Nivîskar : Ciwanê Abdal - Çîroka : RAZA DAWÎ
RAZA DAWÎ
1 - Leylan
Ji niþkave Mamo xwe dît li rastê, û perek ba li dora wî elor bûye, direve ji ber.. û direve.. lê bi kûve here, har çar alî yê çolê lê winda bûne, tev sînor û leþkerin, ne ev tenê jî, dît lingê wî jî pûçbûne, nizane qe bûne ji kevir..
Wekî du ferþên destar, wî di cih de digre, tu levat jê nayê, ne li pêþ û ne li paþ, û li ezman girt ye mij û mûran, ango dengek bang dikê :
Ka rabe.. bû dereng Mamo ..!
Mamo mat li dora xwe dinêre :
Ma kanî ez loo.. ?!
Deng li wî vedgerîne :
De li xwe bigere ji nûvde..
Mamo serê xwe radike û dipirse : Ma kanî rê ?!
Û hema wiha dît ku dûman ji herdu firnikên bêvila wî dere ber bi jor de, wekî awazeke giran û hewarî di guhê wî de diweþîya, dixwaze bi çarpîka jê bazde, bi zikiþkê, xwe di gindirîne hêdîka, avek ziwa ji libê kevir û zuxuran dibare, her dere dirêj dibe qama Mamo ber bi jor de, dirêj dibe di cihê xwe de, lê lingê wî ber bi jêr de derin, rehên xwe berdane ber bi erdê de, çimkî rê li hev dizîvire û ji leylanê nexuya ye, dîware yan sînore, Mamo çavê xwe digerîne dixwaze xwe xilaske..
Day lê dike :
- Ka ez.. û ka rê.. loo !!?
Bû dereng ha.. derenge li me, kurma em xwarin.. kurmên deþta sar .
Dengê Zînê ye tê, lê pêjna wê nayê .. ,
Mamo li dora xwe dinêre.. çavan di-gerîne çend dibîne ; ku çawa refên mêþan û kelmêþan tên ref bi ref ji hêla baþûrê dûr, tên xwedê giravî ku çêrandina giha ji derdora kevir û latan bikin, lê dibîne çawa êrîþî wî dikin, êrîþî can û laþê wî dikin, lê datînin û difirin, bi þîrêz û demûþin, û çawa hev vexwendiyê laþê wî bê destûr-dan, çi birîn di laþ de vekirine tanî hestî xuyanê kirine, û çi nêm û xwîneke renge-þîn jê dinuqute û diherike; û çawa hev vexwendin dikin, an mêþ dibêjin kelmêþan ;
- Xwedê daye me, ev dana xwedê ye, ha ( e’ze we cel ) û xwedê hezbike wê hîna bide me.
Li derdora Mamo çiya bi dirêjahî paldaye û bi pehnahî bilind bûye, çendî bi çem û cobar û kaniyên bêdengin, û jê diherikin bi teyekî cemidî hin mûm û kevezeke bê binî .
Zimanê Mamo kiþiya ye, çendî tiye, û ev cenawer hiltên û datên.. dibêjin ; kanî av û kanî nan ! ?.. û Mamo jî ji xwe re matmay dimîne .
Hawîrdor awazên reþ-giran lêdidin, awazin hewarîne.. hêwirîne ji gihayê bêdengeyêne, bi baskên sipî re difirin, mîna cotek kevok li asoyê veçirî û perçekirî teqila didin xwe, him bi qebqeb û buxin li qiraxa teng, ku bihost bi bihost dikurisînin cilika limêjê, evan qijnikên deþta baþûrî zuxuran yên çîp zirav û qûn tazî ;
- Haho kuliya em xwarin !.
Û dît çawa dikevin laþê birîndar û xwîna wî
.. Dimijin tev mejîyê wî, û çawa ji birînên nêmkirî çirayên xwey vemirtî vêdixin.
Mamo çavê xwe digerîne, geh li vir û geh li wir, çi bi jor de, çi bi jêr de, reh û damarên ziwa disincirin, dûman û agir di bin de dikele, ji bûyerên dîrokê û ji got û çîrokê, tarîyeke çewt daketiye bi çira gelê baþûr re, û her dibare, dengê Mamo hêdî tê mîna xêzek dûmanê;
- Dayê derewe.. tu xweda li ezmana tune ye!
Qene ! ? her ezê wiha bimînim.. reh û damarê min wê di erd û zevî yê de bin, serî di nav ewr û mij û dûmanê de bin ta kengî..?!
Çem û çav-kanî korbûne di gola xwe de, dar û giha bêdeng radibûne, gul û çîçek vedibûn bi çilmisîn re, stirî û xwezî li hev diherbilîn, tor û davokên rê û xaçerê li ber Mamo tên girtin, û ji kerba xwe di'ure û ji piþta çiyan bandike ;
- Min bêriya agîr-jenînê kiriye. Dayê, dayê çawa ez bûme li welat xwe tune, çawa min xwe winda kiriye, çima bê kar û xebatê berxwedanê me ez..?!.
Tenê ji birînek þil vekirî xwînek heþîn diherikî, geh ber bi vî alî de dimeþe, geh bi ber çar aliyan de dimeþe, riya dagirkirinî xwînek sore, wekî çawa riya avê þîne, di cih xwe de cihokan çêdike, wekî yagma diherike.. lê di nav de dibiriqîne kesk û sor û zer, xwîn riya xwe vedike ger dikole di lat û repinî de be.. dengê Mamo li dare ;
- Dayê dayê.. qene ev riya mine, dayê min riya xwe dereng naskir, bi xwedê ha, ta min naskir emr tev xilaskir.. û emr jî ezîtîyek þopemenî ya minî taybete.
Hîna wiha bû di nav beþê raman û hizra de bû, dît þapek ji kevirên direþ û meþek toz elor bûye bi dûvde tê, xwest xwe ji ber bide alî, xwedê giravî bazde.. biyan û koç bike ji vir, ji ber vê êrîþa zuxir û qûmê xwe bide alî, lê na..
Nîþana dawîn ew dengê dayê tûj hate guhên wî :
Dayê dayê, kanî ez,? û ziman hew geriya.
2 - Bahoz
Mamo xwest cihê xwe biguhere, bi lez û bez xwe çenkir, laþê wî zûzû pêre nehat, xwe kiþkiþand, lingê wî diherîyê de ye çikiyane ango lingê wî tune..!? lingê wî pêre nehatin, tevzek hiþkbûyî pê girtiye, xwe livand çep û rast, piçekî xwe bi zik-kiþkî bir, wek kîsokî ji qalikê xwe derê, û ji rîsolê bi xortî bipengize.
.. Na Welleh pengizî û bi ser aliyê çepê de, bi ser ruyê xwe de ket, ji ser dika li ser razîyî bû ewê þeva havînê, çavê xwe vekir û li derdora xwe nerî, weke miriyê serî li gorê keve, dît tarî paldaye li rastê.. û þev kûr û dirêje ; þevek bê rê û bere, ezmanekî ewre û bê stêre.. ku bê-dengîyek giran rabû ye tev bi awazek reþe.
Ay yaboo.. ev çi ye ..?!!
Eþheda xwe anî û nalet li çavê Nebîs danî,
( La îlah illa Ellah.. Muhemed resûl lel lah ..),
xwezîya xwe þikand bi tûka xwe, xêz- êþînk germ ji riwê Mamo tê, destê xwe dayê û peland, serê tilîyên wî þilbûn, lê nerî ; çi mezeloqe.. naskir ku xwîne, qene ji ketina xwe birîn bûye .
Jina wî Zewrê bi terpîna wî hisîya, ji xew þiyarbû tev bi zarokan, ji ber ketina wî bi deng bû.. dey lêkir û pirsî ;
Te xêre Mamo, tu ji xew veçiniqîye..
Mamo destê xwe danî ser riwê xwe û got :
- Ax.. ax piþta min !!...
Ciwanê Abdal http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2006-05-28 (5047 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |