Ne Bi Xewn Ne Bi Xewnexavan
Ne Bi Xewn Ne Bi Xewnexavan Min Lenîn dît, ne xewn bû, ne xiyal bûn
Bi rastî, şewka wî li serî, kapût li mil bû.
Bi ramandarî, digeriya li Rojhilata Navîn
Ku navenda cîhê, jêderka mirovahiyê bû.
Ku erdên berxwedan û serhildanên pîroz,
Ku şûnên bihevketin, serketin û têkçûnan.
Min bîst, Lenîn digot: dem hate guhertin lê
Fikir û zikir nehatine nûyandin, pêagahî ye !
Min Lenîn dît bibîranînê, ne şev bûn, ne roj
Li halên Welatên Rojhilata Navîn hûr dibû;
Çerx ji jehrê, heyam, ji heyamên şoreşan bû.
Ji nû ve: dîtin, xwendin, têgihîştin, rêxistin û
Hêçandin di koman û pêngavên têkoşînan de,
Ku gel vîn in, vîn gel in; pîvan, pîvanê ke ne !
Belê, min ku Lenîn dît, bi lêpirsîn: ol û oldarî ?
Got: ez ne ji resûlên Xwedê me, bi we kar im !
Perestîşxanê vekirî ne; ez ji bo bihuşta jînî me,
Ez mirî me lakîn karker û xebatkar ne mirî ne !
Abdullah Karabag
( Sewta Berbangê )
Abdullah Karabag http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weşana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weşandin:: 2006-10-23 (4953 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |