Rewþa Iraqê
Çaxê Iraq di sala 1932an de dibe endamê Yekîtiya Neteweyan, hingê li ser kaxez li Kurdistanê cihê ko kurd tê de piraniyê pêk dianîn, zimanê fermî kurdî û erebî hat qebûlkirin. Li gorî peymanê pêwist bû ko beþek ji hatina aboriya neteweyî li Kurdistanê bihata mesrefkirin. Lê di rastiyê de rewþ qet jî ne wisa dimeþiya. Ne xwendegeh û ne jî riyên welêt hatibûn avakirin û ji hêla aborî ve jî rewþ pir xerab bû.
Lê ji hêla têgihîþtina pirsa neteweyî ve rewþ roj bi roj diguhirî. Kurd hêdî hêdî þiyar dibûn û li doza xwe xwedî derdiketin. Her wiha Partiya Komunîst ko endama Komînternê bû û Partiya Gel ko xwe sosyalîst dihesiband, xebata xwe eþkere dikirin.
Di sala 1936an de general Bekir el-Sidqî dest danî ser hukim. Hatina Bekir a ser hukim rewþê hebekî pozîtîf guhirandibû. Êdî nîqaþeke eþkere hebû û meriv dikaribû xwe bi þêweyeke azad îfade bikira.
Lê ev azadî zêde dom nekir. General Nûrî Saîd tevî hevalbendên xwe yên nîjadperest bi alîkariya Îngîlîzan Bekir el-Sidqî ji ser hukim daxistin û ew kuþtin. Dê vê rewþa nû tesîreke zêde li ser welatperwerên kurd bikira û ew mecbûrî jiyana îllegaliyê bikira.
Ev rewþa nû û zordariya serdestan, kurd bêtir nêzî hev dikirin. Ji hêlekê ve eþîrên din xwe nêzî malbata Barzaniyan dikirin û ji hêlekê ve jî kurdan gav bi gav ber bi avakirina rêxistineke neteweyî ve gavên girîng diavêtin.
Di sala 1939an de di bin serokatiya Refîq Hilmî de Partiya Hêvî hat damezrandin. Tevî ko Partî çi bêje herkesî himbêz dikir jî, bi taybetî du fikrên girîng xwe didan diyarkirin. Alîgirên fikra yekem dixwastin bi îngîlîzan re pêwendî bête danîn da ko bi alîkariya wan mafên kurdan têkeve rojevê. Xwediyên fikra din jî dixwastin bi Sovyetê re, ko niha ketibû nav Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, pêwendî bête danîn. Li gorî wan îmkaneke pir mezin hebû ko li wirê bikaribin ji rewþê îstîfade bikin û di bin bandora Sovyetê de kurdan bigihîjînin azadiyê. Lê çi mixabin berpirsiyarên Hêviyê negihîþtin encamekê û nakokî her dom kir.
Di sala 1941an de Reþît Alî dest datîne ser hukim û bi Elmanyaya Hîtler re pêwendî datîne. Lê Îngîlîzan bi alîkariya kurdan êrîþ birin ser wî. Her wiha di vê demê de dezgeha mîsyonerên elmanî li Tehranê jî hebû. Herçî þah Riza xwe bêteref îlan kiribû jî, baweriya Hêzên Yekbûyî pê nedihat û nikaribû bi taybetî ji bo petrolê çavên xwe ji hebûna elmanan re bigire.
Li hêla din peymana navbera Stalîn û Hîtler jî bi dawî hatîbû û hêzên leþkerî yên Elmanan êrîþ biribû ser Sovyetê. Vê rewþê Sovyet jî ji bêçareyî beþdarî nav Hêzên Yekbûyî kiribû. Di tebaxa 1941an de leþkerê rûs ji bakur ve û yên îngîlîz jî ji hêla Iraqê ve ketin Îranê.
Vê rewþa nû bala kurdan jî kiþandibû. Êdî Rojhilatê Kurdistanê bûbû cihê herî girîng. Partiya Hêvî ji bo ko rewþê bibîne û raporekê amade bike, Mîr Hac diþîne Mehabadê. Mîr Hac li Mehabadê berpirsiyarê "Komeley Jiyanewey Kurdistanê" dibîne û herdu li ser rewþê dûr û dirêj diaxifin.
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2003-03-14 (4840 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |