| Wî de mala min ( Bavê Lalo ) 
 
 
 
 
 
  Wî de mala min (Bavê Lalo) Wî de mala minWî de mala min
 Mala bavê min mala mêran e eywax
 De here mala min hê hê….
 Lê mala min mala mêran e
 De konê mala bavê min rebena xwedê konê mala mêran e
 De here çawa bi destê Bavê Lalo girtin xistin kelepçê
 Berê wî dane hepisxana bajarê Qersê digo: ”yallah lo Kurdo”
 De herê çawa berê zarok û zêçên wî dane
 Guhê van gundan e de oy oy..
 De mala bavê min mala mêran e
 De herê malan min hê hê….
 Wî de mala min, mala min, mala min..
 Mala bavê min mala mêran e ha wa weylo…
 
 Û çadira bavê Lalo danî li ber çema
 Xeybetê berxê mala Emer Begê vê sibekî danî li ber çema
 Were vê sibekê naziman û qomandarê Qolordîya Dîyarbekir
 Hatî kon û kozikê xwe danî cem me
 Belê wezê nakevime ber kûþtin û girtina Bavê Lalo, Suwarê Kovê
 Wezê ketime ber heyfa wê heyfê
 De herê çawa destê wî xistin darê kelepçê, berê wî dane hapisxana bajarê Erziromê
 De herê çawa berê zarok û zêçên wî dane nav Ecem e oy oy…
 Mala bavê min mala mêran e ha wa weylo…
 
 De herê malan min mala min mala min,
 Mala bavê min mala mêran e ha wa weylo…
 
 Û çadira bavê Lalo danî li ser latê
 Belê îro sê roj e Alayê Sêrtê
 Tevî mufreza cendirme tabûra eskerê vî Xelatê
 Belê digerîne li Bavê Lalo, Suwarê Kovê
 Li vê dews û li vî rêç û li vî deþt û taqîbatê
 Wele wezê nakevime ber girtina û kuþtina Bavê Lalo
 Wezê dikevime ber heyra vê heyrê
 Û axalerkê me ser re dibêjin
 Çawa tu bûye firar û mehkûm û qacaxê hikûmatê
 Hoh oy de hoy oy…
 Mala bavê min mala mêran e ha wa weylo...
 
 
 
  Þivan Perwer http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swfhttp://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
 http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2006-07-16 (4977 car hat xwendin)[ Vegere ] | PRINTER |