Mahîr Berwarî : Dê were
Dê were Li çi di gerî ? Va ezim, rêvingê rêka te me
Zor ji mêje li te di gerim, pepuka dava te me
Min dil û cerg ji tera, tu bi Xudê key vegere
Soz me ya day bi hevra, zû lezê ke dê were
Dê were ey dil bi qurban, lezke lezke bi lerzîne
Ez bi jivan, ey xan û man, vi Ebdalî bi hewîne
Kuleyê îþqa te ez im, çarokê li ser rû vede
Xwe di gezim, li dûv te di bez im, mem û zîn sed der sede
Ka lezê ke, min xinê ke, bu yarê xwe bi girnije
Fez þehîdê ewê rê me, bes bi tîra min bi koje
Girtiyê nav birh û çava, bes bi ke rava, hey mal ava
Ji bêhna rîhan û gulava, pirç dav dava, rû bi xonava
Wey xudê ev can çi tove ? Rû bi xal enî þilove
Bom kelex bêje hilove, li nîva mema dergihe, bu te ve bove
Va sîng ji tera cididan ke, bi keve navu û pawan ke
Lê sevîn be ne talan ke, dilî vala ji xem û jan ke
Ezim Nalbend tu Amîna, çi codayne ji Mem û Zîna
Weki te xwe di min alîna, me beskir ji ax û nalîna
Almanya - Dortmund, 06. 02. 2007
Mahir Berwari
barwari@web.de
Dema weþana Helbestê, 23. 02. 2007
Mahîr Berwarî mbarwari@hotmail.de http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2007-02-23 (4715 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |