Þakîr Epözdemîr : Cemil Çîçek û Sînorê Ermenîstanê !
Cemil Çîçek û Sînorê Ermenîstanê !
Li Tirkîyê tiþtên sosret rû didin. Sîyasetvanên Tirkan naxwezin Kurdan nas bikin. Wextek jê Wezîrê Tendiristiya Tirkîyê Dr. Sûat Seren beyanatêk da go .” Dû dijminên me henin, yek Mosqofin, ewên dinê jî Kurd in.” ( Salên 1963’yan- Ýqtîdara AP yê bû. )
Serokwezîr, Serokkomar, siyasetmedar û mezinek ji hemî mezinên rêka demoqrasîya piralî meztir Silêman Demirel sala 1968ê li Sawirê ( Stewrê ) go “- Deriyên Sînor vekirîne, ewên ku ji me bawer nekin û ne razî ne, bila ji vî welatî herin..”
Serokwezîr Teyyîb Erdoxan, ji alek va go “- Jinbin, zarok bin, kê dibin bila ew bin; ewên ku ji zilmê ra bêje zilim û li pêþberê vê dewletê derkevin wê bêne cezakirin.. ”
Ji alek din va li Hekkarî berê xwe da milletê Kurd û ji wan ra go : “- Ji vî welatî herin. Ya hunê weka me bin, ango hunê herin..” Teyîb Beg Ýnkara Kurdan, hemî eqeliyet û miletên Tirkîyayê û heqîqetê dikir a. “- Tek dîl, tek watan, tek millet, tek bayraq..” Ma ev ne înkar e ? Ma înkar ne kufr e ?
Emê herne kû ? Ewjî ne kifþe.
Wextek jê nijadperestên Tirkan digotin : ” Gîdin, canýnýz ve günlünüz nereyî isterse oraya gidin. Hindistana, Pakistana gidin. Birleþmiþ Milletlerden Yurtluk isteyin. Barzanîye gidin..” ( Kovara Ötükenê sala 1967 Nihal Atsýz ) ( bi Tirkî : Herin ! Dile we kudê dixwazê, canê we kêderê divê herne wêderê ! Herne Hindistanê. Herne Pakistanê ! Herin ji Teþkilata Miletan cî û warék daxwaz kin. Herne Ba Barzanî ! )
Wezîrê Dewleta Tirk, Siyasetvanêk xwedan tecrûbe, ji xwe va Misilman, hiqûqnas û Cigirê Teyyîb Begê ku wê mesela Kurdan bipiþkêfê û çareser bike, Cemil Çîçek li hafa alemê dibêjê “- Kurdan Êdirê ( Ýðdir ) girt û xwe gihandine sînorê Ermenistanê..”
Xebereka Kurdan heye dibê : ‘Rû li pêþin, kû biêþin’. Gelo ev siyasetmedar û rêvabirên vê dewleta ‘yek welat, yek ziman û yek beyreq’ hîç Kurdan nas nakin. Gelo ma em ji Efganîstanê mihacir bûne hatine vî welatî. Ma nizanin ku welatê Kurdan her welatê wan bu ye û wê her welatê wan bî. Ma hîç nizanin ku ev welatê bermayîyé Osmaniyan jî nîvenîv miþterekê hemî xelqên ku ketine þêrê Balqanan, Çeneqelê, Dumlûpýnarê û Kibrîsê ye ?
Niha Cemîl Beg, qe nizanê ka di þerê cîhana yekemîn da Hêzên Milîsên Kurdistanê li Serhedê þerê Dewleta Urusatê û yê Çeteyên Ermenîyan kirin û ev hêzên çekdarên Kurdan di pêþîya Artêþa Osmaniyana da bû ku ew artêþa pesfende li hafa çavên alemê mexlûb û perîþan bû.
Kî Bedlîs, Mûþ, Bîngol, Dêrsim û heya Erziromê diparastan. Ma Dewleta Cemîl Çîçek bo çi Gazîtî, Qehremanî û Þan û þerefê dane Entab û Mereþ û Riha yê.?
Eva em Kurd nizanin, gelo bo çî Wezîr û Serokwezîrên Dewleta Tirkan vê rastîyê qebûl nakin ku Kurdan ji Þerê Çaldiranê (1514), heya Þerê Nizîbê (1839) tam, tamina 325 salan di binê al û senbolên xwe da û di bine fermandarîyên Mîrên Kurdan da, Artêþên Kurdistanê, yanê artêþên Mîrên Kurdan, sînorên Osmanîyan ji Besra yê heya Qafqasan parastin û di hemî þerên giranên Osmanî û Ýranîyan da ev Artêþên Kurdistanê her li pêþ bûn û di qada þer da singên xwe didane singê dijmin ? (*)
Erê.. wê demê ‘Artêþên Kurdistanê’ bi dehan bûn. Ev artêþên ha li gora tifaqa Kurd û Osmanîyan ya Amasyayê ku ev ittîfaq di sala 1514 yê da li Amasya yê di navbera Yavûz Sultan Selîm Xan û 28 Serok Dewletên Kurdan da kete heyatê.
Ez dibêjim Dewletên Kurdan, hun bêjin Beg, Mîr, Emîr, Hikimdar, Melîk ango weka hêndêk kesan bêjin Serok Eþîr. Lê ya rast ewe ku Kurd bi Osmaniyan ra weka milletêk runiþtine ittifaqê girêdane. Kurd ne weka Xelqên Anedolê, Balkanan, Erebistanê, Afrîqayê û wanên din ‘Osmanlý Teb’asî’ ne. Dewle li serê Kurdan, dîplomasî û Hêzên Çekdar yê Kurdan, Osmanî bûne Osmanî û di 4 salan da hemî welatên Misilmanan girtin û bûne Xelîfe.
Ji sala 1517 yê heya 1847 ê 330 salan ji 10 yê ne kêmtir, di navbera 10 û 15 heb ‘Ekrad Hukumetlerî’ Sancaxên Kurdan henin. Dewleta Osmaniyan nikarê tevlî hisab û kitab û îdara van hikûmetan bibin. Ne tenê ev hikûmet, ji sedan (100’an) jortir Sancaxên li ser navên Yurtluk / Ocaklýk, Yurtluk, Ocaklýk û Paþa Sancaxiyan, ango Kýlasik Osmanlý Sancaxiyan, statuyên Kurdistanê yên otonom henin. (**)
Birêz Cemil Çîçek gava ku ketibû peyî Prf. Necmeddîn Xoce, weka heyetêkê ‘ehlê rehmê’ serêk dabûne Kurdistana Baþûr. Li ser axa Kurdan ku wê gavê Dewleta Emerikan û hevalbendên Koalisyonê Statuyek dabûne Kurdistanê, Birêz Çîçek Bayreqa Kurdistanê dibîne û hema pêra hêrs dibî, tê Enqerê dixwazê ku teqrîrek bide Meclisê, wê demê rojnamevaneke Tirk ço mesela Bayreqê bi Birêz Mesûd Barzanî re raportaj kir û Cenabê Mesûd Barzanî ji rojnamevan ra vana got : ”- Gava ku di sala 1946 ê da ez ji dayîka xwe ra bûm, ez li Mahabadê di binê vê Aleya Pîroz da hatim dinyayê. Ev bayraq, ancax ku piþtî cenazeyê min bikeve erdê bê xarê. Wê ev alaya pîroz heta hetayê li seré çiyayên Kurdistanê pêl bide..” Cemil beg, di cîda tevizî, weka nijatperesteke Turancý bi xwe va hat û lerizî.. ”
Necmeddîn Xoce jî di dagerê da ji birayên xwe yên mislimanên xwediyê ‘Millî Görüþê’ ra gotibû “- Li wê herêmê Dêr ji Mizgevtan zehftirin.” Welatê Selaheddîn dikira welatê filan.
Gelo ev misilmanî, demoqratî, insanetî, birayîtî, Sosyal Demokratî, liberalî, welatparêzî û tiþtên qencên dinyayê weka ku siyasetmedarên dewleta Tirk dinirxînin welêne, ango tam bi eksé vé ne ?
Niha ku siba Birêz Cemîl Çîçek vê meqaleyê tercûme bike û bixwînê, hun dizanin tiþtê ku herê li cenabê wî giran bê çîye ? ‘Artêþên Kurdistanê’ nin, Artêþ ! Wê hema teqrîrêk hazir ke û herê bide Serokê parlementoyê, dê bêjê “- Çewa dibe ku hê Artêþa Tirkiyeyê ango Artêþa Tirk ava nebuye û Artêþên Kurdistanê hatine avakirin ?
Wey rebîyo ! Kurdên Konyayê dibêjin ku Malbata Cemîl Çiçek bi eslê xwe Kurdin. Xwedê bike ku ev yek xelet bî. Camêr hewçend ji Dewleta Tarî ra emek daye.
Bakurê Kurdistan Enqere, 01.04.2009
Dema weþana nivîsê : 12.04.2009
T Ê B Ý N Î ...
(*) - 1514 AMASYA ANTLAÞMASI, Kürt - Osmanlý Ýttifaký ve Mewlana Ýdrîs-î Bitlisi – Þakir Epözdemir- Pêrî yy. Ýstanbul 2005 - sayfa 47 - Ji bona Artêþên Kurdistanê, eynî eser sayfe 149 – 150 – 151 - 152
(**) - Ayný eser – sayfa 169 – 170 - 171 ( Osmanlý Ýmparatörlüðünün Hükmü Þerifi 29 Ramazan 1262 K OH 1822-9-1846 2 ( M ) – tarih ve sayý – Kurdistan Hukumet Merkezleri : Bitlis, Cizre, Palo, Egil, Genc, Hakkarý, Mehmûdî, Hizan, Hazzo, Kotor, Hamîd ( ? ), Ýmadîye, Tercil ( Hezro ). Ji xeyrî van 13 hikûmetan, hikûmetén Baban û ya Soran jî yek di sala 1806ê da ya din jî 1836ê da têk çone. 96 heb Statuyén Kurdan li vî ‘Hikmé Þerîf tê xwendin û ji xeyrî van fermanrewanên Kurdan 44 yê din jî henin. ( Mêzekin : Dîwan û Jînewayî ya Ehmedê Xanî cild 1 sayfe 111 - 115 ê - Ebdilla Warlý - Sipan yy. Digel ku 15 hikûmetên Kurdan hebûne, ronakbîr û siyasetvanên Kurdan vana hîç naynine ziman. Gelo bo çî ?
http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
http://www.xoybun.com/nuceimages/Parastina_Sinore_Kurdistana_Mezin_1.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2009-04-12 (3632 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |