Abdullah Karabag : Hûn in yên di ked û pîvanên me de
Hûn in yên di ked û pîvanên me de Digerînim bar û bîderan bi çend hezar çavên zîldanê,
Bi çirûskan dan bêjing, cewher in, breşînin ber û ber!
Hatin wezinandin, bes breşînin, stûyê min bin wan de
Şikestiye, ew giraniyên we ne di ked û pîvanên min de.
Digerînim weke kareka xezal- bêkes û bêmal- ber malan
Yara min ne hembeza min de ye, di bin sînga min de ye.
Hinekan got: bê cil e, bê hiş e; parsok e, kîsê xwe jî heye
Yekê jî got: solçiriyê min, bi destek birêşa dara a xamekê
Ji wan hinekan jî got, yên ku derdên dilan de hêj dişebitin:
Yara vî kesî winda ye, yên ku di sînga wî de kêş û axîn in.
Digerînim birêşa rewşa xwe wekî kesekî bi bawarî, bêxem.
Min ne got, guhdarî kir; rewşê got: min bîder ne çand, erdê
Yên rêçên me de ne ceh û genim in, ne jî nîsk in û garis in;
Sosin in, simbil in, nêrgîz in, asmîn in...ji bo wan, hemiyan.
( Sewta Berbangê )
Abdullah Karabag
15. 11. 2006
Abdullah Karabag http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weşana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weşandin:: 2007-09-07 (4744 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |