Emê kengî li xwe mukur werin?
Mîr Bedirxan di salên 1840´î de hema dewletek avakir, lê piþtî demekê bi dek û dolabên Osmaniyan Kurd bi hev ketin, Yezdanþêrê biraziyê Mîr Bedirxan li dij Mîr Bedirxan rabû û ev dewlet jî ji navê rabû.
Yezdan þêrê biraziyê Mîr Bedirxan li dijî Osmaniyan serî hilda, wî jî dikira dewletek Kurdî ava bikira, lê dîsa Kurd bi hev ketin, Osmanî bi ser ketin.
Þêx Ubeydullah rabû, wî jî ji bo avakrina Kurdistanekê xebatek mezin kir, lê piþt re Kurd bi hev ketin, Osmanî bi ser ketin.
Îsmaîl Axa Simko rabû, nîvê Kurdistana Îranê û heta Kurdistana Tirkiyê di pratîkê de di bin kontrola wî de bû, lê bi dek û dolabên dijmin Kurd bi hev ketin û Faris bi ser ketin.
Þêx Seîd rabû, nîvê Kurdistana Bakur ket bin hukmê wî. Lê piþt re Kurd ji hev ketin û Turk bi ser ketin.
Þêx Mehmûdê Berzencî rabû, melîkiya xwe îlan kir, li ser navê Kurdistanê pûl derxist, lê ji ber dek û dolabên Ereb û Îngilîzan Kurd zû bi hev ketin, Ereb û Îngilîz bi ser ketin.
Îhsan Nûrî rabû, ala Kurdan li serê qotê çiyayê Agriyê çikand, lê bi dek û dolabên Tirk û Farisan, Kurd bi ser neketin.
Seyid Riza rabû, nîvê Kurdistana Bakur di bin hukmê wî de bû. Lê bi dek û dolabên Tirkan, eþîrên Kurdan bi hev ketin, Tirk bi ser ketin.
Qazî Muhemmed rabû. Li Mehabadê Cumhûriyeteke Kurdî hat avakirin. Lê dîsa bi dek û dolabên dijmin yekîtiya Kurdan belav bû, Kurd bin ketin, Faris bi ser ketin.
Mele Mistefa Barzanî rabû, Kurdistana Iraqê giþ di bin hukmê wî de bû, lê bi dek û dolabên Þahê Îranê û Erebên Îraqê, Kurd dîsa bi bin ketin û Ereb û Faris bi ser ketin.
Qasimlo rabû, di 1979an de Kurdistana Îranê azad bû. Lê piþt re ji ber hin pirsên hûrik-mûrik Kurd bi hev ketin û melleyên Îranê bi ser ketin.
Nuha jî li Kurdistana Iraqê Kurd xwedî hukum in. Di kar û bar û kirinên xwe de bi her awayî azad in. Di resmiyetê de wek dewlet nehatibe qebûlkirin jî, lê di fealiyetê de wek dewletekê kar dike. Lê çi heyf ku dijmin dixwaze vê hêviya me ya dewletbûnê ji navê hilîne.
Ji bo wê jî fesadiyê dixe nav me, me bera hev dide. Û piþtî hewqas tecrubeyên me yên tarîxî, hê jî em li xwe mukur nayên, heþê me nayê serê me. Dîsa bi dek û dolabê dijminên xwe û ji ber hin dijminatiyên hîç û pûç em bi hev dikevin û menfeeta xwe ya giþtî ya netewî dixin bin piyan.
ARMANC, Mahmûd Lewendî
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2003-02-21 (4853 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |