| Kîne em ? 
 
 
 
 
 Kîne em ?
 
  Kîne em ? Kîne em ?Cotkar û karker
 Gundî û rêncber
 Hemû proleter
 Gelê Kurdistan
 Þoreþ û volqan
 Tev dînamêt in
 Agir û pêt in
 Sor in wek etûn,
 Agir giha qepsûn
 
 Gava biteqin
 Dinya dihejî
 Ev pêt û agir
 Dijmin dikujî
 Kîne em?
 Hey hey hey kîne em ?
 
 Em in rojhilat,
 Tev birc û kelat.
 Tev bajar û gund,
 Tev zinar û lat.
 Ji destê dijmin :
 Dijminê xwînxwar,
 Xurt û koledar
 Ji Rom, ji Fireng,
 Di rojên pir teng,
 Bi kûþtin û ceng.
 Parast, parast
 Parast min ev rojhilat
 Kîne em ?
 Hey hey hey kîne em ?
 
 Kîne em ?
 Gelê serfiraz
 Dijminê dijmin
 Dostê aþtîxwaz.
 Em xweþ mirov in,
 Ne hirç û hov in
 Lê çibkim bê þer
 Dijmin naçî der.
 Bav û kalê me
 Dijîn tev serbest,
 Naxwazin bijîm
 Ta ebed bindest.
 Kîne em ?
 Hey hey hey kîne em ?
 
 Em in ew Kurdê serhiþk û hesin,
 Îro jî dijmin ji me ditirsin
 Bîna barûdê
 Kete pozê min
 Dixwazim hawîr,
 Biteqim ji bin,
 Dîsa wek mêra,
 Bikevin çiya.
 Naxwazim bimrim,
 Dixwazim bigrim.
 Kurdistana xwe
 Axa Mîdîya,
 Kîne em ?
 Hey hey hey kîne em ?
 
 Em in ew Kardox Xaldêwê kevnar,
 Em in ew Mîtan, Nayrî û Sobar.
 Em in ew Lolo,
 Kardox û Kudî,
 Em in Mad û Goþ,
 Horî û Gudî.
 Em in Kurmanc û Kelhor, Lor û Gor,
 Em in, em Kurd in li jêr û li jor
 
 Çend hezar salin
 Kurdistana me
 Perçe perçe ma
 Bindestê dijmin !
 
 Îro ji Lor û Kelhor û Kurmanc
 
 Ji dest xwe berdan ew text û ew tac
 Hinek bûn axa, hinek jên bûn beg
 Hinek jên bûne cahþê jardara
 Kurdistan firot wan tev neyaran
 Bûne mezhebdar,
 Bûne olperest,
 Bûne paþverû, bi tizbî û xiþt
 Ta ku dijmin þikand li me ser û piþt
 Me dan bin lingan dewlet û hebûn,
 Bûn dijminê hev perçe perçe bûn.
 
 Ta ku Kurdistan,
 Ta ku Kurdistan
 Jar û perîþan
 Ket e bin destan !
 Ketin xewê, ketin xewê
 Ketin xewa zilm û zorê
 Ketin xewa bindestiyê
 Raketin, raketin…
 Yekcaran serê xwe rakirin
 Lê dijmin serî zû jêkirin
 Yek carna serê xwe bi hêz rakirin
 Lê dijmin serî zû jêkirin
 
 Lê li vî xakî, li vî erdî tovên jiyanê hatiye çandin
 Ev erdê jiyanê ye
 Germ dibe, sar dibe
 Dikele, dikele, dipiþiqîne
 Brûskê tavê tavan hiltîne
 Ronahî dike rojê li welat hiltîne
 Her wekên Kawa li ser xwe pêk tîne
 Niþtimanperweran diwelidîne
 
 Em in ew gela
 Belê em in ejdeha
 Ji xewa dîlî
 Þiyar bûn niha
 Dixwazin wek mêr
 Tev mejî û bêr
 Rabin her wek þêr
 Serê xwe hildin
 
 Çi serbilind in
 Bi cîhan carek
 Em bidin zanîn
 Rêçika Markîs,
 Rêçika Lenîn.
 
 Kurê Guhderz û Ferhad û Rustem,
 Kurê Salar û Þêrgoh û Deysem.
 
 Bejin bilind in
 Wek dêw bilind in
 Em dest dirêj in
 Serbest dibêjin
 Dixwazin bi lez
 Gavan bavêjin !
 Kîne em ?
 Hey hey hey kîne em ?
 
 Ne xwînxwar in em, aþtîxwaz in em
 Serdarên bilind, gernas in herdem
 Em þer naxwazin,
 Divên wekhevî,
 Em paþ ve naçin,
 Lê dijmin direvî!
 Divên bi þêwrê, lê ew qebûl nakî
 Divên biratî, lê ew qebûl nakî
 Bûye wek rûvî
 Li paþ xwe nanêrî
 Kine em…
 
 Gelo bavêm çi bikin ?
 Naxwazin însanî
 Êrîþ bikin û bigrin
 Histu biþkînin
 Ev pîsên mirdar
 Ji nav me derxînin
 Ji bo mirovan em tev dost û yar
 Bijî Kurdistan, bimrî koledar !
 Kîne em ?
 
 
 
  Þivan Perwer http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swfhttp://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
 http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2006-07-16 (5548 car hat xwendin)[ Vegere ] | PRINTER |