PELQE:PDK-T /XOYBUN QADI MIHEMED
REBERE KOMARA KURDISTAN YA
MEHABAT PESEWA
QADÎ MIHEMED
DI TÊKOSÎNA GELÊ KURD
YA RIYA SERXWEBÛNÊ DE DIJÎ
KDP-T XEBAT
Pisti leskerê Sovyetê xwe ji Îranê kisand, leskerê Îranê di Çêleya pêsîn ya 946 an de kete Mehabadê. Ev tist bû dawiya komara Mehabadê û komara Kurd têk çû. Berî ku leskerên Sovyetî, xwe ji Îranê û ji Kurdistanê kisandin, xwestin ku Qadî Mihemed û serokên din yên komara Mehabadê tevî malbatên wan li gel xwe bibin Sovyetê ev daxwazî ji Qadî Mihemed kirin. Ji ber ku ew bas dizanibun, ku pistî derçûna wan wê leskerên Îranê bikeve Mehabadê û Komara Kurd ya Mehabadê wê bête hilwesandin. Lê belê, li hember vê daxwaziya nûnerên Sovyetî, Qadî Mihemed got, "Ez nikarim dev ji gelê xwe berdim û xwe tenê rizgar bikim. Ezê tevî gelê xwe bimînim û dibim hevpar bi qedera gelê xwe."
Dema ku leskerên Îranê ketin xakên Komara Mehabadê û Komar têk çû, Barzanî gelek caran Qadî Mihemed dît û jê daxwaz kir ku Qadî Mihemed li gel wan biçe. Lê, Barzanî di vî warî de nikarî bû Qadî Mihemed razî bike. Cara dawî, ku Barzanî Qadî Mihemed dît û cardin daxwaziya xwe jê re got, Qadî Mihemed, ji bêrîka xwe ala Komara Kurd ya Mehabadê derxist û ew raberî Barzanî kir û jê re got: "Tu daxwaziya berxwedanê dikî û diyare tu dê li ber xwe bidî. Lê, min biryar daye ku ez li gel gelê Mehabadê bimînim. Ji bo vê yekê ev sembola gelê Kurd li ba te bimîne". Barzanî ala rengîn girt û got: "Ezê vê emaneta giranbiha, bi ruh û can biparêzim." Bivî hawayî herdu qehremanên miletê Kurd xatir ji hev xwestin û ji hev qetiyan.
Di 20 ê meha çileya pasîn 1946 an de, leskerên kolonyalîstên Îranê Qadî Mihemed di mala wi de xistin bin çav. Pistî çendekî Qadî Mihemed û hevalên vî girtin û ew xistin girtîgehê. Di çileya pasin a 1947 an de dadgeha leskerî dest bi mahkema Qadî Mihemed û hevalên wî kirin. Wan gelek bi mêranî û zanyarî bersiva pirsên dadgeha kolonyalîst û leskerî dan. Dawiyê de biryar hat danîn, ku Qadî Mihemed û herdu hevalên wî bi darvekin.
Di roja 31 ê adarê, saet di sisyê berê sibê de Qadî Mihemed, brayê wî Sadrî û pismamê wi Seyfî Qadî li meydana çarçira (Ew meydana ku berî bi 14 mehan bi hêviyên mezin damezrandina Komara Kurd ya Mehabadê te de hatibû diyar kirin.) hatin darvekirin. Dema Qadî Mihemed hate darvekirin, wi di gotara xwe a dawi de got: "Ji weye ku, bi darvekirina Qadî Mihemed hûnê Miletê Kurd û doza wi xelas bikin. Wê di rojên hatî de, bi hezaran Qadî Mihemed ji nav gelê Kurd derkevin. Belê, bas bizanibin ku wê ew Qadî Mihemed gelek dilreq bin."
Heta wek iro jî, gelek tist li ser Komara Mehabadê têne gotin. Gelo, Komara Kurd ya Mehabadê di bin çi mercan de hate damezirandin û hate hilwesandin? Di damezirandin û hilwesandina komarê de çi tistên siyasî û navnetewi rol lîstin? Bi rastî ev pirsên hanê xwedî gelek bersivê fireh in. Em di vê nivîsarê de li ser van tistan nasekinin. Lê em di vê baweriyê dane, pir girîng e ku her têkoserê Kurd, divê li ser van tistan bisekine û sedemên avakirin û xerakirina Komara Kurd a Mehabadê bas beser bike. Tenê ev tist wê bihêle ku emê di tekosîna xwe a netewî de, fêdên pir mezin ji Komara Mehabadê
bibînin.
SEHÎDÊN KOMARA MEHABAD, PÊSEWA QAZI MIHEMMED Û HERDU HEVALÊN WÎ BÊ MIRININ.
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2003-04-15 (5238 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |