Ji Özel Dosyalar - Îsmail Beþikçi û Werger, Roþan Lezgîn : Li Tirkiye Qada Ramyariyê
Li Tirkiye Qada Ramyariyê Berpirsiyarê giþtî yê rojnameya Agos Hrant Dink di 19 Rêbendan 2007 de li ber avahiya rojnameyê hate kuþtin. Hrant Dinkî di nivîsa xwe ya bi sernavê “Ji bo çi wan ez kirim hedef ?” de, ku di 12 rêbendan 2007 de li rojnameya Agos weþandiye, derbarê berpirsiyaran de agahiyên musbet beyan dike.
Di vê nivîsê de bersiva pirsên wek “Kî li piþt vê kuþtinê heye ?” û “Gelo ev karê rêxistinekê ye ?” heye. Her wiha, wî di nivîsa xwe ya bi sernavê “Metirsiya kevokane ya haletî ruhiyeya min” de jî hewl daye xwe da ku vê mijarê zelaltir bide nîþandan.
Ev bûyer diþibe bûyerên di 6 sermawez 1996 de li Susurlukê û di 9 sermawez 2005 de li Þemzînanê. Her wiha, kuþtina metran Santoro ya di 5 reþemeh 2006 de ku li Trabzonê çêbûbû jî wekî vê bûyerê ye. Di 12 îlon 2006 de li Dîyarbekir, li taxa Rezan, li Parka Koþuyoluyê bombeyek teqiyabû. Di encama vê teqînê de 7 jê zarok 10 kes miribûn û 17 kes jî birîndar bibûn. Di van bûyeran de, tu pirsiyarkirinek ku hêzên bingehîn ên li piþt van bûyeran derxîne meydanê çênebibû. Çawa ku li Dîyarbekir, li Parka Koþuyoluyê teqîn çêbibû, piçek di pey re TÝT ( Türk Ýntikam Tugayý: Firqeya Tolhildanê ya Tirk ) li malpera xwe ya enternetî daxuyaniyekê belav kiribû û vê bûyerê girtibû ser xwe. Berpirsiyarên hukûmetê vê yekê tekîd kiribûn ku rêxistineke bi vî awayî nîne, ev daxuyaniyeke ne ciddî ye, ji lewre tu pêwstiyek bi pirsiyarkirinekê jî nîne. Û di encamê de serê vê meseleyê nixaftibûn. Dîsan li bajarê Trabzonê, di 2005 de xizmên girtiyan ên endamên TAYAD ( Tutuklu Aileleri Yardýmlaþma ve Dayanýþma Derneði: Komela Piþtgirî û Hevkariya Malbatên Girtiyan ) dema ku ji bo protestokirina tecrîta li zindanan daxuyaniyek ji bo çapemeniyê belav dikirin, êrîþ bi ser wan de hatibû kirin û di encamê de derbarê êrîþkaran de na, lê derbarê kesên ku êrîþ bi ser wan de hatibû kirin de pirsiyarkirin çêbibû.
Li ser kuþtina Hrant Dinkî serokê komarê Ahmet Necdet Sezer, serokê wezîran Recep Tayip Erdoðan, serfermandeyê artêþê general Yaþar Büyükanýt û hindek ji weziran bo malbata Dinkî peyamên serxweþiyê þandin.
Cenazeyê Hrant Dinkî di roja 23 rêbendan 2007 de spartên axê. Tê gotin ku zêdetir ji sed hezar kesî beþdariya merasima cenazeyî kiriye. Hindek jê îddîa dikin ku ev hejmar 200 hezar bûye. Li ser navê hukûmetê cîgirê serokê wezîran Mehmet Ali Þahin û wezîrê karê hundir Abdülkadir Aksu beþdarî merasimê bûn. Hukûmetê ermenên li diyasporayê û yên Komara Ermenîstanê vexwendin da ku beþdarî merasimê bibin. Ew jî di merasimê de amade bûn. Beþdarvanên merasimê ji ber deriyê rojnameya Agos bigre, ji taxa Osmanbey ta dêra ermenan a li taxa Yenikapý û ji wir jî bigrin ta goristana ermenan, ku 8 km. rê ye, meþiyan. Di pêvajoya meþê de pankartên ku li ser dirûþmên wek “Em Hemû Hrant Dink in”, “Em Hemû Ermen in” nivîsandî bûn, hatin bilindkirin. Her wiha di meþê de ala nehatin hildan û kesî drûþm neqîriya. Nûnerên welatên derve yên wek konsolosê DYA Ross Wilson jî beþdarî merasimê bûn. Serokê wezîran Recep Tayip Erdoðan çû mala Dinkî zîyaret kir û piþt re jî çû metranê ermen Mesrop Mutafyanî li dêrê ziyaret kir.
Berê gelek roþinbîr û siyasetmedar û mella û karmendên kurd hatibûn kuþtin ku wek “kiryarên wan nediyar” têne zanîn. Bo numûne, Vedat Aydýn, Musa Anter, Mehmet Sincar, Þevket Epözdemir, Muhsin Melik, Faik Candan, Ferhat Tepe, Behçet Cantürk, Savaþ Buldan… û wek vana bi sedan kurd hatin kuþtin. Di tu yekî de jî hîç nehatiye dîtin ku berpisrsiyarên dewletê yan jî yên hukûmetê serxweþî dane malbatên van kuþtiyan. Her wiha destûr nedihat dayîn ku kesûkarên van kuþtiyan hestên xwe beyan bikin an jî merasimekê ji bo cenezeyê xwe lidarxînin. Cenazeyên wan bi metodên “bikuje, birevîne û veþêre” bo axê hatibûn spartin. Li dema ku ev cenaze dihatine definkirin, hindek kesên din jî dihatin kuþtin. Di navbera prosesa kuþtina Hrant Dinkî û ew operasyonên ku li hemberî siyasetmedar û roþinbîr û karmendên kurd pêkdihat de cudahiyên gelek mezin hene. Ev cudahî ewçend di radeyeke mezin û kûr de ne ku, qet neyêne ber hev. Ev yek, ji hest û nîyet û armanca tirk û ya dewlet û hukûmetê yên li hemberî kurdan çêdibe. Qet þik û þubhe nîne ku ev hest û nîyet û armanc negatîf in. Vê reftariya negatîf bandoreke gelek negatîf li ser qada ramyarî ya tirk çêkiriye. Kes an jî sazî nikarin ramanên xwe yên derbarê kurdan de bi awayekî azad derbînin. Vê yekê jî bi xwe re qada ramyariyê beyar kiriye, mejî felc kirine, ramana azad fetisandiye.
Ew girseya ku tê gotin 200 hezar kes bûn, ku tevli merasima cenazeyê Hrant Dinkî bibûn, pankartên wek “Em Hemû Hrant Dink in”, “Em Hemû Ermen in” hildabûn. Gelek vekirî ye ku bi vê helwestê re mebest çi bû, çi dihate gotin. Wate di rojeke wisan de her kesî xwe dikir cihê ermenan de… Belam qet ne mumkûn e ku roþinbîr û siyasetmedar û berpirsên çapemeniyê û hwd. ên tirk di merasima cenazeyê kurdekî de helwesteke wisan nîþan bidin, berovajî, qada ramyarî ya tirk û qada siyasî ya tirk gelek musaît in ku bibêjin “Em Hemû Ogün Smast in”. Her wiha, tê zanîn ku bi kuþtinên “kiryarên wan nediyar” re bi sedan roþinbîr û siyasetmedar û karmend û mellayên kurd hatin kuþtin, ku nehêlan ew merasimeke wisan ji bo kuþtiyên xwe lidarxînin. Ew kesê bi navê Yasin Hayal, ku dibêjin, wî rê li ber Ogün Samastî xistiye da ku Hrant Dinkî bikuje, îcar dema ku di nav plîsan de ji bo pirsiyarkirinê wî dibirin polîsxaneyê, yan jî wî dibirin dadgehê, vî zilamî li hemberî kamerayên çapemeniyê gefan li tekane nivîskarê Tirkiyê yê xwedî xelata Nobel Orhan Pamukî dixwend û diqîriya digot “Bila Orhan Pamuk biaqil be, biaqil!” Wî vê hêzê, vê cesaretê ji kê digirt? Ev tawanbarên bi vî rengî, çi dema ku piþt ji dewletê bigrin, ji aliyê dewletê ve bêne handan wisan mêrêniyê dikin. Ev yek jî tenê bi riya perwerdeyê pêktê. Her wiha, ne mumkûn e ku tirkekî normal, tirkekî sade vê reftariyê nîþan bide. Helbet ev awa têgihaþtin di çarçoveya îdeolojiya fermî de, ew îdeolojiya ku her tiþtê li derveyî xwe red dike, wek diþmen dibîne de çêdibe. Her roj bi dehan kurd ji aliyê hêzên asayîþê ve têne girtin, têne zindanîkirin. Gelo ji vana kîjanî di nav destê polîsan de yan jî di nav lepê cendirmeyan de çi dema ku ji bo pirsiyarkirinê çûye polîsxaneyê, çûye dadgehê karibûye hest û ramanên xwe îfade bike û bibêje “ez ê viya bikim, an jî, ez ê wiya bikim…” ?
Digel ku salek berê ji aliyê muxbîrekî polîsan ve hatiye îxbarkirin ku dê Hrant Dink bête kuþtin jî lê te divê bila mudûriyeta asayîþa Tarbzonê be û te divê bila ya Îstanbulê be, tu mudûriyetekê ji bo pêþîlêgirtina vê kuþtinê hîç tedbîrekê negirtiye.
Rojnameya Radikal derbarê vê pêvajoyê de li hejmarên xwe yên di roja 30 û 31 rêbendan 2007 de bi kîtekît nûçeyên belav dike. Ronameya Radîkal li hejmara xwe ya di roja 2 reþemeh 2007 de dide nîþandan ku kujerê Hrant Dinkî Ogün Samast li polîsxaneyê, wek ku ew qehremanek be, pê re reftarî hatiye kirin. Her wiha, nûçeyin belav dike ku li polîsxaneyê polîs û cendirme ligel hev ketine nav pêþbeziyê da ku bi Samastî re wêneyên xwe bigirin.
Li van rojan rojnameya Gündem jî di hejmarên xwe yên 31 rêbendan û 1 reþemeh 2007 de derbarê kesekî de nûçeyan belav dike ku, ew kes ji ber tawanên “teþebusa kuþtina mirovan” û “bi xwe re gerandina çeka bêruhset” girtî bûye lê bi dirustkirina belgeyên sexte hatiye berdan. Bûyer li Dîyarbekir çêbûye. Ev kes di Girtîxaneya F-Dirûv de girtî bûye. Ev kes bi wî þertê ku karmendekî naskirî yê li Dîyarbekir bikuje hatiye berdan.
Bazariya kuþtinê li odaya îdarî ya girtîxaneyê ligel endamên JITEM ( ev navê rêxistineke taybet û pinhan a di nav artêþa tirk de ye ) hatiye kirin. Piþtî bazarkirinê ev kesê girtî pêþniyaza endamên JITEM qebul dike. Her wiha, di encamê de texlîya wî derdikeve û tê berdan. Di bazara wan de gelek vekirî jê re hatiye gotin ku dê tawanên wî ji ser bêne hildan, ew dê bi asanî bikaribe ji çend karmendên navdar xûgiyê bixwe, dê neyête girtin, polîs û artêþ dê nekevin dû wî de… Lêbelê ew kes nikare tiþtê ku jê têye xwestin bicih bîne. Ji rûyê vê yekê, radibe terka Dîyarbekir dike. Piþtî 40 rojî bêgav dimîne ku cardin vegere bo Dîyarbekir. Piþtî ku vedigere Dîyarbekir, dîsan têye girtin û wî dixînin girtîgehê. Ev e, piþtî viya, ew jî radibe erzûhalekê bo Wezareta Dadmendiyê dinivîse ku endamên JITEM zorê lê kirine da ku ew yekî bikuje, ji vê çend divêt derbarê wan de pirsiyarkirin çêbibe… Ev bûyer gelek bi zelalî bi me dide xuyanîkirin ku bê hela kîjan hêz li pey van kuþtinan hene.
Digel ku têye zanîn Ogün Samast û Yasin Hayalî Hrant Dink kuþtine, her wiha, digel ku têye zanîn ev kes ji vê kiryara xwe gelek kêfxweþ in, serbilindiya xwe didin nîþandan jî belam dîsan, ji wan re dibêjin “gumandar”. Çapemenî van merivan wek “gumandar” bi nav dike. Lêbelê heke kurd bin, te divê bila di pevçûnan de kuþtiyek an jî birîndar hebe, hê di destpêkê de navên wek “qatîl”, “terorîstên hov”, “eþqiya” têye gotin.
Hrant Dinkî di nivîsa xwe ya ku pê dihate dadgehkirin de bang li ermenan dikir û digot “Ji nav hiþê xwe tirkan derxînin, bila diyardeya tirk jehrê nexîne nav hest û ramanên we de”. Diyardeya kurd, ji rûyê reftariya hiþk a dewlet û hukûmetê, dibe bandoreke wisan ku qada ramyariya tirk; warên zanistî, warên hunerî û edebî û hwd. beyar dihêle, dike çolistan. Ev reftariya înkarkirin û tunekirinê ya derbarê kurdan de, ev bandora ku di vê riyê re têye, bandoreke wisan e ku, jehrê dixîne warên ramyarî û zanistiya tirk, van waran difetisîne. Ev reftarî ne tenê bandoreke neyînî li ser jiyana ramyarî û jiyana zanyariyê çêdike, her wiha, bandora xwe li ser siyaseta hundirîn, li ser siyaseta derve jî bi awayekî neyînî çêdike. Sedemê bingehîn ê ku nahêle di siyaseta hundirîn de gavên pêt ên demokratîk bêne avêtin û her wiha, sedemên bingehîn ên wê siyaseta derve ya bêfesal jî her ev yek e. Ji bo ku jiyana ramyarî û jiyana zanyarî geþ bibe, ji bo ku ev tarîtiya li ser van qadan bête belavkirin, hingê divê warên ramyarî û zanyariyê ji bin fiþara van cercereyan bêne derxistin. Divê ev yek wek peywireke zarûrî bête têgihaþtin. Riya vê yekê jî di geþkirina fama demokratîk re, di têgihaþtina wê re dibihure.
Bi bûyera kuþtina Hrant Dinkî re babeta ku zêdetirîn li ser têye axiftin benda 301. ya TCK (Zagona Cezayê ya Tirk) e. Masmedya, rojnameyên wek Radikal û Milliyet li ser benda 301. gelek radiwestin. Roþinbîr û siyasetmedar û endamên çapemeniyê yên tirk bênavber her li ser vê bendê daxuyaniyan belav dikin. Di vê babetê de reftariyeke azadîxwaz a pêt heye lê divê em diyardeyeke wisan jî bibînin ku, di roja 24 rêbendan 2007 de li Dîyarbekir Pêncemîn Dadgeha Asliye ya Cezayê ji ber benda 301. sal û nîv ceza li roþinbîr û siyasetmedarê kurd Îbrahim Güçlü birrî. Ev diyarde, di masmedyaya ku li hemberî benda 301. ewçend hesas e de tew nebû nûçe jî. Tenê li rojnameya Vatan wek nûçeyek hate weþandin. Ev nîþandêreke balkêþ e, ku reftariya li dijî kurd a jiyana ramyariya tirk, jiyana çapemeniya tirk bi þanî me dide.
Têye gotin ku “her awayê netewperestiyê xirab e”. Her wiha, ev gelek vekirî ye ku neteweperestiya tirk a ku van Ogün Samastan, van Yasin Hayalên ku kuþtina kurdan, kuþtina ermenan kirine serê xwe de perwerde kiriye, ev awa neteweperstî gelek nîjadperest e, negatîf e. Netewerestiya kurd ku li hemberî tunekirin û înkarkirinê dixwaze xwe bide jiyandin çima dibe xirab? Ev þaþî ye ku meriv rabe ewê ku dibêje “ez ê te tune bikim, ez ê te bikujim” û ewê ku dibêje “ez dixwazim bijîm, jiyan mafê min e jî” wekî hev bibîne. Kurdan negotine “ez ê te tune bikim, ez ê te bikujim...” û bi vî awayî gef li kesî venexwarine. Dibe ku her du neteweperestiyan wekî hev dîtin, berhemeke bêfesal a jiyana ramyariya tirk be. Bêþik û þubhe ye, ku ev bêfesalî ji ber Pirsgirêka Kurd derdikeve meydanê.
Ev awayê qisetkirinê ku ji diþmeniya kurdan hasil dibe, di wan daxuyanî û dîtinên derbarê pirsa Kerkûkê de jî xwe dide der. Derbarê vê pirsê de dîtin û gotinên kurdan tune têne hesibandin, kurd nayêne guhdarîkirin, dîtin û daxuyaniyên dewletê wek dîtinên rast ên ku qet þik û þubhe li ser wan çênabe têne qebulkirin. Ewên ku dibêjin “Kurd hemahengiya akincihên Kerkûkê xirab dikin, giraniya etnîkî dadigerînin bi ser kurdbûnê ve” qet balê nakêþin bi ser vê yekê de ku, li dewra Sedam Huseynî di çarçoveya erebkirina ( taerrub ) Kerkûkê de kurd û tirkman ji wir hatine derxistinê. Hindek jî hene, Digel ku di çarçoveya erebkirina Kerkûkê de, li salên 1960 û bi vir de, di navbera 150 û 200 hezarî de kurd hatin nefîkirin jî, lê dibêjin, ev hejmar bi qasî 10 hezar kesî bûye. Ew kesên ku dibêjin “Kurd hemahengiya akincihên Kerkûkê xirab dikin, giraniya etnîkî dadigerînin bi ser kurdbûnê ve”, lê behsa nefîkirina kurdan a li Tirkiyê, behsa polîtîkaya valakirina Kurdistanê ya ji kurdan qet nakin.
Divê li ser têgeha “nîjadperestîyê” jî bête rawestîn. Heta bi van rojên dawîn jî çi dema ku lêkolînerên kurd behsa kurdan, behsa zimanê kurdî, behsa kultura kurdî û hwd. bikirana, hingê roþinbîrên tirkan di cih de vê reftariya wan wek “þovenîstiyê”, wek “reftariyeke nîjadperestîyê” didît. Ev awir, behskirina ji kurdan û ji zimanê kurdî, behskirina ji kultura kurdî bi têgeha “þovenîzmiyê” muhakeme dike. Ev yek, di rastiya xwe de serê nîjadperestî û kirinên wê yên li Tirkyê dinixumîne, vediþêre. Ew têgihaþtina ku dibêje “ji bilî tirkan mafê jiyanê ji kesî re nîne” û ew tigihaþtina ku dibêje “ez dixwazim ligel nirxên xwe yên neteweyî bijîm” çawan dikarin bi awayekî bêfesal, bêyî ku wan têgehên ku rewþê rast îfade bikin, hatine gotin? Ev yek, divê bibe pirsa bingehîn a ramyariya tirk. Û pirsa nîjadperestiyê jî, di roja îroyîn de pêvajoyeke wisan e ku roþinbîr gelek li ser radiwestin, hewl didine xwe da ku li ser vê pirsê analîzan bikin. Ji bo ku ev pêvajo kêrhatî be, hingê têye dîtin ku ev karekî zarûrî ye, divê li ser diyardeya kurd bi hiþmendiyeke demokratîk û bi têgehên zanyariyê ligel rexnekirina îdeolojiya fermî bête rawestîn.
07.02. 2007
Wergerandina ji Tirkî : Roþan Lezgîn
Îsmail Beþikçi û Werger, Roþan Lezgîn http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2007-02-07 (4373 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |
|