Ez Karker im !
Ez Karker im ! Ez karker im:
Keda min; Xwuydan a min e.
Ranawestim ji ber karê vê jîyanê.
Dest ê min, çav ê min, zarav ê min, hest û raman ê min, hêz û çek a min e.
Ez diçînim çandinî yê, geþ dikim rû ê cîhan ê.
Cotkarî me, bi þev û roj an, diqelêþim zik ê erdê;
Derdixîn im neft û cewher, min keda tu kesî nabê
Diafirîn im jîyan ê, mal û milk, bê min çênabê.
Nabim kole û rêcber ê kes, min wek herkes an xwe dibê.
Ez im felat, ez im heybet;Hatina xwe nakim bin pê;
Xwenda me ji bav û kal an, ez xwe hînbûm e ji karistan an.
Ronî me, roj a li ezman im,germ a ya min debir ê tîn e ;
Asteng im li hember niheqîyê, bêdengî yê diwestîn im.
Lêkolîn im,tekoþîn im; Þoreþ ê, tim li dar dixîn im.
Qeyd û zincîr li min nayê zevt ê, hefs û zindan min hilnîn in.
Cûda yî li ba min tune ye, ez her beþ an dihebîn im.
Li hember zalim û serdest; Ser ê xwe qet natewîn im.
Ez karker im.
Bajarê Ezmir, 14. 04. 1998
Îsmet Dax ( Dað )
medicagyapim@hotmail.com
Dema weþana helbestê, 20. 05. 2007
medicagyapim@hotmail.com http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2007-06-23 (4720 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |