Buhar
Buhar dibe nîþan Dîwarê ava bû,
li navbera herdu dilan…
xaka fire,
ji guhan deng girtiye…
Nerîn þikest,
li saya dûrbînê…
nabînim,
ez
û
ew
þev
û
roj,
mane li ber
kunca hevdîtina stewr…!!
Heye nexþek,
heye rewþek,
li aniya tavikê,
dîrok zîvirî
û
pelê gazinan pêça…!!
Ji serê burcê
sawîrê demê firiya.
li deþta xewnê danî,
bi hêz
li ser basikên xwe:
ji bajarê muxribê
Zîn li ber textê
Memo danî…!!
Ew çavên kor
li hêviya Yûsif vebûn…!!
tîbûna bendewariyê çû…!!
Ji niþka ve
Siyamendê Silîvî
berê xwe da oxirê
û piþta xwe da felekê…!!
Hey heye
rewþeke wisan,
wêne bi payîzê re zer bûye…!!
Gustîlk bi peymanê
nû dibe xuya…
Destê xwe hilde xanim
tu nikarî bikiþînî çiya…!!
barê giran
ewê nazikbûnê diguvêþe…!!
Ez bawer im
cihokên dil vebûne
kî tî bû;
kê firek vexwar
Perwane kulîlkê dimije
buhar nexþê perwanê dibêje…!!
Destê dewl dahiþte bîrê;
çend raman
ji xwezaya evîna te
dikiþîne ji bîrê .. !!
Dewla me av girt
û hogiriya me
li hewdê gulan dibe berbang..!!
Awir dibin yek,
berê xwe didin hêviyê
bi hev dighên armancê,
sal dizîvire;
û buhar dibe nîþan…!!
13. 03. 2000
Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Zîndana Piçûk
Dema weþana helbestê, 03. 02. 2007
Ezîz Xemcivîn http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2007-02-03 (4842 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |