TEYROK
TEYROK Dijmin û neyar bi pirahî tên ser min
Ew bi tang û topên giran tên ser min
Berik û guleyên wî dibarin ser min
Çiyayên gulistan sitar û sîbera min
Dibarin wek tavî û teyrok û zîpikan
Bê navber dibarin, havîn û zivistan
Bi tenê di dest min da çek û keleþ
Belê dizane dijminê xwînxwar û qeleþ
Kozik û hêlîna min, gulistana min
Jê ranabim ta rih hebe di canê min
Yezdan hindik dibîne guleyê dijmin
Çirûskên brûskan dibarîne li ser min
Dema ewr gurîn dikin, birûsk vedidin
Çirûskên wê ji niþkêva tê digire bi min
Çirûskên wê digere di nav leþê min
Êþa wê her tim xwe berdide dilê min
Hîç nema sebir û tebat ji bo dilê min
Dema dibe þev xew nakeve çavên min
Mala kalîtiyê biþewite nabîne çavê min
Hêz û taqet nehîþtiye di nav çokên min
Ji ber êþa dilê min, nalîn û zarîna min
Kes seh nake û guh nade nalîna min
Lêbelê þoreþ xweþ seh dike nalîna min
Ew e melhem û derman ji bo dilê min
Seydayê Dilmeqes
Dema nivîsandina helbestê - 23. 06. 2007
Dema weþandina helbestê - 07. 07. 2007
Seydayê Dilmeqes http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2007-07-07 (4742 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |