Þewket Epozdemir; di 26. 11. 1993 da û Seat di Sisêyê þevê da, li Tetwanê, ji alî kujerê terorîstên Tirkan va hat þehîdkirin.
Partîya Demokrat a Kurdistan - Xoybun
P D K - XOYBUN
1943 - 26. 11. 1993 - 26. 11. 2006
Ey Qehremanên Kurdistan ê Hun Herdem Di Dilê Meda Dijîn.
Qehremanên Þoreþa Kurdistan ê Nemir in ! ...
Tekoþîna Þoreþgeran Herdem Dibê, Mirina Koledarî û Terorîzma Dagirkerên Kurdistan ê.
Bijî Kurdistanek Yekgirtî, Serbixwa û Azad
Partîya Demokrat a Kurdistan - Xoybun
http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
http://www.xoybun.com/nuceimages/Parastina_Sinore_Kurdistana_Mezin_1.jpg
* * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * *
Çar Þewket û hesret Min çar Þewket naskirin, an bi çar Þewketan ra dostanî, hevaltî û birayetî danî. Her çar jî þehîdin, her- çar jî egîdin, mêrxasin, xwenasin û rêçenasên welat û miletê xwe nin. Van herçar hêjayan ez dikarim waha rêz bikim :
1 - Abûqat Þewket Epözdemir
2 - Bînbaþî Þewket Tûran
3 - Wezîrê Encûmenê Wezîran Þewket Þêx Yezdîn
4 - Ekonomîst Þewket Akalin
Þewket Epözdemir brayê min bû. Li mintîqa Zirkan Nehya Minar di sala 1943 da hate dinê. Sereta li Minar xwend. 1955 ê bejdarê dibîstana Mamostan ya Erxanê/ Dîyarbekir kû bi navê "Dicle Öðretmen Okulu" bû kir. Piþtî Enstîtû ya Dîyarbekir ya Mamostayên Nawendî qedand û di sala 1964 ê da li Lîsa Amedê kû Zîya Gökalp Lîsesî bû cîh girt û dersên edebîyatê da.
Þewket sala 1965 ê bû endam û berpirsyarê Koma Herêmî ya Partî Demoqrata Kurdistana Tirkî yê. Sala 1968 ê kû Operasyona TKDP yê li dar ket, Þewket ji Amedê Sirgûnê Sorguna Yozgatê kirin û ewî bîryar da kû hiqûq bixwînê da kû serbest bikarê xizmeta miletê xwe bik e.
Sala 1976 ê bi Ebûqatî û hat li Tetwan ofîsa xwe vekir û bû parêze.
Ji vê salê heya kû 26 ê heyva 11 an 1993 siet sisêyê þevê ji terefê hêzên dewleta tarîva hat qetilkirin yek sanîyeyêk xwe ji xizmeta gelê kurd neda paþ.
Bînbaþî Þewket Tûran, bi 49 an ra min naskir lê sala 1965 an min wî dît û dostanîyêk xwurt di neqeba me da ava bû. Li Amedê ez wê demê di postexanê da memûr bûm. Ez û Seîd Elçî kû ne xeletbim di sala 1965 an da bihevra çûn Batmanê û dor berê Sêrtê me endamîya wîya kû serbest ketîbû helbijardinê destek kir û Seîd ji bo Kekê Þewket li Batmanê gotarêkê dirêj anî ziman. Seîd Elçî bi rastî xetîbêkê bê emsal bû.
Þewket Tûran hemî heyata xwe di ber milet û welatê xwe da xerc kir.Sala 1977 ê li xerîbîye çû dilovanîya heq. Niha tirba wî li Hesenkêfê li ser rê ye û zîyaretgah e bo hemî welatperweran.
Wezîrê Serekwezîran, an Wezîrê Encûmenê Wezîran Þewket Þêx Yezdîn, Cîgirê Serekwezîrê Hikûmeta Fiderala Herêmîya Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî bû. Di sala 1956 an li Sovyetîstanê hatîbû dinê, nîvîskar, ekonomîst û dewletsaz bû. Sala 2001 ê min Þêx Yezdîn naskir. Birêz Þêx Yezdîn bi rastî stûna hikûmeta pîroza kurdan bû û piþtî kû min bi destên wîyên nazîk û mibarek girt û Cejna wî ya Qurbana Yekê Sibata 2004 an pîrozkir, min bi eþq û xweþhalî henbêz kir, pirsa halê min û þolê min kir û deqîqeyêk þunda þerbeta þehadetê vexwar.
Þewket Aqalin jî ekonomîst bû. Li Þirnex hatîbû dinê. Li Amedê xwedîyê þerîka Botan bû. Bezîrganêk navneteweyî bû. Xarîcîyecî û dîplomat bû. Zana û welatperwer bû. Wî dixwesta di delavê tîcaretê da xizmetên giring bik e. Þewket Aqalinê rehmetî digo; "-kû ez bikarîbim Amed û Hewlêr bi rîya tîcaretê bînim ba hev bese û ev yek miradê min yê herê giringe."
Þewket Aqalin roja Yekê Sibatê li Hewlêrê hat cejna min pîroz kir. Ew û Midûrê Plansaza Wezareta Darayyî Newzad Receb Botanî bûn. Em li gel hev çûne Cejna Leqa didûyan û ev herdû kes jî li gel wan hevalên hêjayên wek Sad Ebdillah, Þewket Þêx Yezdîn, Samî Ebdirehman, Mehmûd Xalo, Ekrem Mentîq, Mehdî Xweþnav û nêzî 80 kesên dewletsaz, sîyasetvan, teknoqrat û parêzvan gihan karwanên þehîdan û ez ji herdû Þewketên ezîz dû metir ne dûr bûm.
Van herçar Þewketan û herçar þehîdan li Tetwan û Heskîf û Amed û Barzan cîyên xwe girtin e. Herçaran jî keç û kurên hêja li peyî xwe hiþtin e.
Herçar jî Þehîdên ezîz û bi nav û dengîn. Þewket Bînbaþi herçend kû bi rehma xwedê wefat kirîbe jî, ewî hîç atlebûn bi xebata xwe ya millî nekir û ne li welatê xwe, li xerîbîyê ço dilovanîyê.
Bê guman herçar jî di nava nûra Yezdanda û li ceneta rengînda nin..
KÝLAMA ÞEHÎDÊ TETWANê Lo lo Brayo.. Lo .çirayo.. Çira mala babê min tefîyayo...
Ezîzê dilê mino zivistana vê Serhedê lo lo pir dijwar e...
Di vê þevê, þevtarîyê dewleta zalim Þewketê
bira ji bermalê revandî ye...
Ez nizanim gelo girtî ye..An kuþtî ye..An jî birîndare...
Vê þevê þîn û girîn ketîye mala babê min brayoo...
Bi têl û telefonan li Enqera þewitî, li nasan û dostan ez digerim..
Bi hêvî yû bi gilî yû bi hawar e...
Þev dirêjin sibe nayê wey birayo...
Me ne sebr e, ne tebat e lo ne seqar e...
De gelî Tetwanîyan... Norþênî û Hîzanîyan...
Þewketê bira parêze bû... Mêrê tengîyan bû...
Gava li we dibû teng û tarî bo we ew bû delîl û çar e...
Xwedêyo, Rebîyo.. Çi zor û zehmete kû miletêk bindest bi...
Weka kerîyên pezên bê þivan û parêzvan...
Bikevin binê hikmê lo gurên hare....
De rabe, ezîzê mala babê mýno rabe...
Dost û heval û hogir û malbata te xemgînin lo bê te nabe...
* * *
Þehîdim.. Keko ez þehîdê Tetwanim...
Babê Serdar û Serhed û Þîlanim...
Xwenasim.. Bawermend û xwendevanim..
Parêzeme.. Mamoste û sîyasetvanim...
Serokê Depê û Mafê Merîvan im...
Xwedîyê yazde xwîþk û bira û bi sedan xwarz
û biraz û Mamoza nim...
Ez ji neferêk ji neferên rêbaza rizgarîya lo me kurdan im...
* * *
Lo lo birayo...
Ezîzê dilan sibeye lo vê sibekê wezê nizanim lo kuda herim...
De wezê ji Enqerê heya bajarê Bedlîsê li mebûsan,
li wezîran, li walîyan lo her digerim...
Birayê min winda ye ez xemgînim,
bi kul û bi hesret û bi kederim...
Destê min destê binê kevir e, bê Çar û bê neferim...
Babê qelsim lo brayo...
Bê tac û text û bê dewlet û bê artêþ û bê leþkerim...
Þehîdim.. Keko ez þehîdê Tetwanim...
Babê Serdar û Serhed û Þîlanim...
Xwenasim.. Bawermend û xwendevanim..
Parêzeme.. Mamoste û sîyasetvanim...
Serokê Depê û Mafê Merîvan im...
Xwedîyê yazde xwîþk û bira û
bi sedan xwarz û biraz û Mamoza nim...
Ez ji neferêk ji neferên rê baza rizgarîya lo lo me kurdan im...
* * *
Lo lo brayo.. Sibe ye li me hatî dana nîvro lo ber êvar e...
Cendekê babê Þîlan avêtin e deþta Rehwa,
li Textelû lo lo li ser befra sar eee...
Ji vêderê hildane avêtine nexweþxana bajarê Bedlîsê...
Dibêjin xweda giran be, ev cenaze ne nas e
û ji xwînxaran lo ne dîyar ee...
Dê ka bêje birayoo...
Gava ez hatim ser laþê birayê xwe û min egala
Filistînî ji ser ruyên te hilanî...
De ka bêje ev derdê giran çi dijware û çi xeddar e...
De heyfa min li tû heyfê nayê, heyfa min tê,
Kû dijmin bi hezaran ronekbîrên kurdan kuþtin,
lê ne xwedî û ne gazî û ne hewar eee...
De rabe, ezîzê mala babê mýno rabe...
Dost û heval û hogir û malbata te xemgînin lo bê te nabe...
* * *
Þehîdim.. Keko ez þehîdê Tetwanim...
Babê Serdar û Serhed û Þîlanim...
Xwenasim.. Bawermend û xwendevanim..
Parêzeme.. Mamoste û sîyasetvanim...
Serokê Depê û Mafê Merîvan im...
Xwedîyê yazde xwîþk û bira û bi sedan xwarz
û biraz û Mamoza nim...
Ez ji neferêk ji neferên rêbaza rizgarîya lo me kurdan im...
* * *
Lo lo brayo.. Cenazeyê birayê minê ezîz vê þevê þuþtin danîn e
Mizgevta Mezin lo ya Tetwanê...
Li alîyêk þîn û girîn ketîye nava qîz û bûkan,
li alêk din dengê qiraeta lo vê qranêê...
Ev dewleta zalim li serserê me kombûn e..
Dibên ferman hatîye ji Enqerê...
Wê hun cenazeyê Þewket veþêrin vê þevêê.. Lo lo brayo...
Vê tarî û taristan û befr û baran û lo vê mijê vê moranê...
De rabe, ezîzê mala babê mýno rabe...
Dost û heval û hogir û malbata te xemgînin lo bê te nabe...
* * *
Þehîdim.. Keko ez þehîdê Tetwanim...
Babê Serdar û Serhed û Þîlanim...
Xwenasim.. Bawermend û xwendevanim..
Parêzeme.. Mamoste û sîyasetvanim...
Serokê Depê û Mafê Merîvan im...
Xwedîyê yazde xwîþk û bira û bi sedan xwarz
û biraz û Mamoza nim...
Ez ji neferêk ji neferên rê baza rizgarîya lo me kurdan im...
* * *
De rabe, ezîzê mala babê mino rabe...
Dost û heval û hogir û malbata te xemgînin lo bê te nabe...
.....
Têbinî :
Bo 12 Sal borîna Þahadeta Þehîdê Tetwan û birayê minê ezîz, Mamosta, Hiquqnas û merivperverê hêja Þewket Epözdemir min vê kilamê nivisand.
Ez hêvîdarim kû Dengbêjên Kurdan bi avazên xwe yên xweþ vê kilamê ji hemî Kurdan ra bikin mal. Lewra ev kilam kilama hemî Kurdistanîyane û drama welatê meyê bindest e. Ez bawerim wê ruhê hemî Þehîdan bi vê kilamê geþ bibî.
Bi rêz û rûmet…
Þakir Epozdemir
* * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * *
http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
http://www.xoybun.com/nuceimages/Parastina_Sinore_Kurdistana_Mezin_1.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2006-11-25 (4158 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |