AV Û NEYAR
AV Û NEYAR Di rojik zef xaþ da
Ktim rîkî pir baþ da
Paþê ra mêze dikim
Pêþî dimîni cî da
Pêþî ra mêze dikim
Ez kaþ dibim vê da
Hedka jî mêze dikim
Ez jî dimînim tê da
Carna dimînim av da
Carna dimînim gav da
Xazî di hinik cara
Axt derbas neba mera
Heta em jî bikarban
Xwe jî têda veþarban
Bira xelk û der dura
Mera nebê kundora
Nej vê gavê her gavê
Mani hindir vê avê
Çimak heko rê dûr be
Yan ku nava vê kûr be
Heko tu jî nezan bî
Ka kanê ew delavî
Vê car ne tu dikarî
Pêþda paþda tu herî
Hîngaj xudê dixazî
Bi qîrîn û bi gazî
Li nav ava zev tezî
Tu jî tê da rût tazî
Xazî dem jî neçûba
Yan jî emrêm red bûba
Bira wusa nav millet
Kurd jî nejya bi zillet
Çimak ew ava hizb bin
Pêþî û paþî jî rind bin
Paþê dibe dîna me
Pêþî dibe deba me
Hedik jî gelik kûrin
Hinik car ji hev dûrin
Eger em van bi hev ra
Girê nedin bi yek ra
Hedik jî me bela kin
Ji kokê da fena kin
Me davêje nav bîra
Me derdixe ji bîra
Paþê li pey çend sala
Kurd namîni tu cara
Hînga hinik ji genca
Çoka dixin bi penca
Yan jî hinik ji kala
Xema dixon bi sala
Divên xazî wan salan
Me çê nekra van xeman
Me jî neba ser heþkî
Me rê bibirba beþkî
Hinik ji dîn hinik deb
Gelik dîlek ji vê reb
Bira em tev li hev kin
Em jîyanê bi ser kin
Ta ku neyar bimrin
Agirê wan jî vemrin
Bira kena ser lêva
Bimînej mera hema
Ne ku em bijîn lema
Bi derd û kul û xema
Bira axa kurdistan
Nemîne bê zivistan
Çimak di serma û sorê
Dujmin nikare bi rê
Me bikuje çev li rê
Ew nabîne tu xêrê
Nek erd dibi rû sipî
Venaþêre rû reþî
Hînga dujmin tê xûyan
Peyda dibin wan etfan[1]
Bira xalya bi evîn
Nemîne jî bê havîn
Çimak di nav germê da
Neyar ketî þermê da
Xûdan davêje ser da
Guman namîne pêva
Serî hildide diçi
Ax jî dihêle bicê
Bira erda bê parêz
Nemîne jî bê payîz
Çimak di nav bayê da
Dujmin namîne pêya da
Ba vê hildide dibe
Kurdistan jî pak dibe
Yan jî ew wek pelçika
Rû zer dibi ji tirsa
Bêjin heval çelengin
Di holê da pilingin
Ewan me saq nahêlin
Di qada da bivêrin
Li ser çîya û zinara
Di nav gelî û rûbara
Li çol meqel kendala
Di kewþen û gevra da
Xwe davêjin wek þêra
Serî jê dikin li para
Nahêlin xûna gemar
Bipeke serê zinar
Van dikujin bi yek car
Li jîyanê man bê par
Îja divên ey neyar
Me dihêlin hûn bê war
Çima her tiþt kir talan
Meger nema me tewan
Hêzê me jî bihêzin
Kurdistan da bi rêzin
Yek yek li pey hev diçin
Cana xwe jî wan didin
Tirsik di dil da tine
Çimak tiþtik der nadin
Xûna wan jî nabe sar
Laþê wan jî nabe jar
Di dîroka me kurda
Nav mêjîya me xorta
Tim û tim cara li bîrin
Çimak sêvêr û jîrin
Xêncê xudê natirsin
Çimak ewan birûskin
Tîrêjê wan davêje
Ewrê reþ jî dipêje
Paþê li rehma wanda
Ava þîn û nimêje
Sîngê wan jî wek çîya
Na welle wek gelya
Germa serma ba boran
Eser naki wan kurdan
Geh hevraz û geh berjêr
Gav davêjin jin û mêr
Tu nizanî ku mêrin
Yan jî jinin bivêrin
Li ser axa pîrûz
Xeber didin jî bisoz
Xeber gava tê ziman
Tu car nabine puþman
Mîna hesin û polat
Disekinin ser xebat
Navên tiþt nab ez
Herim ez dê paþê bizvirim
Dê bav xûþk û bira ra
Zulma nakin tu cara
Qazancê wan bo
Hemya neko tenê bo qewma
Miraza wan diqete
Nêrîna wan duqqete
Gava tiþtkî mêze dikin
Tiþtê hûrik zêde dikin
Geh li jêr û geh li jor
Hêz çê dikin van bizor
Gav avêtin bi paþve
Gerîla vê nexaþ be
Çare hinik car naye
Xelkê nezan wek baye
Divê çima ha dikin
Çima dujmin ra nakin
Gelo bi lez gav dibe
Bavêjî jî gav nabe
Þuqul gerek ser hemda
Biherike li bin da
Bandora wê yê paþê
War xûyanê li masê
Pê hesîn û pêzanîn
Mijî dixaze nek karîn
Berê gerek bipêjî
Paþê tê wê bibêjî
Karîn pey zanîn da tê
Zîlan jî pey rewþan tê
Serhat egît û kamran
Amara jî pey wan tê
Mal bat xebat û þewat
Jêhat bîrhat û mazlûm
Hemû bi hev ra xaþin
Neyar vê halê þaþin
Bira axa mey kubar
Nemîne ew bê buhar
Çimak di nav gula da
Yan jî kulîlka van da
Bîna xaþ û xaþik
Meriv dike bê þik
Lê gava dujmin jî tê
Bîna genî pêra tê
Nek bîna xaþû genî
Nagirin hev bê menî
Hînga em jî dizanin
Nav me da wan bîyanin
Emê erda þîn û geþ
Paqij bikin ji qelqeþ
Bira keç û xortê me
Evîn û soz û kena
Bibin li ser vêderê
Ax û keser jê derê
Cîkî ku neyar hebin
Evîndarî çê nabin
Dibe mîna mem û zîn
Dujmin jî wek bekoy dîn
Heta apo peyda be
Serê beko hewa de
Bi wan çevên vekirî
Xwe ra dayim xûn digrî
Disekine mat bêdeng
Dev berdidi ew ji ceng
Gazî dikin hûn warin
Emê par kin vê xwarin
Para xwe jî hilbidin
Çevê xwe jî kil bidin
Ala kesk û sor û zer
Li kolanan bidin ser
Bira gelê dîndara
Yan jî hinik kardara
Mera nevên bêxîret
Rûnên mera bi qîmet
Qedra kurda jî bigrin
Ceng û kuþtin jî berdin
Ta ku em bi serfirazî
Rebê alemê kin gazî
Bêjin xudê þukur be
Þîra apo jî helal be
Helbestvan : Meho kendal
Ji Rojhilatê Kurdistan : Edalat Milan
14. 08. 2006
Edalat Milan http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2006-08-14 (4382 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |