Ber bi serokatiyê ve...
Mistefa Barzanî hê ji zarokatiya xwe ve di nav þerê azadiyê de pijiyabû. Bûyerên ko li çaraliyê Kurdistanê dibûn û rewþa malbata wi tesîreke mezin lê kiribû. Þertên Kurdistanê û bûyerên giran ew hê di zarokiyê de derxistibû pêþ. Ew êdî merivekî bîrewer û bi rûmet bû. Wî Kurdistan jî baþ naskiribû. Dema li bakur bû rewþa kurdên wirê û sîyaseta dewleta tirk, çaxê ew nefî kiribûn nav ereban jî rewþa ereban bêtir fêm kiribû. Ew her wiha di Medreseya Kurd de jî þagirtekî zana û bîrewer bû.
Barzanî mîna serokeþîrên din ji gelê xwe ne dûr bû. Wî êþa gelê xwe baþ fêm kiribû û ji çareserkirina wê re jî bi her awayî çalakî dikir. Nefspiçûk û aram bû. Ne merivekî kîndar û çavnebar bû. Lê bi sebir bû û xwedî baweriyeke pir qewî bû. Tevî ko car bi car xiyanet dîtibû û jiyabû jî, tu caran bêbawer nebû. Li gorî wî pêwîst bû ko gelê kurd xwe bi rêxistin bike. Ji vê pê ve tu rê tune bû. Bi tenê rêxistineke xurt û bi bawer dikaribû gelê kurd ji bin zordarî û bindestiyê rizgar bikira.
Wî hê di xortaniya xwe de ji serhildanên kurdan re bi her awayî alîkarî kiribû. Bi vî awayî jî hem wî Kurdistanê nas kiribû û hem jî kurdan ew baþ nas kiribû.
Di sala 1943an de dema ew li Suleymaniyê li surgûnê bû, bi alîkariya kurê Berzencî ji wirê reviya. Tevî çend hevalên xwe pêþî derbasi Kurdistana Rojhilatê bû û piþtre jî vegeriya Barzan û li wir bi cî bû.
Piþtî ko li Barzan bi cî dibe, li Çolemêrgê serhildana Saîd Birokî dest pê dike û Barzanî tevî leþkerên xwe diçe alîkariya wan dike. Herçî serhildan zêde dom nake û zû têk diçe jî, lê navê Barzanî pir belav dibe û êrîþên ko dibe ser dijmin, di nav gelê kurd de nav û deng dide.
Piþtî vê bûyerê Barzanî derbasî Barzan bû û vê carê bi xwe serî hilda. Li ser vê kurdên Mehabadê ji Barzanî re nameyekê diþînin û jê daxwaz dike ko serhildan bi tenê di nav sînorên baþûrê Kurdistanê de nemîne. Kurdan her wiha daxwaza civîneke neteweyî jî dianîn rojevê.
Lê Barzanî vala ne disekinî. Wî ji hêlekê ve êrîþan dibir ser qereqolên dijmin û xwe ji çekan ve xurtir dikir û ji hêlekê ve jî ji eþîrên kurd re xeber diþand da ko piþtgiriyê bikin. Lê çî mixabin gelek eþîr dûrî serhildanê diman. Her wiha di navbera eþîran de dubendî û neyartî jî ji serhildanan re xetereke mezin bû. Barzaniyan ev baþ fêm kiribûn. Di navbera malbata Barzaniyan û Zîbariyan de jî nakokiyeke kevn hebû. Malbat biryar dide ko vê nakokiyê ji ortê rake. Li ser vê Mistefa Barzanî bi keça serokeþîrê Zibariyan re dizewice û bi vî awayî ev nakokî jî bi dawî tê.
Hukûmeta Iraqê li ser bûyerên ko li Kurdistanê dibin malbata Barzanî careke din bi hêla Hîlleyê ve nefî dikin. Serokwezîr Nûrî Saîd bi hîle û zor li ser navê Þêx Ehmed Barzanî name jê re diþîne da ko Barzanî teslim bibe. Lê bersîva Barzanî dibe êrîþeke giran a ser hêzeke mezin a Iraqê.
Di vê demê de Partiya Hêvî ji vê rewþê zêde hêz digire û di nav gel de bi rêxistin dibe. Partî hê di vê demê de ji hukûmetê dawxaza otonomiyê dike. Hukûmet li ser vê daxwaza kurdan "Wezareta Karûbarên Kurdistanê" dadmezrîne û gelek kurdên ko di daîreyên dewletê û di nav hêzên leþkerî de kar dikirin, derbasî nav hêzên kurdan dibin.
Barzanî di dawiya sala 1943an de navbirekê dide êrîþên xwe. Armanca wî ew e ko bi awayekî siyasî û bêyî ko xwîn birije, pirsa kurdan hel bibe. Ew di sibata 1944an de diçe Bexdayê û digel daxwazên Partîya Hêvî ji hukûmetê re pilanê çareserkirina pirsa kurdan pêþkêþ dike. Hukûmeta Nûrî Saîd hinek ji van daxwazan qebûl dike û dixwaze ko di meclîsê de van bide qebûlkirin. Lê ev pêþneyar û hinek pilanên din ko wî dixwast bi cî bîne, di meclîsê de qebûl nabin û Nûrî Saîd xwe vedikiþîne. Piþtre jî hukûmeta Hamdî Paçacî tê damezrandin.
Barzanî dîsa derdikeve serê çiyê û li wir qerergeh vedike. Lê wî êdî dixwast tekoþînê bi awayekî rêxistinî bidomîne û di sibata 1945an de di serokatiya wî de Partiya Azadî tê damezrandin. Partiya Azadî Kurdistaneke otonom kiribû armanca xwe.
Lê Împaratoriya Îngîlîzan û hukûmeta Iraqê li hember vî gavê nû bêdeng ne man. Car bi car êrîþ birin ser kurdên azadîxwaz. Barzanî û leþkerên kurd di tebaxa 1945an de li hember êrîþên dijmin berxwedaneke mezin pêk anîn û hêzên dijmin ji hev belav kirin.
Barzanî ji hêlekê ve li hember hêzên dijmin ko bi sed caran bi hêztir bûn þer dikir, ji hêlekê ve jî hewil dida ko serhildana kurdan fereh bike da ko bibe serhildaneke neteweyî. Wî car bi car bangî rêxistin û serokeþîrên kurdan dikir da ko di nav þoreþê de cihê xwe bigirin. Tevî vê jî mîna piraniya caran gelek eþîr dikevin himbêza dijmin û êrîþ dibin ser þoreþa gelê xwe.
Dê vê carê jî çaraliyê þervanên kurd ji teref dijmin ve bihatina zeftkirin. Weke ko tanq û topên leþkerê dijmin ne bes bin, piraniya eþîrên kurd jî êrîþ dibirin ser þoreþê. Her wiha leþkerê tirk jî ji jor ve dor li hêzên kurdan girtibû. Dê vê carê jî serhildana kurdan ji teref dijmin ve û bi piþtgiriya kurdên xwefiroþ bihatina þikestandin.
Piþtî ko þer têk çû, Barzanî bi malbata xwe û tekoþerên xwe re derbasî Rojhilatê bû. Wê helbet careke din dora wan bihata. Serhildana 1943-45an jî bi vî awayî negihîþt armanca xwe.
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2003-03-14 (4820 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |