Dawiya þevê
Dawiya þevê Berî çavên xwe bigirim,
ewan bi bîrhatinên te
kil dikim…
Ew hevokên narincî
ji ser wê maseya dilî
bi þahî bi destên xwe
bi vir de,
bi wir de ewan dibim…!!
Þev e,
tilûr raketî;
li benda banga sibehê ne..
ez jî hîn di nav mija sawîran de
avjeniyê dikim…!!
Çima pelik melikan,
name û helbestên te
sedbare ewan dixwînim..?
Çima xaniyan
li dora yadîgariyên evîna me
ava dikim…?*
Çima pêlikan
li ber serayên bêdengiya sawîran
disipêrim..?
ez jî nizanim…!!?
Dem û temen narawestin;
nema em dikarin
neynikan beramber xwe bikin..!!
ne ez bi rengê xwe ma me;
ne ew hinetîtik
li ser navika pênivîsa me ma ye..
Me xwe fêr kiribû
ko bi gula nû biþkivî re em vebin..
Me xwe kar kiribû
em li pey xezalan bibezin..
Xewnên me talan bûn,
dûmahî li þemala þevbuhêrkan hat..
Porê reþ berê xwe daye spîtiya arzan..
kulîna geþbîniyê*
hin bi hin nizim dibe..
ne bi destê me ye
kelpîç ji ser dîwarên temen
diherifin, û têtin xwar..!!
Em herdem pesnê xweþiya do didin;
geh bi wê em
jiyanê þermezar dikin..
Te digot: " Tiþtê çû nede dû."
li dora xwe
pir çûm û hatim
li hola temenê mijmijok
çirisîna peyama me
tête dorpêçkirin..
Kêferata me
her heye
dilê me
her ciwan e..
Em ne Xoceyê Xizir in,
Belam ew helbestvanên gerok in,
qoziyeke tarî li ku derê hebe
dixwazin
tiliyên xwe lê geþ û xweþ bikin…!!
Bi þev bû
ew þeva yekem
tenê min germa hêrisên te dipîvand..
Benda yekem,
yasa yekem,
li pertûka destûra yekem
dilbijîna yekem,
hevmeþîna yekem
û dehfika yekem..
gava lingên min û te
bi hev re bend kir…!!
Þev sar bû,
þev germ bû;
em diçûn mêvandariya
hêlînên serxoþiyê..
Rêkeftinê
qelewbûna pirsa me
bi tayê dûv derziyan re derbas nekir..
Çima pirs,
çima pirsa girs
bi dar ve ne bû..?
ne ez dizanim,
ne tu dizanî
û eger em herdu zanibin jî
hîç derzî
di laþên me de nema diçin…
10. 06. 2005.
Alain
Hinetîtik : axeke hûr e, li ser tehtoþkan çê dibe
Yadîgarî : bîrhatin
Geþbînî : çakbînî
Rêkeftin : pêrgînî,
Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Pejal
Dema weþana helbestê, 04 02. 2007
Ezîz Xemcivîn http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2007-02-04 (4742 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |