Dilniya be
Dilniya be Gewherê mebestê;
navê te jî
bi navê welatê min ve bû..!!
li bin ax û koka darê
rehên we li hilma min geriya bûn
îþev nizanim kêzika viyana te
bi ku derê de diçe..??
li ser piþta banê mebestê
paldayî me;
peyvên stêrkan dihejmêrim..
çi havîn e;
çi þevîn e?
lorik û dewê çaxê
li ber min e..
geh gepê bi hêsran re dicûm,
geh þahiyê bi strana Eyþanê re dibilînim..*
ji mêvanan
kozê ji te tenê re*dixemilînim;
ji Serok û Qeralan re
axê li ber pê te tenê
avrêjin dikim..!!
terîþeke pîþo
li doza te tenê divemirînim..
te navê min azad kiriye
te þîlana min li cegerê bi cî kiriye…!!
Te guldanka pakrewanan*
li pencera dilî geþ kiriye..!!
gava çavan bêriya te dikir
hevokên hêwî*
ji Derya ziman î difiriyan
û gava dil hizra te dikir;
li damarên kenoke
xwesteka dîtina te har dibû..!!
Dilniya be;
li evê dema dînoke
hemû qerpalên çaxînî *
ji firyana me bitirsin..!!
Sîmirê bi þahî be;
Dêw þikestin
nema dikarin
yek parçî ji laþê te bibirin,
nema dikarin
çiraxên geþbîniyê
li govenda te bivemirînin…!!
29. 04. 2005
Eyþanê : Eyþana Elî straneke evînî ye bi dengê Mihemed Arif û gelek stranbêjan hatiye gotin..
koz : cihekî ji kon e, lê cuda ye..
Guldank : Sîtila gulan e.
Qerpal : cilên kevn û qetiyayî ne..
Hêwî : ji ziwabûnê kêmtir e, hinekî þilbûn heye…
Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Pejal
Dema weþana helbestê, 04 02. 2007
Ezîz Xemcivîn http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2007-02-04 (4781 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |