Bi xêr hatin ser PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane.
         
                Kurdish   |   Turkish   |   Engilsh  |   German

Menu
  • Rûpela Serî
  • Nivîskarên Xoybunê
  • Nivîskarên Mêvan
  • Dîrok û Kurd
  • Nexiþê Kurdistanê
  • Belavok Lêgerîn
  • Cand û Huner
  • Helbestên Gel
  • Forum
  • Ankêt
  • Nuce
  • Album
  • Slayd Show
  • Muzîka Kurdî - 1
  • Muzîka Kurdî - 2
  • Kovara Xebat Vejîn
  • Kovara Xoybun
  • Pelgeyên bi Kurdî
  • Perwerdeya Siyasî
  • Malperên Kurdan
  • Li ser me
  • Arsiva Nûceyan
  • Nivîs & Nûçe Biþîne
  • Game-Cilîp- Listik
  • Game - 36KurdishTV

  • Nivîskar

    Ali Cahit Kirac

    Belavok
  • Belavokên Me
  • PDK- ARSIV
  • Belavokên We
  • Arþiva Xoybunê
  • Arþiva Niviskaran
  • Niviskarên Derkirî

  • Helbest
  • Ehmedê Xanî
  • E. Xanî - Memozîn
  • Mela Ahmedê Cizîrî
  • Dîwana Melayê Cizîrî
  • Feqîyê Teyra
  • Celadet Elî Bedirxan
  • Cîgerxwîn
  • Ciwanê Abdal
  • Osman Sebrî
  • Alî Cahît Kiraç
  • Feqîr Ehmed
  • Ahîn Zozanî
  • Abdullah Karabag
  • Alî Kolo
  • Armanc Nerwey
  • Aydin Coþun
  • Aydin Orak
  • Agir Abad
  • Bihrî Bênij
  • Dildar Îsmail
  • Ezîz Xemcivîn
  • Fethî Gezneyî
  • Felemez Akad
  • Hemreþ Reþo
  • Hîwa Qasim
  • Hindirîn Gullî
  • Hekîm Xêlexî
  • Hejarê Kurd
  • Hekîm Xêlexî
  • Husên M. Hebeþ
  • Amade Dive !!!!
  • Leyla Þemmo
  • Kiyaksar Temir
  • Konê Reþ
  • Kovan Sindî
  • Kalê Kurdîsî
  • Mehmed Çobanoxlu
  • Mehdî Mutlu
  • M.Kewê Dilxêrî
  • Mihemed Salih Alî
  • Tê Amadekirin !!!!
  • Navser Botanî
  • Nîhad Temir
  • Royarê Tirbesipîyê
  • Seydayê Dilmeqes
  • Sebrî Botanî
  • Sediq Sindavî
  • Seyid Feysel Mojtevî
  • Þivan Perwer
  • Þengal Osman
  • Seyda yê Arî
  • Îsmet Dax
  • Î. Xelîl Þêxmusoglu
  • FeyzulleKhaznawi
  • Xizan Þîlan
  • Y. Sebri Qamiþlokî
  • Helbestên We
  • Helbest û Stranê We
  • Helbest û Stranê Gel
  • Helbestê Bêperde-1
  • Helbestê Bêperde-2
  • Helbestê Bêperde-3
  • Helbestê Bêperde-4

  • Dîroka Kurdistanê
  • Dîroka Kurd
  • Kronolijî
  • Imp. Med
  • 200 Salê dawî
  • Mervaniyan
  • Cum. Mahabad
  • Serhildanên Kurdan
  • Serokên Kurdan
  • Kerkuk Kurdistane
  • Nasîna Kurdistanê

  • Cand, Huner
  • Pêkenî 1
  • Pêkenî 2
  • Cîrok
  • Bûyerên Dîrokî
  • Gotinên bapîra
  • Tistonek
  • Dîlok
  • Durik
  • Henek
  • Kilîp û Vîdeoyê Kurdî
  • Pirs, Bersîv û Pêken
  • Çand huner û tiþt
  • Xwarinên Kurda
  • Sitran, Def û Zurne
  • Lîztik, Spielen, Game
  • Listikên Zarokan
  • Kincên Kurda
  • Edebîyata Kurdî
  • Zimanê Me
  • Perwerda Ziman
  • Perwerda Civana
  • Perwerda Zarok
  • Zarok
  • Qutîya Muzîkê-3

  • Nivîsên Siyasî
  • Kurdistana Serbixwa
  • Rêzname & Program
  • Projeyan

  • Rojane
  • Serxwesi
  • Biranin
  • Pirozbahi
  • Daxuyani
  • Sirove
  • Lekolin
  • Roj buyîn pîroz be
  • Roportaj
  • Agahdarî
  • Bang - Pêþwazî
  • Daxwaz
  • Xebatên me
  • Wesiyetname
  • Þermezar
  • Þahî û Þabun
  • Þirîgatî - Yekitî
  • Name ( Mektup )
  • Dîtin û Ramanê we
  • Civîn û Semîner
  • Ji Raya Giþtî Re
  • Xonçe, Xwençe

  • Jina Kurd
  • Tekoþina Siyasi
  • Tehdeyîyen Siyasi
  • Tehdeyîyen Civaki
  • Daxwazen We
  • Perwerde
  • Tenduristi

  • OL
  • Ola Êzîdî - Agahdarî
  • Ola Êzîdî - Nasîn
  • Ola Êzîdî - Wêne
  • Ola Zerdeþtî
  • Ola Cihû - Nivîs
  • Ola Cihû - Wêne
  • Îsa Mesîh - Jesus
  • Bibel & Jesus - Film
  • Ola Îslamî - Nivîs
  • Ola Îslam-Mewlud

  • Survey
    Hun dixwazin di vê malperêde zêdetir ci bibînin?

    Sîyaset
    Nûçe, Radyo, TV
    Dîroka Kudistan
    Cand & Huner
    Muzîka Kurdî
    Wêne ( Foto )
    Nivîskarên Kurd
    Zimanê Kurdî
    Pirtûk û Kovar
    Helbestên Kurdî
    Dibistana Kurdî
    Ansîklopedî



    Encama Pirsînê
    Pirsînên me

    Dengdan: 43299
    Nirxandin: 0

    PDK - Slide Show
  • Barzani Slide Show
  • PDK Slide Show 1
  • PDK Slide Show 2
  • PDK Slide Show 3
  • PDK Slide Show 4
  • PDK Slide Show 5
  • PDK Slide Show 6
  • PDK Slide Show 7
  • PDK Slide Show 8
  • PDK Slide Show 9
  • PDK Slide Show 10
  • PDK Slide Show 11

  • Di dirokede iro
    Rojek wek îro...

    Slide Show – Xoybun

    Muzîka Kurdî – 1

  • Muzîka Kurdî - 1

  • Muzîka Kurdî – 2
  • Muzîka Kurdî - 2

  • Photo Gallery–Xoybun

    Foto & Animasyon
  • Nîþana Azadîyê
  • Tekoþîngerên Kurda
  • Wene ( Foto ) - 1
  • Wene ( Foto ) - 2
  • Flaman û Logo
  • Anîmasyon
  • Lîztik-Spielen-Game

  • Projeyên Kurd
  • Projeyên Kurd

  • Lêgerin / Link
  • Malperên Lêgerinê

  • TV'yên Kurdistan ê.
  • Kurdistan TV - Zindî-1
  • Kurdistan TV - Zindî-2
  • Zagros TV - Zindî
  • Kurdistan TV
  • Kurdsat - Zindî - 1
  • Kurdsat - Live
  • Roj - TV - Zindî - 1
  • Roj - TV - Zindî - html
  • Roj - TV - Zindî - swf
  • MMC - TV
  • XOYBUN - TV
  • Þîn Þahî - TV
  • Êzidî - TV / Zindî
  • Malpera Êzidî-TV/Zindî
  • Rojava - TV
  • KNN - TV
  • Rojhelat- TV
  • Zagros - TV
  • Komala - TV
  • Kurd-1 TV - Zindî
  • Tishk - TV
  • Vîn - TV
  • Newroz - TV
  • Zaza TV-Flash-Player
  • Zaza-TV-Media-Player
  • Zaza TV

  • Paltalk Download
  • Paltalk Download

  • Reklam
  • Hunermendên Kurd
  • Karmendên Kurd
  • Kirîna Tiþtan
  • Firotina Tiþtan

  • Radio Xoybun
    Radio Xoybun - Dengê Vejîn ê, Amade Dibe !

    Ansîklopedîya Xoybun
    Ansîklopedîya Xoybun ê A û B, Amade Dibe !

    Partî û Rêxistin


    Medya Kurd, Ereb, Tirk
    Bijî Kurd û Kurdistan
    Malperên Kurdî, Yê
  • Polîtîk-Civak-Huner.

  • _________________

    Bijî Kurd û Kurdistan
  • Medya Erebî

  • _________________

    Bijî Kurd û Kurdistan
  • Medya Tirkî


  • Qutîya Muzîkê-1
  • Qutî ya Muzîkê - 1

  • Zêrzewat ( Sewze )
    Zêrzewat ( Sewze )

    Sazîyên Dijberê Tirka
    Rêxistinên Dijberê Tirka

    Radyo Zindî ( Lîve )
    7 - Radyo yên Zindî

    Qutîya Mizîka Kurdî - 3
    Qutîya Mizîka Kurdî - 4

    Kurdî û Îngîlîzî
  • Perwerde ya Zimanê Kurdî û Îngîlîzî

  • Musa | Cihû | Jewry

     
    Qewal - Sembola dilpakiyê û parêzerên dînê Êzîdiyan





    Lêkolîneke oldarî-zanistî
    Dr. Xelîl Cindî


    Di vê nivîsara xwe de ez gelekî miqat im, ji ber ku mirov çiqas bi baþî di derheqa xizmeta dîroka "qewalan" de ya ji bo parastina kelepûrên dînê Êzîdiyan, tor û tibetên wan bibêje jî, disa jî her kêm e. Van ciwamêran bi emanet û destpakî mîratê babkalkên me, felsefa dînê Êzidiyan, edebê devkî, cejn, ûhwd. bo me parastine û gehandine roja îro. Ji bo vê çendê ez dikarim bibêjim: "Qewal gûlên rengîn yên baxçê Êzidîtiyê ne, sembola xweragiriyê û ava zelal ya serkaniya bîr û baweriya Êzidîtiyê ne."

    Gotina "qewal"ji ku tê?

    Heya demeke kin û belkî heya niha jî li gorî ditîna hinek kesan gotina "qewal" ji bêja Erebî "qale-qewl" tê, lê li pê hinek vekolînan û her wisa li pê berhevkirina zimanan diyar dibe, ku gotina "qewal" ji bêja zimanê Somerî "kalo" tê. Ramana peyva "kalo" bi wî zimanî tê mana mirovê dîndar, mirovê mezin û rûspî. Heya niha jî di zimanê me de bi taybetî li cem Êzîdiyên Þengalê gotina "kalo" bi eynî ramanê tê bi kar anîn. Gotina "Þengal" bi xwe jî ji peyva "kal" pêk tê. Ew ji hevdûdana peyvên "þingo" û "kal" çêbûye. "Þengal" tê mana mirovê dîndar yê mezin, micêwir û kahîn.(1)

    Dîsan navê "Þingal"ê di Tewratê de bi navê "þinêar" diyar dibe, ku "þinêar" tê mana "deþta Babîlonya" yanî "erdê Babilonya". Di hinek pirtûkên dîrokî de dîsa tê nivîsîn, ku perestgeheke mezin yê "Xûdawen" (Xwedêyan) yanî yê "Sin" li çiyayê Þingalê hebûye. Ev jî îspat dike, ku reha peyva "qewal" digihîje zimanê Somerî û Babilî û girêdaneke wê ya xurt bi van zimanan ve heye.

    Gotina "qewal" ne tenê bi aliyê zimanî ve, her wisa ew bi aliyê tarix ve jî bi dîroka kevin ve girêdana xwe heye. Belkî qewalan anko "kalo" di dema Babiliyan de xizmeta perestgehên (ziyaretên) dînî dikirin û li Def û Þibab di îd û rojên pîroz de didan. Yek ji wan îdan(cejnan) ev e, ku ji wê re digotin "Îda birîna hiriya pez". Di vê cejnê de rolên qewalan roleke mezin bû û wan li Def û Þibab didan. Milet di vê cejnê de pez dianî û qewalan li mûzîkê anko li Def û Þibaban dixistin û xelkê hiriya pezên xwe dibirî. Ev roj îro dikeve meha nîsanê, piþtî cejna Sersalê, ku îro jî di enyî wextî de li gundê Behzanê "Îda Tewafa Xefurê Rêyan" tê pîroz kirin û di vê cejnê de qewal vê bîranînê nûjen û pîroz dikin.

    Qewal ji kîjan ber û eþîretê ne?

    Hê jî tê gotin, ku tim û tim feqîr û qewal bi navê Þêx-Adî tên naskirin û ji wan re dibêjin "Feqîrê Þîxadî", "Qewalê Þîxadî".

    Ji koka xwe ve qewal bi tenê ji Eþîretên Hekarî û Dimilan bûn. Qewaltî jî ne bi helbijartinê ye, ev kar ji bav derbasî kûran dibe û çênabe, ku kes ji der ve bê û bibe qewal. Lê wekî min bihîstiye û wekî Qewal Sivo, lawê Qewal Silêman, ji min re digot: "Piþtî fermana Mîrê Kor, Mîr Mihemedê Rewanduzî, di sala 1834 de qewal kêm bûn. Yekî ku navê wî Baso bû û ku ji Eþîreta Mamûsiyan bû, bi qewalan re diçe seferan. Ew mirovekî jîr bû û ilmê Þîxadî û Êzidîtiyê hilgirtibû û þûnde binemala wan jî bûne qewal".

    Qewal ji berê ve di du gundên Êzidiyan de rûdinin: Baþîk û Behzanê. Qewalên di van her du gundan de rûdinin, Qewalên dimilî û hekarî ne. Qewalên dimilî li gundê Behzanê û Qewalên hekarî li gundên Baþîkê dimînin. Eþîreta Dimilian ji bab û babkalikên xwe ve mirîdên Þemsaniyê (mirîdên Nasirdîn) ne. Eþîreta Hekariyan ji koka xwe ve mirîdên Adaniyê (mirîdên Þêx-Sin) ne. Heke qewal niha tevî eþîretên xwe di nava van her du gundan de hatibin parve kirin, dîsa jî wê demê qewal bi Tawisê re diçûn û her yekî ji wan ciyê xwe yê arinzî li gel Tawisê hebû û heye. Qewalên hekarî li milê Tawisê yê rastê rûdinin, Qewalên dimilî li milê Tawisê yê çepê rûdinin. Lewra jî dibêjîn, ku Qewalên Dimilî, mirîdên Nasirdîn, nûnerên Þemsaniyê, li milê çepê Tawisê dikin û Qewalên Hekarî jî, mirîdên Þêx-Sin, nûnerên Adaniyê, li milê rastê Tawisê dikin. Wekî me got, ku qewalên li Þibabê dixin hekarî ne û yên defê dixin dimilî ne. Mana vê jî ev e: Pewist e, ku qewalên li Þibabê dixin ji diduyan kêmtir nebin û li milê Tawisê yê rastê rûnin û qewalên defê dixin ji sisiyan kêmtir nebin û li milê Tawisê yê çepê bin. Ji bo vê yekê ye, ku coqa Tawisê ji pênc qewalan kêmtir nabe. Mezinê qewalan jî heye û ew ji Eþîreta Dimilian e, bi rêka meclisa rûhaniya Êzîdiyan ya bilind û mezinên Êzîdiyan tê nîþan kirin. Niha mezinê qewalan Qewal Silêman e kurê Qewal Sivo ye, ew li Behzanê dimîne û emrê wî zêdeyî 70 salî ye.

    Çawa qewal fêrî ilm û mûzîka dînî dibin?

    Berî 70-80 salî mekteba (dibistana) dînî li gundê Behzanê hebû. Ew mekteba fêrbûn û pêgihandina qewalan bû. Zarokên qewalan ji emrê 7-10 saliyê diçûn wê mektebê û fêrî qewl, beyt, diwa, lêdana Def û Þibaban ûhwd. dibûn. Baþtirîn û jîrtirîn qewal li wê mektebê dihatin kivþ kirin, qewalan ders didan zarokan, da ku ew di paþerojê de bibin qewal. Dibêjin ku Qewal Mam Îso mirovekî kor bû, lêbelê heta bêjî ew jîr û pahlewan bû û ew mamostayê dawî yê mekteba Qewalan bû. Wî, rehma Xwedê lêbe, komeke baþ û navdar ya qewalan pêgihandibû, wekî Qewal Ilyas, Qewal Qewal ûhwd.

    Lê çi heyf pîþtî mirina Mam Îso Mala Mîra ev mekteba dînî li Behzanê ji ber gelek sebeban girtin. Ev çiraya zanîn û marîfetê hate vemirandin, divê îro hemî Êzîdî bi dengekî bilind bixwazin û bibêjin: Bila Mekteba qewalan ya li Behzanê bê vekirin!(**)

    Ji bo yek bibe qewal, divê çi fêr bibe?

    Kesekî bixwaze bibe qewal, sê merc (þert) ji wî tên xwastin:
    1. Divê ew mirovekî bi dev û ziman be, bi axiftina xwe ewanbe û di ilmê xwedayî de melevan be.
    2. Divê dengê wî xweþ be.
    3. Divê zanibe li Def û Þibaban bixe.

    Berî her tiþtî divê xwendevan (þagirt) fêrî lêdana Def û Þibaban bibe, ji bo vê yekê jî qewalê herî zîrek û þareza ew e, ku yê bi awaz, kûbrî û melodiya qewlan zanîbe. Ew dibe mamosteyê xwendekaran û nûfêr dersên mûzîkê, lêdana Def û Þibaban li ber destê wî fêrdibin.

    Tiþtê zor fêrbûna melodî û kûbriya qewlan e. Her qewlek, qesîdekê û beytek melodiyeke xwe î arinzî heye; belkî 3-4 kûbriyan hene, anko bilindî û nizmiya gotinên wan qewl û qesîdan bi deng. Ji ber wê yekê yên nû destpêdikirî re dibêjin: a. þagirt anjî nufêr(mûbtede) û b. ji yên baþ dizanin re serhosta.

    Piþtî qewalên nûfêr lêxistina Def û Þibaban serrast dikin û fêr dibin, mamoste her roj 3-4-5 sebeqa ji qewl, qesîde, beyt ûhwd. dide ber wan. Qewalên nufêr roja din tiþtên fêrbûyî ji bo mamosteyên xwe dûbare dikin. Heke wan tiþtê mamoste dide ber wan, baþ ezber kiribin, mamoste hingê çend sebeqên din dide ber wan û ew bi vî awayî Qewlan jiber dikin. §ûnde mamoste qewlekî nû dide ber qewalên nûfer (þagirt).

    Ilmê dînê Êzidiyan pir zor e. Lewra em binêrin, ka programê mamoste bi çî dest pê dike? Helbet her qewalek gerek e, ku di destpêkê de van tiþtan hîn bibe:

    1. Diwayan
    2. Qewlê Terqîn û Nasîn, Qewlê Seremergê, qewl û diwayên li ser miriyan têne gotin.
    3. Beyta Cindî, Beyta Sibê, Beyta varê
    4. Her heft qesîdên li gel her heft semaya têne gotin, jiber ku beyt û qesîdên her heft semayan her roj têne gotin.
    5. Piþtî qewal fêrî qewl, qesîde, beyt, diwayan dibin, dest bi fêrbûna kûbriya wan dikin, jiber ku ew qewalê nufêr hêdî hêdî van qewlan bi deng bi qewalên þareza re dibêjin û diniklînin.
    6. Heke qewalên nûfêr hemî xalên jorîn (1-5) bi serfirazî standin, mamosteyê wî wî fêrî Mishabeta dike.

    Mishabet di xwendina qewalan de dereca bilindtirîn ya fêrbûniyê ye, jiber ku mishabet zîrekî û þarezetiya qewal derdixe medanê. Ew çawa dikare felsefa dînê Êzidiyan þirove bike, þîretan li wan bike û þireata wan bibire ûhwd.

    Ji bo fêrkirina Mishabeta rêyeke qewalan ya taybetî heye. Hinga mishabet tê gotin, qewalê nûfer li tîra qewalan rûdinê û guhê xwe dide corê gotinên mishabeta wan.

    Sîstem û derecên qewalan

    Sîstema qewalan ji çar dereca pêkhatiye:
    1. Mezinê Qewalan
    2. Begê Sinceqê (Sinceq Begî)
    3. Serhosta
    4. Nûfêr (þagirt)

    Mezinê Qewalan

    Ew serok û rêberê qewalan e: Ji aliyê hilbijartin û hînkirina wan ve, ji aliyê birêvebirina karê wan ve, her wisa ji bo destnîþankirina coqa qewalan li gel Tawisê ji bo Çiyayê Þingalê, Welatê Þêx, berê ji bo Tirkiyê (Welatê Xalta, Wêhranþar, nav Çêlkiyan), Sûriyê, Rûsiya (Tawisa Moskofê), Iranê (Tawisa Tewrêzê) û hwd.

    Mezinê Qewalan endamê serokatiya meclîsa rohaniya Êzîdiyan ya bilind e. Ew li gel gera Tawisê diçe gundên Êzîdiyan û Laliþê û karê Tawisê û qewalan bi rê ve dibe.

    Wekî me di dest pêkê de jî got, mezinê qewalan ji Eþîreta Dimiliya ye û rûniþtvanê gûndê Behzanê ye.

    Begê Sinceqê

    Ew dereca her bilind ya qewaltîyê ye, ew seyda ye û dema li dîwana Tawisê amade be, ew mishabetê dibêje.

    Begê Sinceqê divê ji qewalên hekarî anjî ji qewalên dimilî be. Timî divê ew li gel Tawisê be û li teniþta Tawisê ya rastê û çepê rûnê, jiber ku Begê Sinceqê temsîla Þêx-Sin û Þêx-Þems dike. Di vê derheqê de yanî li ber Tawisê kesekî ji Begê Sinceqê mezintir tûne: Ne Mîrê Þêxa, ne Babê Þêx, ne jî Pêþîmam. Kîjan ji van kesan bên dîwana Tawsê jî, Begê Sinceqê ne mecbur e, ji pêþ wan ve rabe, ciyê xwe bide wan. Her çiqas þiret û çareserkirina probleman hebe, Begê Sinceqê dibire, jiber ku ew bi navê Þîxadî, Þêx-Sin û Þêx-Þems diaxive, jiber vê yekê jî tim Begê Sinceqê qewalên bi emirê xwe mezin in, rûhspî û bi tecrûbe ne.

    Serhosta

    Ew qewal e, yê ku melodî, kûbrî, awazên hemî qewl, qesîde, beytan hildigire, dizane û bi gera Tawisê re diçe. Serhosta serokê coqa qewalan e, wekî serokê orkestrayê. Ew hem li defê dixe û pêre qewlan dibêje û hem jî çavê xwe dide qewalên din yên li Def û Þibaban dixin, da ku ew ne kevin tû þaþiyê û kûbriyê winda nekin. Tiþtê balkêþ jî ev e, ku qewalên li Þibabê dixin, li milê Tawisê yê rastê rûdinin û ew temsîla Þêx-Sin dikin.

    Qewalên defê dixin li milê Tawisê yê çepê rûdinin û ew temsîla Þêx-Þems dikin. Li virê qewalên nûfêr jî li gel qewalan rûdinin, lê ew hemî qewl û qesîda bi rêz nakin, belkî bi tenê sebeqa dawiyê bi qewalan re dibêjin.

    Nûfêr (mûbtede)

    Ew ev kes e, yê ku hê nû dest pê dike here dersên dînî û fêrî karê qewaltiyê dibe.

    Cûreyên semayan

    Di nav edebê dînê Êzîdiyan de heft cûreyên semayê hene. Þert e, ku qewal bi gotin û kûbrî her heftan jî bizanîbe. Navê wan ev in:
    1. Semaya Mezin anjî Semaya Qanûnî. Qewlê "Maka Êzî" li gel vê semayê tê gotin.
    2. Semaya Zerza(***) anjî Ga- vanê Zerza. Pirtirîn eþîreta dimiliya vê Semayê daxwaz dikin.
    3. Semaya Bilind
    4. Semaya Þêx-Þems
    5. Semaya Þerfedîn
    6. Semaya Maka Êzî
    7. Semaya Merkeba

    Ev sema li gel Tawisê li gundan nayê gotin, belkî ew li ser miriya, li goristanan tê gotin û jin sê caran li dora tirbê (gorê) digerin. Em dikarin bibêjin, ku Semaya Merkeba semaya mirinê ye.

    Kar û wezîfên qewalan

    Bi rastî dema ku mirov bixwaze karên qewal pê radibin, rêzbike, divê hingê mirov xizmeta wan î dînî ya bi cî tînin, bide ber çavan. Hingê mirov dizane, ku dewrê qewalan çiqas mezin û pîroz e û qedrê wan çiqas giranbuha ye. Mirov dikare bibêje, ku ew giyan û nefesê di ber bawerîyên oldarî de dikin. Bi saya wan rewþ û berdewamî dayê giyana olî û heta îro felsefa dînê Êzîdiyan karibûye bimîne û nemire. Ji bo vê yekê ez dixwazim her Êzîdiyekî dilsoz, xwudan bext, dengê xwe bilind bike û bibêje: Bila dibistanên qewalan bêne vekirin, bila em nehêlin destgeha qewalan zehif bibe, jiber ku koka dînê Êzîdiyan li ser aliyê hiþ û hisî hatiye avakirin, ne wek li ser aliyê þirîet û kitêban(pirtûkan). Ji bo vê yekê mesela ruhî, mûzîk (Def û Þibab), gotina þîret û mishabetan roleke mezin di baweriya Êzidiyan de dilîzin. Bi tenê ezê çîroka dûristkirina Adem û çawa ruh nedihate berdan, bibêjim.

    Ji ruh re gotine: "Ji bo çî tû nakevî ber giyanê Adem?"

    Ruh jî gotiye: "Ferman ji ba Xwedê ji min re nehatiye, heya saz û qidûm (Def û Þibab) ji asmanan neyêne xwar, ez nikarim bikevim qalibê Adem."

    Berî heftsed sal heft sûr hatine hindave. Qalib mabûyî bêî gave gote rûh: "Ma tu ji bo çî naçî navê?"

    Rûh got: "Li ba aþiqa we malûm e, heya bo min ji bana neynin "Saz û Qidumê", nîveka ruh û qelibê Adem Pêxember zor tûxum e."

    "Saz û Qidum" hatin û hidirî, nûra mûhbetê hingivte serî, ruh hat û qalibê Adem Pêxember êwirî.

    Binêr: Qewlê Zebûnî Meksur, Sebeqa: 32,33 û34

    Hinek ji kar û barê pîroz yên qewal pêradibin, ev in

    Li Laliþê

    Her cara cejnek, tor û tibetekî Êzîdiyan li Laliþê çêbibe, divê wekî mercekî sereke qewal têda amade bin.

    • Di berbanga sibehê de yanî berî ronahiya rojê derkeve, qewal Beyta Cindî li gel Def û Þibaban dibêjin û hanê dikin, ku Êzîdî ji xewê rabin û îbadeta xwe bikin û herin karên xwe.

    • Serê sibehê bi derketina rojê re Beyta Sibê dibêjin. Ev Beyt li gel Mehter tê gotin. Mehter jî du heb cûr in: Mehtera Tewrêzî û Mehtera þamî. Awaz û kûbriya Mehteran wekî awaza marþên eskeriyê (leþkeriyê) ne. Demê bi dehol û zirnê tê gotin, dibêjinê Meytirxane.

    • Sibehê di dema simatê de qewalek amade dibe, bi tenê li Þibabê dixe û pêþewaziya simatê dike. Ew ji Þîlana Þîxadî tîne ber Celsa Þîxadî.

    • Varê berî roj here ava ji bo rewankirina nûra Xwedê qewal Beyta varê dibêjin. Helbet dema qewal dibêjîn, pêre li Def û Þibaban jî dixin. Carna ji xeynî vê beytê beytên din jî tên gotin, mesele wekî Beyta Beharê anjî Beyta Esriya.

    • Çaxê dibe þev û Êzîdî li hev komdibin, Qewalê Begê Sinceqê dest bi mishabetan dike û ku ew temam bû, simat tê pêþkêþkirin.

    • Piþtî mishabet xilas dibin, Sema Celsa Þîxadî tê kirin. Ew jî bi amadebûna hemî mirovên dîndar û mezinên ocaxan wekî Pêþîmam, Bavê Þêx, Þêxê Wezîr, Mîrhec, Micêwirê Þîxadî, Micêwirê Kaniya Spî, Koçek, Pîr, Þêx ûhwd. Heft heb ji van kesan semayê digirin û sê caran li dora Çeqeltuyê (Çirayê) digerin.

    • Qewal dibine du rêz û dest bi gotina qewlekî dikin, her rêzek sebeqekê dibêje, rêza din sebeqa pêra li wan vedigerînin. Pirtirîn di nav van þaxan de Qewlên Medih û Stayiþa tên gotin, mîna Qewlê Þêx Hesen Sultan anjî Qewlê Pîr Dawid anjî Qewlê Bayzidê Bastamî.

    • Di morkirina berê þibakê de dîsan qewal li Def û Þibaban dixin û qewlan dibêjin.

    • Roja Qepaxê yanî dema golikekî ji ber Þîxadî dibene ber Þêx-Þems, qewal dikevin pêþiyê û li Def û Þibaban dixin.

    • Perî-Guhastina ji ber Þêx-Þems û Kaniya Spî bo ber Þîxadî dîsan qewal pêra dibin.

    • Morkirin û ciwankirina Tawisê di roja dawiya çilê havînê de qewal tên ser kaniya ku Þîxadî li ser rûdiniþt, Tawisê tînin û bi simaqê û ava kaniyê mor dikin, þeþ-heft qewal li wê derê qewl û beytan dibêjin.

    • Roja dawiya cejna Cemayiyê li heft ciyên cuda sematên giran wekî li ber derê Kaniya Spî, li ber Þêx-Þems, li ber Mîr Êzdîn û li gelek ciyên din tên kirin.

    Gera Tawisê

    Bi kêmasî salê du caran Tawis li nav gundên Êzidiyan digere. Di vî demê de Beyta Sibê, Beyta varî, Mishabet, Sema têne gotin û kirin.

    Lêxistina Def û Þibaban li ser miriyan

    Berê demê yek diket ber kêferta mirinê, du qewal dihatin ber serê wî Qewlê Seremergê digotin, heta wî mirovî ruh dispart. Lê niha Qewlê Seremergê li ser yê mirî dibêjin, gava ku wî gordikin, her wisa qewal pê ra li Def û Þibaban jî dixin. Hinga cenaze ji malê radikin û dibin ser goristanê, bêgûman qewal awazê þînê yanî xemgîniyê lêdixin.

    Her li gel cenaze qewal jinek bi xwe re hildigire û jin li pêþiya wî diçe, qewalek jî li Þibabê dixe û li pey cinaze diçe û li pey wî jî du qewalên li Def di dest de tên. B vî awayî heta digehîjin ser goristanê.

    Qewal heft rojan li mala yê mirî dimînin, taziya wî dikin, roja sêyemîn ji yê mirî re semayê li dar dixin.

    Sinet kirin

    Berê û niha jî li hinek ciya dema zarokan sinet dikirin, qewala bi awazekî arinzî li Def û Þibaban dixistin. Bi vê yekê jî diyar dibe, kû sinet bi rewiþeke pîroz tê hijmartin.

    Rojên cejn û tiwafa

    Di van îdan de sematên giran tên girtin û qewal qewlan dibêjin, li Def û Þibaban dixin. Ev Cejn û Tiwaf ev in: Cejna Sersalê, Cejna Êzî, Cejna Çilê Zivistanê li Laliþê, Cejna þevberatê li Laliþê, Cejna Çilê Havînê li Laliþê.

    Tiwafa Sema bi þev li cem Xasa (Xûdanên Gundan) tên girtin û berî hingê Beyta Sibê û varî tê gotin.

    Govend

    Govendên li ber derê Kaniya Spî, Suka Marifetê, govendên li gûndan yên dema gera Tewisê. Ev govend hemî bi Def û þebaban tên gerandin.

    Têbinî

    Ev babet min wekî ders du rojan li Univêrsita Georg- August li Gottîngen ji bo Prof. Dr. Philip Kreyenbroek û Dr. Ludwik Paul pêþkêþ kir.

    Dîsan ji bo vê babetê min gelek zaniyarîyê hêja ji Qewal Sivo yê kûrê Qewal Silêman standin. Ez gelek spasiya wî dikim ji bo van zaniyarî û arikariya ciwamêr. Ez hêvîdar im, ku li ser vê babetê bêtir vekolîn çêbibin û heqê wê li gorî dewra wî yê mezin bê dayîn.

    1. Binêre: Dr. Xelîl CîndÎ: Ber bi zanîna rastiya dînê Êzîdiyan, Xeleka:2, Sala:1993, R:38, bi Erebî

    (**) Em daxwaz dikin, ku dibistanên(mektebên) dînî(olî) ji bo qewalan wek dema berê li Behzanê û yeke din li Laliþê anjî li ciyekî din bên vekirin û ev ji xêr û xeratên Êzîdiyan, ji ya Laliþa Tawisê, ji ya Kaniya Spî, ji ya Þêx-Þems bên fînanse kirin û ew ji bo mektebên dînî bên xerc kirin. Careke din divê em çavên xwe bidin qewalan û beþeke baþ ji perê me gotî wekî xerciya heyvane ji bo qewalan bê diyar kirin. Da ku careke din çirayên nîvvemirî þewq û ronahî bidin!

    (***)Sema Zerza: Ev Semaye behra pirtirîn bi Eþîreta Dimiliyan ve girêdayî ye. Wisa tê gotin, kû nexweþî dikeve nava vê eþîretê û Meme Reþan (Pîr û Xasên Êzidiyan yên navdar û ciyê baweriya Þîxadî bû) di wê demê de nexweþ ketiye. Hinek ji Dimiliyan mecbûr bûn, ku çiyayê Meqlubî, yê ku ciyê mîrgeha wan li wir bû, terk bikin û herin Tirkiyê û misilman bibin.

    Elewiyên niha li Tirkiyê nê û zimanê wan re dibêjin"Zazakî" anjî "Dimilî" perçek (beþek) ji wan in. Beþê din jî koçberî Kûrdistana Iranê bûn, ew jî bisilman bûn. Tenê Dimiliyên Welatê Þêx Êzidî man. Semaya Zerza jî bi wê dîroka nexweþ ve girêdayî ye.









    Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne.

    Weþandin:: 2003-02-21 (4809 car hat xwendin)

    [ Vegere ] | PRINTER


    | PDK-Baþur | PDK-Baþur | PDK-Xoybun | PDK-Rojhilat | Kurdistan Media | Xebat |


    PDK - XOYBUN.Com 2003 All Rights Reserved
    Email : xoybuncom@yahoo.de
    _______________________________________________

    Ev malper, herî bash, bi Avant Browser, tê xuyakirin...

    Diese WebSeite wird am besten mit dem Avant Browser betrachtet...

    This site is best viewed with Avant Browser...

    Download !!!

    This site is best viewed with Avant Browser...

    Diese WebSeite wird am besten mit dem Avant Browser betrachtet...

    Ev malper, herî bash, bi Avant Browser, tê xuyakirin...

    _______________________________________________

    Content û Naverok


    _______________________________________________

    Pêlê Logoyên Li Jêr Bikin ! Press the Logos Below !


    Open Society Foundations


    Clinton Foundation


    Bill & Melinda Gates Foundation


    Rockefelleer Foundation


    International Monetary Fund (IMF)


    Office Of George W. Bush


    Bush Foundation


    George W. Bush Foundation


    IBRD - IDA | World Bank Group


    Rockefeller Capital Management

    _______________________________________________

    _______________________________________________


    Private Bank - Deutschland Frankfurt

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    Neue, Biligen und Große Wohnungen Zu Vermieten.

    Gratis Strom und Heizung für Mieter.

    _______________________________________________


    _______________________________________________


    Ezê Ji Wera, Li Almanyayê, Dikana Pîzza, Ji Nuva Vekim.
    Kontakt Tel. : 0049-176-93036339


    Ezê Ji Wera, Li Almanyayê, Dikana Kîosk, Ji Nuva Vekim.
    Kontakt Tel. : 0049-176-93036339

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    Tabacco

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    _______________________________________________

    _______________________________________________



    Kurdistan, ''Þerab bi kurdî xweþ e''.

    _______________________________________________



    Þerab : Baron Philippe de Rothschild Wein.



    Þerab : Baron Philippe de Rothschild Wein.

    _______________________________________________


    Wodka Stepanoff - Doppelkorn - Weinbrand und etc

    _______________________________________________






                    
    Google