Peymana Sewrê û serhildana Berzencî (1882-1956)
Piştî ko elmanî û bi wan re jî osmaniyan şer wenda kirin, di peymana Sewrê (1920) de biryar hat dayîn ko kurd û ermenî jî li bakurê Kurdistanê bigihîjin azadiya xwe. Lê mixabin ev bi tenê li ser kaxez’ ma. Xuya bû ko hê ji hingê ve Dewletên Hevbeş li ser kurdan difikirîn, lê hesabê wan her tim li ser "hespê" qewîtir bû.
Îngîlîzan ko Iraq di bin bandora wan de bû, vê carê ji hukûmeta Iraqê daxwaz kirin ko li deklerasyona xwe xwedî derkevin û mafên kurdan ê otonomiyê bi cî bînin. Li gora vê deklerasyona ko di navbera hukûmeta Îngîlîz û ya ereban de hatibû îmzekirin, diviya ko kurdan di nav sînorên Iraqê de otonomiyê bi dest bixista.
Hukûmeta ereb ne razî bû ko çi otonomî bide kurdan, lê ji ber rewşa xwe ya bindestiya Îngîlîzan û bêhêzbûna xwe ne digot "na" jî. Çawa hebe "kurd jî beşek ji gelê dewleta Iraqê" bûn. Her wiha kurd bi xwe jî ji rewşê ne razî bûn. Hê di sala 1918an de Şêx Mehmûdê Berzencî û gelek pêşevanên kurd îmze berhev kiribûn da ko di bin bandora Îngîlîzan de hukûmeteke kurd ava bikin.
Malbata Berzencî ji salên 1850an ve di herêma Suleymaniyê û derdora wê de pêşevanî dikirin. Bavê wî Şêx Saîdê Suleymanî jî piştî serhildana 1908an hatibû bidardakirin.
Di çiriya paşîn de temsîlkarê Îngîlîzî Noel, li ser navê Împaratoriya Îngîlîstanê hukumdariya Başûrê Kurdistanê da Mehmûd Berzencî. Lê piştî demekê ko Soan kete dewsa Noel, rewş guhirî û împaratoriyê xwest ko li hember Berzencî û hukûmeta kurd hinek guhartinên fermî pêk bîne. Kurdan ev qebûl nekir û Berzencî biryara berxwedanê da. Piştî şer, Berzencî di gulana 1919an de wezîfedarên Îngîlîzan da girtin û serxwebûna xwe îlan kir.
Berzencî her wiha ji çaraliyê Kurdistanê alîkarî daxwaz kir. Wî digel vê ji Lenîn re jî bi nameyekê ve daxwaza piştgiriyê kir. Mala Barzaniyan bi serokatiya Şêx Ehmed çûn hewara Berzencî û di şerê li hember Îngîlîzan de ciyê xwe girtin. Mistefa Barzanî hê di wê demê de serokatiya hêzeke kurdan dike û di Dola Piyaw de bi cî dibe. Şêx Mehmûdê Berzencî di sala 1922an de xwe milûkê Kurdistanê îlan kir. Îngîlîzan bi balafiran ve Kurdistan û bi taybetî jî hêla Suleymaniyê seranser bombebaran kirin. Tevî vê jî hêzên Berzencî nêzî du salan bi ber xwe dan.
Çi mixabin serhildan zêde dom nekir. Îngîlîzan tevî balafirên xwe êrîşan birin ser Suleymaniyê û hukumeta ereb û îngîlîz dor li hêzên kurdan girtin. Ev serhildana Berzencî jî di sala 1924an de bi dawî hat. Dê Berzencî şeş sal şûnde dîsa serî li hember dijmin hilda û Suleymaniyeyê bixista bin destên xwe. Lê ev jî bi ser nakeve û îngîlîz Berzenci demeke dirêj li cihekî mihkem dixin bin çavan. Mehmûd Berzencî ko xwe milûkê Kurdistanê îlan kiribû û li ser navê xwe dirav dabû çapkirin, piştre derbasî Bexdayê bû û li wir di sala 1956an de çavên xwe ji jiyana bêbext re girt.
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weşana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weşandin:: 2003-03-14 (5247 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |