We Çi li Evînê Kir Hun Bi Wê Re Ne
We Çi li Evînê Kir Hun Bi Wê Re Ne Hin kes in, bi xwe tên, xweristiyên xwe de ne
Hin kes bi serê xwe tên, bi ramanên xwe ve ne
Hin kes in, bihîstin tên, bi guhdanên xwe ve ne.
Ji hin kes bûn, çûn, ekserî dilsariyên xwe de bûn.
Hin kes in, bi can tên, di dilþewitiyên xwe de ne
Hin kes in, ji dijwariyan tên, di cenga xwe de ne
Pirtir hîn kes in, bi rewþê tên, di meþa xwe de ne.
Ji hin kes bûn, çûn, tengijînên dilên xwe de bûn.
Hin kes in, bi herêmî tên, di jiyanên serkî de ne
Hin kes in, bi rizgarî tên, di welatên xwe de ne
Hin kes in, bi hemgelî tên, hîn bêhtir cîhanî ne.
Ji hin kesan bûn, xwe firandibûn bi navên nemirî.
Em û hun kes in, bi afirandinên xwe em ne kes in;
We çi li evînê kir, evîna we ew e, hun jî ji wan in.
( Sewta Berbangê )
Abdullah Karabag
23. 11. 2006
* * * *
Jêrenivîs : kurepisteke pêþbîn:
Yên ku bi ser navê rexistinê(a bakurî)
jiyanên xwe bi qirêj didomînin, derew
û îftira mekin ; min du dewletên þevereþ
di solekê de fetisandin, hun jî...
Ne þervan im-bi þerwar im-, ez hozan im,
ji we bêhtir dildar û evînkêþ im, siyê mekin!
Abdullah Karabag
23. 11. 2006
Abdullah Karabag http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2006-11-23 (4884 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |