetiya xwe ya serhildêrî de rûyekî madekirî xwe nîþan ne daye. Em dikarin bi hêsanî bibêjin ku kesê ew naskiriye wî weke kesekî bi kêf, henekçî, balkêþ, hazircewab rave dikin. Ew bi aliyekî xwe, weke zarokekî li ser kerê berdayî yê taxê ketiye pey dijminê xwe maye di hiþ de.

    Dema piþtî konseran û karê mûzîkê firsend didît bi dost û hevalên xwe re xwarinên xweþ xwarin, xwarin çêkirin, heya sibehê sohbetkirin, bi awayê henekî ji dost û hevalên xwe re xefkvedan ew gelekî kêfxweþ dikir. Pir kêfa wî ji wextveqetana keça xwe Melis, alavên elektronîk bikire û nava wan tev bide, bi kameraya xwe sahneyên dixwaze bikiþîne dihat.

    Fêhmê wî yê li pereyan kêm e. Ji bilî pêþeroja jin û keça xwe tu razandinên wî yên pereyan tunebû. Ji gelek turneyan bêyî pênc qirûþan vedigeriya.

    Organîzator pere nebûya jî derdiket konserê ango li gor wî tu sûcê mirovên li benda wî ne, nebû, hemû pereyên berîka xwe didan kesên pêdivî pê heye, hin caran hemû hatina pereyên konserê li muzîsyenên xwe belav dikir. Ev helwesta xwe jî bi gotinên, "Ez kengî bixwazim jixwe dikarim pereyan qezenc bikim" rave dikir.


    Jê der : Ansîklopedîya Wikipedia





    Partîya Demokrat a Kurdistan - Xoybun






    Kurdistan Welatê Kurda ye ! Kerkûk Dilê Kurdistanê ye !





    Bimire Dagirkerî ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !



    Piroje ya Kurdistan a Mezin ! Groß Kurdistan Projekt !

    http://www.pdk-xoybun.com
    http://www.xoybun.com
    http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

    Nexþê Kurdistana Mezin ! ( Kurdistan Map )

    Nexþê Kurdistana Mezin ! ( Kurdistan Map )

    Nexþê Kurdistana Mezin ! ( Kurdistan Map )

    Nexþê Kurdistana Mezin ! ( Kurdistan Map )

    Nexþê Kurdistana Mezin ! ( Kurdistan Map )

    Nexþê Kurdistana Mezin ! ( Kurdistan Map )













    Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne.

    Weþandin:: 2009-11-16 (6097 car hat xwendin)

    [ Vegere ] | PRINTER


    | PDK-Baþur | PDK-Baþur | PDK-Xoybun | PDK-Rojhilat | Kurdistan Media | Xebat |


    PDK - XOYBUN.Com 2003 All Rights Reserved
    Email : xoybuncom@yahoo.de
    _______________________________________________

    Ev malper, herî bash, bi Avant Browser, tê xuyakirin...

    Diese WebSeite wird am besten mit dem Avant Browser betrachtet...

    This site is best viewed with Avant Browser...

    Download !!!

    This site is best viewed with Avant Browser...

    Diese WebSeite wird am besten mit dem Avant Browser betrachtet...

    Ev malper, herî bash, bi Avant Browser, tê xuyakirin...

    _______________________________________________

    Content û Naverok


    _______________________________________________

    Pêlê Logoyên Li Jêr Bikin ! Press the Logos Below !


    Open Society Foundations


    Clinton Foundation


    Bill & Melinda Gates Foundation


    Rockefelleer Foundation


    International Monetary Fund (IMF)


    Office Of George W. Bush


    Bush Foundation


    George W. Bush Foundation


    IBRD - IDA | World Bank Group


    Rockefeller Capital Management

    _______________________________________________

    _______________________________________________


    Private Bank - Deutschland Frankfurt

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    Neue, Biligen und Große Wohnungen Zu Vermieten.

    Gratis Strom und Heizung für Mieter.

    _______________________________________________


    _______________________________________________


    Ezê Ji Wera, Li Almanyayê, Dikana Pîzza, Ji Nuva Vekim.
    Kontakt Tel. : 0049-176-93036339


    Ezê Ji Wera, Li Almanyayê, Dikana Kîosk, Ji Nuva Vekim.
    Kontakt Tel. : 0049-176-93036339

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    Tabacco

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    _______________________________________________



    Kurdistan, ''Þerab bi kurdî xweþ e''.

    _______________________________________________



    Þerab : Baron Philippe de Rothschild Wein.



    Þerab : Baron Philippe de Rothschild Wein.

    _______________________________________________


    Wodka Stepanoff - Doppelkorn - Weinbrand und etc

    _______________________________________________






                    
    Google