Xêro Bacinî : Sazkirina Partîyek ?zîdiyan.
Sazkirina Partîyek ?zîdiyan. Kurdistaniyên hêja !
Berî ku ?zîdî partîyek siyasî saz bikin hewceyîya wan bêhtir bi çêkirina yekîtîya wan û avakirina navendek serbixwe, demoqrat û hemdem heya. Bes mixabin di van demên dawî de di nav civaka ?zîdî de dengek belav dibe. Ev dengê ku bilind dibe û hêvîyên xwe girêdayî sazkirina partîyek ?zîdîyan dike, li gorî dîtina min xeletîyek mezin e.
Meriv nikare gava duyemin berî ya yekemin bavêje. Ya yekemin ewa ku meriv nikarê ol û dewletê bike yek. Cudakirina van herdu faktoran di avakirin û pey re birêvebirina welatek demoqrat de xalên herî girîng in.
Cawa ez sazkirina partîyek ?zîdî xeter dibînim, bi wî awayî jî ez partîyên ku niha ser navên olên din, her ku çi ol be, hatina sazkirin jî weke ?opek rêlibergirtina hemdemkirina Kürdistanek demoqrat de dibînim.
Hebun û netêkçuna ?zîdîyan tenê bi sazkirina partîyekê nayê parastin. Yekemin divê ?zîdî tifaqa xwe bidin destnî?ankirin û têkevin nava xebatek ku tenê li ser berjewendîyên civaka êzîdîyan hatî fokuse kirin. Ji bo vê yekê jî di rêza yekemin de dive agahîyên bêalî û bêmanîpulekirî werin ragihandin. Di warê ragihandinê de êzîdî heta niha mixabin nebune xwedî maf.
Ji bilî çend malperan ( ew jî ji hêlên cend sazîyên siyasî ve tên ?uxlandin ) hê deng û ramanên ?zîdîyan nehatî ragihandin. Eger ku êzîdî bibuna xwedî kenalek televizyonê wî çaxî wê rê li ber agahîyên ?a? û desinformasyonê bihata birrîn û wê çêtir bikarîbuna yekîtîya xwe saz bikin.
Bo encamdayîna vê armancê rola êzîdîyên li ewrupa pir mezin e. Ji ber ku ew ji êzîdîyên her hêlên din î cîhanê bêhtir di warê ekonomîyê de qewîntir in. Eger ku ev armanc bihate bidestxistin wê demê ewê bibuya stûna avakirina navendek serbixwe, demoqrat û hemdem.
?dî êzîdî jî wê bibuna xwedî maf ji ber ku deng, gilî û daxwazên wan wê li tevahîya cîhanê bihata bihîstin. Tukesî wê nikarîbuya xwe ji bin wê bandorê xilas bike. Danûstandinê her dewletên êzîdî lê dijin wê bo êzîdîyan bi awayek hîn pozîtîv bihata me?andin. ?dî wê hewceyîya êzîdîyan bi partîyekê qet nemabuya.
Bi silavên germ
Xêro Bacinî http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2007-07-14 (4641 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |