Ronya – 2
Ronya – 2 Xwezî em wek navê te bengîn ba na,
wek dilê te em jiyandan ba na..
Ronya: ko berê me li dûriya xwekujînê ye..
nayê wateya ko em têkevin dûriya dil…!!
Dûriya salan,
perçiqandina gulên şevînan e..
li ber me bûn
bi bîn û reng
di destê me de bû
evîna şox û şeng…
çima ez çûm;
çima tu çûyî
gelo çima em herdu çûn..??
Dilo dîsan dil nêzîk in..
dûr naçin…
bawer bike nêzîk in…
Ew şev tev li kêmbûna demjimêrên wê jî
ta niha em ji bandora wê derneketine..
bela tu dilşad bî
her şev
dil dibin tayên lavlavkan
li ber sînorên xewnan
li hev piyar û dilovan dibin.*
12. 09.2005
Piyar : mehder, dilovanî
Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Pejal
Dema weşana helbestê, 04 02. 2007
Ezîz Xemcivîn
http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weşana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weşandin:: 2007-02-04 (4618 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |