Abdullah Karabag : Rêdanên Rêçan De Bûme Zihîn
Rêdanên Rêçan De Bûme Zihîn Difikirim, li rûyê te me, pêgirtin bi lêvên kenî ne
Ne kûr in, ma ne dûr in, ma bê çav in hinarikên te,
Çêja min þîrîn kirin, ne bi diran, ma ne bi gez bûn,
Tên alav di gotinan de ku wan ji rêçên min didizin
Ma kî ne, ma çi ne, ma min bîrkiriye, nezanî çi ye
Ku xweziya te hebûye ji bo ramusaneka ne bi dên
Min ê bi tewreka rengîn kena hiþka te vêxistibûya.
Wekî tiþtekî destanî an jî wekî tiþtekî avsûma çîrokî
Dibe ku wekî teyrekî spî be an jî þahbazekî seydvan,
Na, dibe ku ne wer e ew, dibe ku dijî aqil û jîyanê be
Û bi serê xwe, di çîrokên rûspîyên li ber agiran de be
Û bi rewþeka hunerî û dewlemend tim bê þayesandin.
Wisa gerîn bi guhartin, weke hespeka ji behrê zayiye
Lê belê, teyrê spî ye: bi niqul, bi stûyê dirêj, bi perik..
Xwe li min digre, xwe li fikira min digre, gelo, çima,
Museleta bala min ê, pêþiyê li min distîne, ma rêgir e
Na, dibe ku reber e, nameberê hezê ye, qey dildar e,
Na, dive ku di weswesiyên min de tiþtekî bê emsal e.
Dema ku ew nîgarên spî, bi xiyalan ve tên bîra min
Kenekî reþ û perespandî dikeve lêvên min û gesdike,
Dibe ku tiþtên ji hev cûda nin: çûn û hatin, pêk û rêç
Ya ku min dikizirîne di destê min de ye: kulmek ax e
Yên ku min dilminî dikin birisînên lêvikên rojê bûn.
Bin dareka zarînê me, þah existin, baz firandin: spî ne
Benda wan im, dibe ku bizivirin, bêper im, hêvîdar im.
( Sewta Berbangê )
Abdullah Karabag
18. 11. 2006
Abdullah Karabag http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2006-11-18 (4690 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |