"Êzîdî û Misilman wek birayê hev bijîn"
Dengê Êzîdiyan bi sekreterê giştî ê PSK Kemal Burkay re hevpeyvînek li ser dîtinê wî di derheqa Êzîdiyatiyê de çêkir
DÊ: Êzîdiyê Kurdistana Bakur tev hatine Avrûpa. Meriv kare çi bike, ji bo ku dîn, çande û zimanê wan neyê hindakirin?
K. Burkay: Mixabin Kurdên Êzîdî di nav salên dawî de welatên xwe berdan û hatin Avrûpa. Tabî dilê me bi vê yekê diêşe em hêvi dikin, hêviya me ev e, ku welatê me rojek berê rojekê rizgar be û dîsa ew, eger hiz dikin, vegeren welatê xwe, ciyê bav û kalên xwe. Lê heya ew hatine Ewrûpa jî, bê cî û war bûne, mecbûr mane, iro ew karibin zimanê xwe, çandê xwe biparêzin, tiştekî delal dibe. Şixwe Kurdên Êzîdî ne di nav Kurdan de ji zimanê xwe re, ji çanda xwe re gelek zabît in, gerêdaî ne. Wa diyar e, dinê Êzîdiya wana sedsalan parastine û heqê wan e û di Ewrûpa de azadi jî heye, ser wan kes nikare zordestî jî bike, ew dikarin hin dînê xwe, hin zimanê xwe, hin çanda xwe biparêzin.
Em Kurdên Êzîdi di Kurdistanê de wek rengek dibînin. Kemal Burkay
DÊ: Şans heye, ku Kurdên Êzîdi di pêşverojê de li Almaniya ol û kultura xwe hinda neke? Çimkî gelek xelk di vê Almanya pêşveketî de kultur û qemiyeta xwe hinda kirine.
K. Burkay: Rast e, ev xeter li pêş van jî heye, li pêş temamiyan Kurdan jî heye. Lê îro firsend jî hene, ku meriv dikare hin çanda xwe biparêze û hin jî pêş ve bibe li Ewrûpa. Wek hûn jî dizanin, li vir kovar û rojnamê Kurdî, kitebên Kurdî serbest in, ne wek li welat e. Her wisa jî li vê dawiyê mesela li Almanya mektebên Kurdî cîh û cîh vedibin. Evana jî firsendeke baş e hin ji bo Êzîdiyan û hin ji bo Kurdên din û ango dikeve ser milê me hemû Kurda, Êzîdi jî di nav de, emê bo vî tiştî kar û xebat nîşan bidin. Zarokên xwe hînî zimanê Kurdî bikin, biparêzin û hinda nekin.
DÊ: Te hetanî vêga ji bo Kurdên Êzîdi çi kiriye, an çi xebatên li pêşiya xwe de dixwazî bikî.
K. Burkay: Em nikarin bêjin, ku tiştê em dikin şiyarkirina gele û rêzkirina gele; em nebûne hukumet, wek hûn jî dizanin. Li ser mesela Êzîdiyan ta ji berê partiya me ev pirs dîtiye. Di rojnamê me de kovarê me de li ser Êzîdiyan gelek cara hatiye nivîsandin. Her wisa jî wek nimûne ew kitêba min li ser dîrok, ziman, çanda Kurdistanê hatiye nivîsandin, di cildê pêşin derketiye, di vê de jî bêşek heye, ku ez bahsa Kurdên Êzîdî dikim.
DÊ: Di dîroka Kurdistanê de gelek Şêx û axa, eşirê Kurdan, hetani însanê şerên netewi jî dane, wek Yezdan Şêr, êrîşê barbarî birine ser Kurdên Êzîdi. Gundê wan xirakirine, mêrê wan kuştine, jinên wan bi zorê revandine. Çima gelo partiyen Kurdan bahsa vê yekê nakin, nayne ziman û lekolînê dîrokî li ser vê yekê nakin?
K. Burkay: Bi raya min li ser meselên Êzîdiyan di Literatur ango kovar û rojnamê Kurdan de gelek caran hatiye nivîsandin. Helbeten meriv dikare di vê yekêde kitêban jî hazir bike. Lekolînên fireh jî bike, wek hûn jî dizanin, di nav weşanên KOMKAR de li ser Êzîdiyan kitêbek jî derket. Gava din ji min got, di rojnama û kovara de gelek tişt hatin nivîsandin. Lê mixabin, ev tişt buye, zemanê berê însanê zordest, yên ku zora wan çuye, lê zor kirine, yên Kurdên Êzîdî jî ev in. Kurdên Êzîdî hin ji dewleta Osmanî, hin jî ji dewleta Tirk zordestî dîtine. Zulm jî gelek cara wek gotina ew axa û zordestên mintîkê ji nav Kurdan de neheqî li wan kirine. Ev çi ye? Ev neheqî ye, tiştê wisa di nav Kurdên Misilman de jî cêbûne, mesela di nav Sûnnî û Elewiya de jî çê bûne.
Lê îro em hatine vê merhelê, ku em wek însani pêşverû difikirin, ne wek wan însanên zordest û mijoker. Ango em sazûmanek azad û demokratîk dixwazin.
Kemal Burkay
Sazûmanek wisa Kurdên Misilman jî û ne Misilman jî, Êzîdî jî hemû wek birayê hev bijîn. Yanî kes li ser kesî zordest neke û hemû Kurd di zimanê xwe de, dinê xwe de, di jiyana xwe de azad bin.
DÊ: Gelo ev ne xetayeke siyasetên Kurda ne, timî pesnê kesên şerê rizgarvaniya netewî dabe, timî wî bi qarekterên baş nîşan didin!
Lê eynî wan kesan neheqî li Êzîdiyan kiriye, qarekterekî wanî xirab jî hebuye; çima bahsen vê bêşa dinê nakin? Gelo ev ne xetayek e, ji bo Êzîdî û Kurdên Misilman cardin bigihîjîn hev û jihev bawer bin?
K. Burkay: Niha di dirokê de gelek tiştê nexweş çêbune; di nav Kurdan de jî çêbûne. Lê wexta tu dîroka miletê xwe dinivîsînî, yanî miletê xwe re rêh nîşan didî, tu mecbur î, pir caran tiştên baş bidî pêşiya xwe, ku nimûne be bo milet, tu dixwazî hêviyek bidî wî miletî. Wexta tu bahsa Yezdan Şêr dikî, Yezdan Şêr bi tiştên baş didî pêş, yanî ev ji bo tevgeran miletê me hin caran hewce dibe. Yanî wexta tu şaşiyên wan, xirabiyên wan bidî pêş hêviya gel dişkê û ev ji tu kesî re fêhda xwe tuneye. Armanca me ne ev e, ku em tiştên dîrokî, vê sahî nake meselê. Yanî her awayî û pêşiya wan deyne, ew ji merivê lêkolîn, merivê zana, pisor karen van tiştan jî bikin. Lê di siyasetê de tu armancek din didî pêşiya xwe, yanî tu daxwazî miletê xwe ber bi başiye ve bibî. Bona vê yekêjî tiştên baş wek nimune li pêşiyê datinî.
DÊ: Te dest bi pirtûkek zahf mezin kiriye. Êzîdî Zerdeştî ne an na? Dîtina te çi ye?
K. Burkay: Bi raya min Zerdeşt kevn e, dînê Kurda ê bere ye. Lê Êzîdî piştre ne derketiye, piştî Zayinê sedsalan dozdan (12) derketiye. Lê çi heye? Navbera dinê Zerdeştî û Êzîdî de gelek tiştê mişterek hene, ango Êzîdiyan ji berê girtine, ta Zerdeştiyan hatiye Êzîdiyan û heya îro hatiye.
DÊ: Di Kurdistana Bakur de Êzîdî, Siryanî, Ermenî nemane an hindikin. Ev ne kêmaniyek e û valiyek mezin di Kurdistanê de dihele, û eynî wext de şermek mezin e ji bo Kurdên Misilman jî?
K. Burkay: Ev kêmasiyek mezin e. Bi rastî jî li bîngehe vê da zordestiya dewleta Tirk heye. Sala 1925an piştî şoreşa Şêx Saîd serihildana Şex Said di siyazetci dewletê da raporên nehinî yê veşartî de hatiye nivîsandin, ku ev Siryanî, Êzîdi, tişte wisa zirar in. Xaç Siman bo Surqaniya gotiye Xiristiyana.
Ewrûpî, Ecnebîş dikarin ji wan îstefade bikin, dibê em çi bikin, wan ji vê derê ya derxin yan bihêlin.
DÊ: Pirsa min ya dawîn. Xebatên te yên kulturel yên dewlemend hene, helbestên te li ser Êzîdîtiyê jî hene û heger tunebin, tu wê yekê ji bo xelkê Êzîdî fermo çêbikî?
K. Burkay: Min ne li ser Misilmanan nivîsandiye û ne li ser Êzîdiyan nivîsandiye. Şîêr tiştek din e, ez şîêrên dînî nanivîsînim. Tu dizanî, ku ez miroveki sosyalîst im, bîr û baweriye min li ser sosyalîstiyê nivîsandine û li ser welatparêziyê min gelek nivîsandiye, ew jî bîr û baweriyên nînen.
DÊ: Tiştek tu bixwazî bibêjî?
K. Burkay: Spas.
DÊ: Ez jî bi navê kovara me spas dikim.
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weşana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weşandin:: 2003-02-21 (5254 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |