Þîyarê Fatime : Bangek ji yarek dil þewat
Bangek ji yarek dil þewat. Bangek ji yarek dil þewat ....., ji bo heçî xwedî rûmet
Ji gelkî zûve ta………îro ....., ser min talan û fermane
Qamiþlo gote navê min ....., cerg û hunav bi xwîn mane
Ji nav min rakin van gura ....., basên faþist û xwîn xura
Canê min tev kirin birîn ....., van zalima van gawira
Termê neyarê bê fedî ....., ser sînga min wan hildane
Naxwazim wî termê genî ....., bo min kevrekî girane
Bo min hene rengên delal ....., bavê felek li ezmana
Evîndara ceger xwînim ....., ya yên li hebs û zindana
Malbata min ji bîr nekin ....., dest û piyê min jê nekin
Efrîn, Koban, Dirbêsiyê ....., Hisiça yan tirbespiyê
Xebat bikin ji dil û can ....., heger ji bo we em yarin
Lê xweþ ji we bawer dikin ....., ji bîra we em ticar narin
Qamiþlo gote navê min ....., cerg û hunav bi xwîn mane
Þiyarê fatimê ................................., 2004
Dîyarî ji bo þehîdên 12ê Adarê û ji bo þehîdên Kurdistanê,....
Dortmund, Almanya - 14. 03. 2006
Þîyarê Fatime http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2006-03-22 (4771 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |