Maruf Yilmaz : 21ê SİBATÊ ROJA NAVNETEWEYÎ YA ZİMANÊ ZİKMAKÎ YE
21ê SİBATÊ ROJA NAVNETEWEYÎ YA ZİMANÊ ZİKMAKÎ YE Hebûn dibêje : “Kurdî zimanê dayîka min e, zimanê dayîka min şêrîn e. Kurdî zimanê kurdan e. Ez kurd im, zimanê min kurdî ye. Xwişk û birayên min ji ber ku navên wan bi kurdî bûn û wan bi kurdî deng dikirin hatin kuştin. Em bi giştî kurdî deng bikin û em zimanê tirkî protesto bikin, hemû kurd bila bi zimanê xwe yê şêrîn deng bikin. BİLA ROJA KUŞTİNA XWİŞK Û BİRAYÊN MİN BİBE ROJA ZİMANÊ KURDÎ. ” Bi ya min bila Roja Îlankirina
Zimanê Kurdî li Başûrê Kuristanê bibe, Roja Zimanê Kurdî.
21ê Sibatê, roja navneteweyî ya pîrozkirina zimanê zikmakî ye. Di vê rojê de şahî ye. Şagird, mamosteyên wan, dê û bavên wan, govend û dansê digirin û vê rojê bi dilşadî pîroz dikin. Şahîyeka mezin e, ji bo hemû zimanan û herwisan jî ji bo zmanê kurdî.
Di derbara vê rojê de UNESCO dibeje : ”mafê her zarokî / ê heye ku bi zmanê xwe yê zikmakî perwerde bibe û divê kes nikaribe vî mafî jê bigire. Divê di her civakê de ev maf hebe û rê vebike ji bo pirdengînî û pirkulturî û ev daxwazên hêja dê bibine bingeha paşeroja me.”
Ev roja pîroz her sal li welatên ku endamên Yekitîya Ewrûpayê ne bi çalakîyên pirdengînî û pirrengî ve tê pîrozkirin. Ziman nasname bi xwe ye û carna jî wekî dîn û îman e. Çar zarokên pismanên min ji bo zimanê xwe yê şêrîn hatin kuştin. Navê bavê wan Mehmed Demir ( 33 salî ) ye û zarokên wî Zîlan ( 8 salî ), Evîn ( 10 salî ) Mizgîn ( 12 salî ) û Şîlan ( 7 mehî ) bû. Zarokên hevlingê pismanê min ( Mehmed Çetinkaya ) Îbrahîm, Nalîcan ( Nazli ), Nazar û xaltîya wan Emîne Çetinkaya wekî zarokên pismamên bi destên dewleta tirk ve hatin kuştin. Ji ber ku mal, mala kurdan bû. Hêza kûr a dewleta tirk ji kurdîya zarokan ditirsîya. Gundê me XOSOR bi tevî dar û ber, heywan û xanîyên xwe ve hate şewitandin. Zmanê zikmakî fikirê diafirîne û fikir bi pirsa netewebûn û zimanî ve girêdayî ye.
Hebûn dibêje: ” Ez kurd im, zimanê min kurdî ye. Xwişk û birayên min ji kurdî hes dikirin. Kurdî, zimanê kurdan e. Kurdî zimanê dayîka min e, zimanê dayîka min şêrîn e. Tirkî zimanê tirkan e.
Tirk dibêjin : ”zimanê tirkî bingeha hemû zimanan e û tirkek hêjayê tevayîya dinyayê ye .” Tirk ji bîr dikin, ku tiştê mirov ji xwe re dixwaze, mafên gelên dî ne jî.
Ferdinand de Saussure ( 1857 - 1913 ) : dixwast bibêje ku ziman ne ji kîsê XWEDÊ ye, bêî wî, bi danûstandinên bi hev re ( kollektîf ) çêbûye. Tu însanekî bi serê xwe, bi tenê ziman afirandîye û tu kes bi tenê nebûye xwedîyê zimanekî axaftinê. Ziman kollektîf e. Em hemwelatîyên xwe bikişînin ser girîngîya hînbûna zimanên dî. Roja zimanê zikmakî yê ewrûpîyan, di 21ê sibatê de ye. Rojeka pîroz e, dê kengê roja zimanê me, zimanê kurdî be ? Çawan, bi çi hawayî û kîngê, em dê zmanê xwe bipeyvin, binivîsînin û bixwînin û em dê wî zmanê şêrîn bikin rojevê da ku em bikaribin bi alîkarîya zmanê xwe, zimanê duyemîn û sêyemîn jî hîn bibin. Ji ber ku bi pêşveçûna teknîkê ve di warê ragihandina elektironîkî de zimanek bi tenê têr nake û pirzimanîbûna mirovî / ê gelek derîyên nûh vedike.
Biryarên dîrokî di derbara mafên zarokan de :
21ê Sibatê, sal 1952, di Rojhileta Pakistanê de xwendekarên Bengladeşî yên Universiteta Dhakayê, xwepênîşandaneka mezin çêkirin û doza “resmîbûna” zimanê xwe ( bengalî ) kirin. Di navbera polîsên Pakistanî û xwendekarên Bengalî de şerekî giran dest pê kir û di vî şerê giran de bi qasî 10 -15 xwendekar hatin kuştin. Lê wan mohra xwe li dîrokê xistin.
Bengladeş wekî Kurdistanê hatibû dagirkirin û urdu / pakistanî bûbû fermî. Ew Bengladeş di sala 1971ê azad bû û pê re zimanê bengalî bû zimanê fermî.
UNESCO di sala 1953an de li ser girîngîya perwerdeya zarokan bi zmanê zikmakî radiweste û dibêje : “ Divê her zarok bi zmanê xwe, zmanê zikmakî ( zimanê malê ) perwerde bibe ( UNESCO, 1953 : 86 )
Organa Neteweyên Yekbûyî di sala 1989ê de minaqeşe li ser mafên zarokan kir. Ev organ “Konvensîyona zarokan ( barnkonvention )” bû.
Roja zarokan di sala 1905an de li Stockholmê çêbû.
Sedsalîya zarokî / ê di sala 1896an de çêbû.
Biryara Konseya Ewrûpayê di derbara girîngîya zmanê zikmakî de. Ev biryar di roja 17-11.1999ê de çêbû. Rewşa zmanê zikmakî baştir bû.
( UNESCO, 1953 : 86, Regeringens proposition : ( 1979 ) 1978 / 79 : 180, Läroplan för grundskolan: Stockholm, Yilmas, M. 2005 )
Armancên Konseya Ewrûpayê ev in :
1. Girîngîya zimanê yekemîn û rola wî ji bo zimanê duyemîn û sêyemîn.
2. Rûmetgirtin ji bo mafên zmanî û kulturî yên hindikneteweyan û tolerans li hember wan.
3. Di demokratbûna her civakekê de, mafê perwerdeya zimanê zikmakî girîng tê dîtin.
4. Girîngiya hînbûna zimanê zikmakî, zmanê malê ji bo aşitî û kêmkirina gelş û problemên civakî.
5. Şagird bi perspektîveka berfireh li mijaran mêze dike û dibe xwedîyê kultureka berfireh.
6. Pêşveçûna teknîkên nûh di warê ragihandina elektronîkî de jî, zimanek bi serê xwe, zimanekî bi tenê têr nake û pirzimanîbûna şagirdî / ê gelek deriyên nûh ji bo wî / wê vedike.
21ê Sibatê....., 11. 02. 2007 de ev nivîs di kovara serbest hatiye weşandin.
Maruf Yilmaz : Magisterand & fîl.kand, hindava zanyarîya zarok û ciwanî
23. 02. 2007
Maruf Yilmaz http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weşana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weşandin:: 2007-02-23 (4937 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |
|