Ji Boy Aşîtîya Cîhanê, Hewceye Nexişê Kurdistan ê Bigîhîje Ewropa yê.
Ji Boy Aşîtîya Cîhanê, Hewceye Nexişê Kurdistan ê Bigîhîje Ewropa yê. Dagirkeran Kurdistanê kiriye 5 qet û ji mera dibêjin Perçeker. Kenê merovan bi direwên wan tê. Ji van dagirkeran yek Komara Tirkiyê ye. Em Kurd ne Perçekerin em şervanê yekîtîya Kurdistanê ne. Perçeker dagirker bixwaye. Ev dagirkerê hov tenê ne dagirkerê Kurdistanê ye, Welatên di dîrokê da Qaşo navên wan Konstantînopolîs, Pontos û Anatolîa bu jî li ber tofana dagirkerîya Selçuk' î û Osman' î yan ket. Bi rastî berîya wextan, Konstantînopolîs, Pontos û Anatolîa Cîh Warê Kurda buye.
Bi angorên lêkolînên min. Konstantînopolîs, Postos û Anatlîa jî berê Kurdistan buye. Kurdên ku ji Eşîra HATÎ li wan deran hukum kirine.
Nexişê Kurdistan ê : http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg
Girikî yan ango Yunan' î yan hatine dîyarê HATÎ yan û wî welatê nuranî dagir kirine. Piştê vî dagirkerî yê sê Welatên bi navê, Konstantînopolîs, Postos û Anatlîa çê kirine. Berîya wê demê, navê ser bajêrê wî herema Kudistanê, Xwaş Bajêr buye. Bajarê ku di dema Hatî yan da navê wî Xwaş Bajêr buye, îro bi navê Perî Bacalari tê naskirin.
Eşîra HATÎ yan du Şax bune : 1 - ) Godî bu ye. 2 - ) Şêxusî ( Şêxî ) bu ye. Hatî yên Godî bune, li İstenbolê û li bajarên der û dora xwe hukum kirine. Lê Hatî yên Godî, hetanê Enqere yê jî dijîyan. Hatîyên Şêxusî ( Şêxî ) bune li Ezmîr ê û li bajarên der û dora xwe hukum kirine. Lê Hatîyên Şêxusî ( Şêxî ) ji Enqerê yê û hetanê İstenbolê jî jîyane. HATÎ yên Godî û Şêxusî ( Şêxî ) bu, Ola wan, Ola Êzîdî bu. Hinek Mîrên îro, Şêx û Pîrên Îro Êzidî ne û Şêxên û Sêyîdên Îro Mislimanin Şêxusî ( Şêxî ) bune.
Hatîyên Godî û Şêxusî ( Şêxî ), bi navên îro, li van herem û bajêrên li jêr jîya ye :
1 - ) Herema Marmara ( Herema, Marmara ) ; Edirne, Kırklareli, Tekirdağ, İstanbul, Kocaeli, Yalova, Sakarya, Bilecik, Bursa, Balıkesir, Çanakkale
2 - ) Herema Ege ( Herema Ege ) : Îzmîr, Manisa, Aydın, Denizli, Kütahya, Afyon, karahisar, Uşak, Muğla
3 - ) Herema Behra Reş ( Herema, Karadeniz ) : Rîze, Tirabzon, Artvîn, Sînop, Tokat, Çorum, Amasya, Samsun, Zonguldak, Bolu, Dûzce, Karabuk, Bartin, Kastamonu, Bayburt, Gîresun, Gûmûşhane, Ordu.
4 - ) Herema Behra Sipî ( Herema, Akdeniz ) : Adana, Osmaniye, Antalya, Burdur, Hatay, Isparta, Mersin, Kahraman Maraş
5 - ) Herema Anatolîya Navîn ( Herema, Îç Ana Dolu ) : Aksaray, Ankara, Çankırı, Eskişehir, Karaman, Kırıkkale, Kırşehir, Konya, Nevşehir, Niğde, Sivas, Yozgat, Kayseri
Lê îro li van herem û bajarên li jor, Kêmnetewên Curbecur dijîn. Kêmnetevan li van herem û bajêran dijîn, îro wekê Tirk tê nasîn. Îro li van bajarên li jor jî, gelekî Kurd dijîn... Dema Kurdistanekî serbixwa avabe û dawî li Komara Tirkan were, emê navê bajarên Kurdistan ên bi Tirkî biguhurînin û bikin Kurdî... Dibe em bi lêkolînan navên bajarên Kurdistanê ên di dema Medya yê da hînbin. Dibe ku em navê hinek bajêran hîn, nebin lê emê navê Kurdistanî li bajarên xwe daynin.
Komara Tirk wekê heremên li jor, li bakurê Kurdistan ê, navên herem û bajarên Kurdistanê, ên îro Kurd lê dijîn, bi van navana guhertî ye :
1 - ) Herema Serhedê ( Anatolîya Rojhilat – Doğu Anadolu Bölgesi ) : Ağrı, Ardahan, Bingöl, Bitlis, Elazığ, Erzincan, Erzurum, Hakkari, Iğdır, Kars, Malatya, Muş, Dêrsim (Tunceli ), Van, Şırnak
2 - ) Herema Botan ( Anatolîya Başurê Rojhilat - Güney Doğu Anadolu Bölgesi ) : Batman, Diyarbakır, Gaziantep, Kilis, Mardin, Siirt, Şanlıurfa
Hukumdarîya Hatî yan, bi navên bajarên îro di sinorên van deran da bu ye : Edirne, Kırklareli, Tekirdağ, İstanbul, Kocaeli, Yalova, Sakarya, Bilecik, Bursa, Balıkesir, Çanakkale, Îzmîr, Manisa, Aydın, Denizli, Kütahya, Afyonkarahisar, Uşak, Muğla, Rîze, Tirabzon, Artvîn, Sînop, Tokat, Çorum, Amasya, Samsun, Zonguldak, Bolu, Dûzce, Karabuk, Bartin, Kastamonu, Bayburt, Gîresun, Gûmûşhane, Ordu., Adana, Osmaniye, Antalya, Burdur, Hatay, Isparta, Mersin, Kahraman Maraş, Aksaray, Ankara, Çankırı, Eskişehir, Karaman, Kırıkkale, Kırşehir, Konya, Nevşehir, Niğde, Sivas, Yozgat, Kayseri
Hatî, Neqişbend û Pîşekar ( Sanatkar ê ) hebu ye. Ango di nav hatîyan da, pir Neqişbend û Pîşekar ( Sanatkar ê ) Qesir, Xanî, Duwar û Suran hebu ye.
Eşîrên îro, ya bi navên Ezdînî, Jîrkî, Birukî, Bekiri ( Gawestîyan ) û Şex Bizinî şaxek ji Godî ya ne.
Bekiriyan dema ji bajarên Hatîyan û piranîya wan ji Îstanbolê koç dikin diçin Amedê. Bekiri yan li wêderê Sura Amedê çê dikin û li der û dorê Amed ê hukumdarî yê girtine Destê xwe. J ber vê sebabê, di wê demê da, navê heremê buye Dîyarê Bekir.
Memê Alan bixwa jî Godî ye. Kurê Mîrakî ji bajarê İstanbol ê buye. Dema Rum’a Welat ê Hatî yan dagir dike. Malbata Mem ê Alan koçê bajarê Ezmîrê dike û paşe jî koçê Alanya yê dikin. Dema Ruma vê derê jî dagir dikin, wê demê jî, Malbata Mem ê Alan, koçê Îskenderun ê dike.
Eşîra Ezdînî yan, li herema Serhedê ya li bakurê Kurdistanê, îro sê Şaxe : 1 - Kolosî 2 - Heqarî 3 - Lewendî.
Malbatên Mîrê Botan, wekê malbata Mîr Ezdîn ji bajarê Ezmîr' ê ( Îzmîr ) bunin, lê Qesrên wan li İstenbolê jî hebu ye. Tê zanîn Ezdînî yan li İstenbol ê jî jîyana. Dema bajarê Ezmîrê ji alîyên Ruma tê dagirkirin, malbata Mîr Ezdîn diçe Cizîra Botan û Mirektîya xwe li herema Botan dimeşînin. Dema Moxol û Selçuqî dikevin Kurdistanê dagir dikin, pir êrişên malbata Mîr Ezdîn û eşîra wan dikin. Piştê Moxol û Selçuqî yan Devleta Elî Osmanî malbata Mîr Ezdîn û eşîra wan tar û mar dikin û bajarên her çar perçeyên Kurdistan ê bela dibin .
Em hîn dibin kû, di dîrokê da, Bîzans bixwa jî dagirkerê welatê Kurdistanê bu. Zulim, zordarî û hovîtîya Selçuk' î, Osman'î û Tirka bi me kiriye, ji alîyê Bîzansê jî Zulim, zordarî û hovîtîya bi serê Kurd û Kurdistan ê hatiye kirin. Lê dibê vana û kirinê wan, bê cilm nemîne.
Belê cilma wana, bila ev be : Bila Kurdistana Yekgirtî û Serbixwa avabe û hetanê Anatolîa, Pontos û Konstantînopolîsê, ev welatê kû berê Kurdistan buye îro jî bibe welatê Kurdistan û ev welatê Şîrîn û Nuranî bibe perçeyek Ewropa yê.
Berîya avabuna welatên Konstantînopolîs, Pontos û Anatolîa ya yê, wan deran welat û warê Kurda bu. Ango, welatê Med ya yê ( Kurdistan ê ) ji alîyê Ruman va hatiye dagirkirin û welatên bi navê Konstantînopolîs, Pontos û Anatolîa hatiye damezirandin. Emê navê Konstantînopolîs, Pontos û Anatolîa ya, kevn heremên Tirki ya îro bikin Herema Koma Gelan. Ango ev herem, dibin destura Parlamentoya Kurdistan ê da bimîne û wek perçeyek Kurdistanê be. Tev Kêmnetewên di vî Herema Koma Gelan da ji alîyê Kurd û Kurdistanê were parastin. Ev der bibe Kelaya Demokrasîyê modelek numune ji alîyê Kurdian li cîhanê were damezirandin. Her waha nîzikê sê mîlîyona tirk jî wekê Kêmnetewan li herama Koma Gelan bijîn. Ango, emê ji Enqerê yê wêda hetanê Edîrneyê û Tekîrdaxê bikin Herema Koma Gelan.
Selçuk' î, Osman' î û Tirk li ser Şerjêkirina Serê Merovan xwa parastine û bi xunrijî, kedaxwari Heytehol ( Seltenet ) jîyana xwa berdewam kirine. Wan netewa Rum û Armenî fetisandin. Tenê netewa Kurd zindî ma. Li Kurdistanê û li welatên curbecur Şest Milyon Kurd heye. Ev ji marjî qenderê Şeş welatê Ewropa yê heye. Şerma merovatîyê ku îro Kurd bê welate û Serbixwa nine
Di bin bandora Komara Tirka da Bistu Yek Kêmnetew, bi milyona heye û wekê Leşkerên Civandî ( Devşîme ) maye, namus û heya wan paymal buye. Tu kesek tuneye wan Kêmnetewan bi awakî demokrasîyê biparêze û li mafên wanê civakî xudî derkeve.
Tenê dawî li Komara Tirkiyê ne, hewceye dawî li Komara Surî yê û İaqê jî were. Pî û baskên Îranê jî were hurkirin. Îran welatekî piçuk bimîne û paşê Rejimek Demoqratîk li wê welatê were sazkirin.
Hewceye Kurdên rewşembîr, ronekbîr û siyasetmedar li ser wê yekê bisekinin û wê ramanê bi hevra xurt, geş û ron bikin. Ez bang li sazî, rêxistin û partîyên Kurdistanê jî dikim em li ser vê yekê bisekinin.
Ger şîrîgên Kurda ên îro wek Birîtan ya Amerîka û piştgirên wan, di wî warêda piştgiriya me Kurda neke, eme bi serê xuwa nikaribin Kurdistanek Serbixwa û Yekgirtî ava bikin. Ev yek jî sedemek têkçuyîna projeyên Devletên Şirîgkare û bi vî sedemê projeyên Devletên Yekîtîya Amerîka yê û Birîtanî yê serê xwa negire. Ewê Kurd jî tu carê bi serê xwa nikaribin Kurdistanek azad biparêzin, ji berku mayîn û hebuna dagirkerên Kurdistan ê zerare. Dagirkerên Kurdistanê ên hov û terorîst jî li Rojhilata Navîn tezgehên xwayên hovîtî û terorîstî pêşta bixînin. Bi vî yekê welatê cînarên xwa jî eciz bikin. Wê demê aşîtîya cîhanê dikeve bîrekî kur û tê fetisan din.
Di van salên dawîyê da, pirsgirêka Amerîka û Şîrîgên Amerîka terorîzm bu. Bi taybet Amerîka û Şîrîgên xwe terorîzma îslamî ji xwere wek nişana yekem dan pêşiya xwe. Amerîka û Şîrîgên xwe ji êrîşkariya 11 Îlonê û vir de ketin nav çalakiyên berfireh.
Di encama êrîşa terorîzma El-Kaîde da û di Rojhilata navîn de gelek tişt eşkere bû. Ango welatên hêlîna terorîzmê eşkera bu.
Bi taybet jî, Welatên ku wek hêlîna terorîzmê dihat naskirin evin : Afganîstan, Irak, Îran, Sûriye. Le tororîzma Welatê Tororîst Tirkiyê tê weşartin.
Nîşana Amerîka û Şîrîgan xwe bênc xeleke. Xeleka pêşîn a ji Welatên terorîst li Afganîstanê qetiya û êrîşên li dijê Afganîstanê dest pê kir, Talîban Serubinê hevdu bû û dawî li rejima Talîban hat. Xeleka dudyemîn İraq bû û ev Xelek li Iraqê jî qetiya. Rejîma Baas serubin hevdu bu û Diktatorîya Saddamê xwînxwar û hov hilweşiya û têk çû.
Bi vê du têk çûyînêre di Rojhilata Navîn de firsendên balkêş çêbûn. Belê ji me Kurdan re fersend û destketinên mezin derketin holê.
Amerîka û Şirîgkaran, nîşana sê xelekên Welatên terorîst di rêzêda hîştîye.
Dora qetandina xelekan van sê Welate : Îran, Sûriye û Tirkiye ye.
Di demên pir nîzikda, Komara Tirk û Sîrîgên wanê wekê El-Kaîde gelek caran li dijê Komara Rusya yê Terorîstên Çeçena li nav Komara Tirki yê bikar anîn. Gelek şîroveyên curbecur li ser van terorîzman hat kirin. Tirk wekê Serlîstikên van dezgehan eşkere bu. Terorîstên El-Kaîde û Çeçena di cîyên perwerdeya leşkerên Tirka da bi destê Tirka perwede dibun. Piştê perwedebunê, Kont - Gerîlayên Tirk jî, bi Terorîstên El-Kaîde û Çeçenara, li Rusya yê, gelek caran karên Terorîstî kirin.
Tê zanîn mayîna Komara Tirki yê ji hemû welatên cînaranra zirare. Ewê Terorîzim, bi destê Tirkan herdem zindî bimîne ...!
Ger van welatên terorîst demek berê têk neçe. Ewê terorîsma Îslamî bi alîkarî û piştgiriya Komara Terorîst ya Tirk, wekê Kurm ( Vîrus ) li cîhanê û li Ewropa yê bela bibe.
Bi angorê lêkolîn û nêrînên min, di pêşerojê da Terorîzma Îslamî li Ewropa yê, xwa eşkera bike. Gelek welatên Ewropa yê, ewê li hember terorîzma Îslamî nikaribe xwa biparêze. Ji berku perwerdekirina parêzandinê li gelek welatên Ewropa yê qelse. Rexistinên îslamî jî li welatên Ewropa yê xurtin. Ewê karê terorîzmê Ewropayê ser û bin bike. Hewceye Ewropa di demekî nizikda li hember wan rêxistinan xwa biparêze ...!
06. 01. 2006
alicahitkirac@yahoo.de mirezdin@hotmail.com PDK Slide Show 9 : http://www.pdk-xoybun.com/images/alicahitkirac_pdk.htm
PDK Slide Show 10 : http://www.pdk-xoybun.com/images/xoybun12.html
http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg
* * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * * Nivisa li jêr ya malpera Avestakurd.net 'ê ye.
Berpirsê El Qaîde yê Îspanyayê Tirk derket Avesta : Polîsê Îspanyayê li Madrîdê, Katalonya û Baskê li dijî rêxistina terorîst El Qaîde operasyonên fireh li dar xist. Tirkêkî bi navê Saffet Karakoçak ku li Barselonayê hat girtin diyarbû ku berpirsê vê rêxistinê li Îspanya ye.
Li gora agahdariyên polîs, Saffet Karakoçak di anîn û birina terorîstên ji Tirkiyê, Sûriyê û Iraqê ku ji bo çalakiyên întixarî hatine
perwerdekirin bi awayekî aktîf dixebitî.
Di jêpirsîna yekem de eskere bû ku Karakoç ji bo vî karî gellek car çûye Tirkiyê û Iraqê. Karakoçan komandoyên întixarê ku li Îspanya perwerdedibin dişand Iraqê. Li gora agahdariyên polîs, Saffet Karakoç berî ku terorîstên li Îspanyayê hatine perwerdikirin bişîne Iraqê, ew bi xwe diçû bi El Qaîde re pêwendî datanî û riya ku terorîst karibin bi dizî têkevin Iraqê tesbît dikir.
Di operasyonên ku di destpêka heftê de (9.12.2006) li bajarên Madrîd, Barcelona û Bîlbao dest pê kir û çar rojan dom kir, 15 Marokî, 5 Îspanî, 1 Cezayirî û 1 Tirk hatin hirtin. Polîs bi daxuyaniyekê eşkere kir ku ji bo şandina Iraqê ev kesan li Îspanyayê terorîstan perwerde dikin.
Her wiha polîs diyar kir ku ev terorîstên li Îspanya hetine girtin bi terorîstên Fransa, Holanda, Tirkiyê, Cezayîr, Maroka, Iraq û Sûriyê re di nav pêwendiyan de ne û li Iraqê berpirsên kuştina 18 leşkerên Îtalî û
9 Iraqî ne.
Di Çileya Paşîn sala 2003an de li Iraqê piştî erîşkariyek întixarî ya li baregeha Nasiriye 18 leşkerên Îtalî û 9 Iraqî hatibûn kuştin.
Nivisa li jor ya malpera Avestakurd.net 'ê ye.
http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weşana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weşandin:: 2006-09-26 (4537 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |
|