ÇARENIVÎS
Ji dema ku dengê gulan li çiyê belav buye hetanî wê kêliyê, hestekî bêsînor hinavên Soro dagirtibu. Êdî hesreta wî bu ku çend demhijmêrê xwe li berpal û berwarên çiyê bibihurîne. Di nav zinaran de þikêr bi þikêr, kun bi kun çavên xwe li þervanan bi gerênê. Lê ka...
Ji wexta ku deng bi çiyan ketibu piyê wî bi zozanan ne ketibu. Piyê wî neçuye ser lata, çukên ku xwe di nava belelukan de veþartî, ji ber wî ne firiyabun, teyrên baz li ser serê wî dewr li xwe nedabun. Dîsan jî her roj bi berbangê re dema ku ji xew radibu, çavên xwe di sorayiya aso de di çikandin û siya çiyê wekî yezdanekî li ser xwe zal didît.
Roj bi roj vê hesta bêbin cendekê wî di keritand, Qirik lê digirt, dil lê di keland.
Soro çardesalî bu. Birayê wî Çeko pênc salan jê mestir bu. Wî jî amadeyiya xwe dikir ku salekî dîtir biçê leþkeriyê. Wî ji aliyê xwe ve ne dixwest biçe leþkeriyê lê tu ramanekî wisan di dilê wîde nebu ku biçê serê çiyê jî, heke neçê çiyê bê gûman diviya ku biçê leþkeriyê, naxwe mafê mayina wî li gundê xwe û li ser xaka xwe nedima.
Soro rojekê ji rojan xwe di nava þervanên serê çiyê de dît. Wê roja ku dest ji pez berda û hat, dayika wî hetanî bi paxila çiyê jî li pey hatibû lê dayika belengaz ji ber ku binê piyê wê werimîn û av girtin neçar ma ku carekî dîtir bi alîkariya Çeko nîvmirî vegerê malê. Ne tenê lingê wê çubun, parçeyek ji kezeba xwe li ser çiyê hiþtibu. Êdî ev gotin tu car ji devê dayika Soro derneket “êdî felekê mêkutê xwe li serê min da. Îro Soro çû sibe jî Çeko diçê”.
Ew salek bu Soro cilên gerîlla li xwe kiribun û çekekî rusî avêtibu milê xwe. Her dever jêre bubu gundê wî, çiya tev bubune çiyayê ser gundê wan re. Tu cewaziya þev û rojan ji bo wî nemabu. Hêdî hêdî didît ku muwên simbêlê wî jî çêdibin. Lê ji zu ve cîhan li ber wî piçuk bubu. Bi tena xwe jî dikarî çeka xwe bigrê dest xwe û berê xwe bidê ser sengerên dijberan. Dema ku qala mirinê jêre dihate kirin di kenî. Gelek caran kaxezên ku ji berîkên leþkerên mirî derdixistin dida hevalên rex xwe ji bo ku jêre bixwênin. Hevalên wî nivisên leþkeran dixwendin wî jî godar dikir û di kenî. Ruxsarê her leþkerekî mirî di xetên mejîyê wî de çikiyayî dima.
Çeko dema ku sala wî qediya û berê xwe da leþkeriyê, dayika wî porê serê xwe bi þahidiya rondikên çavên xwe ve tev hilkir.
Qey bextê Çeko bu berê wî dane cihê þer. Wî jî dizanî dema soysebat û bobelat tên tev bi hevre tên. Tiþtê ku jê di tirsa hatibu serê wî.
Kêf kêfa Soro bu. Ne giryê diya wî ne jî tirsa dilê biragewreyê wî xwe ne dighandine hestên Soro. Cihanekî sawilke û zelal wekî hebuna çûkekî sivik.
Disan dema þer bu. Þev þevekî payizê bu. Þire þira baranê guhên þervanan di arihand. Laþên wan jî tev þil dikir. Lê hêrsa wan ne ji barana wek lehiyê bu. Tarîtî wê kêliyê li wan hatibu xezebê. Ewrên mijokî cihan di fetisandin. Çav di wan demhijmêran de ne xwedan dewr bun. Kesekî ji çavên xwe sud ne digirt. Tevayî hêza xwe di lingê xwe de kom dikirin. Di wê tarîtiya dojehî de tenê rêberê wan piyê wan bun. Divê kortan bibînin, hest bi keviran bikin, tim û tim rêkê biþopînin û bi lezgînî wan berbipêþ ve bibin.
Veya jî têrê ne dikir. Di rêzê de herkesi bi êlek an jî kefiya hevdu digirt. Lê mixabin dema ku yek diket tev bi hevre li erdê di nava heriyê de dirêj dibun.
Cihanekî cuda, tenê tarîtî, tenê mirin. Dîsan jî, kenê wan xwe ne digirt. Bi ketina hev dikenîn bi þemitîna hev di kenîn. Dema ku hevalekî wan bi gotane “ hevalno bêdeng bin em nêzîkî dijmin bune” wê demê wekî ku ji berê ve bi hevdure peyivîne bi hevre dikenîn. Wan jî dizanî ku di vê þeva wekî jehrê de ne dijminê wan ew torikên þevan jî nikarin xwe li derve bigrin.
Wan jî ne dizanî bê ka çawan xwe gihandine sengerên dijminên xwe. Tenê pêþengê wan ew berbi pêþ ve dibirin. Dema ku xwe gihandine sengeran baran rawesta bu lê tarîtî ji berê zêdetirbu.
Ew bi xwe jî li xwe seyr mabun lê tevayî hêzan bi saxlemî cihê xwe girtibun û li benda fermana kuþtinê bun. Bêdengî bêdengiya tirbê bu. Wekî ku tu zîndar li ser ruwê vî zemînî nîne. Xweza yê jî wê kêliyê strana mirinê lê dida.
Soro çeka xwe di nava kefa destê xwe de þidandibu. Ramanê wî bi anîna çend çek û kel û pelên leþkeran ve kilîl bubu ji ber ku ew delîl û peyitandina biserketina çalekiyê bu. Wê kêliyê tevayî hebuna wî ew bu.
Bi fermana êrîþê ve ew þeva tarî bu roj, tijk û çirkên narincokan xetên þîn di asîman de çêdikirin. Ew þeva ku kesek jê agahdar nebu bu semakerê li ser dika tevayî candaran. Erd di heja. Gurme gurma ku kete deþt û çiyê, di nava kêliyekê de raman û hestên mirovên agahdar guherand. Wekî hêzekî kesnezan herkes dorpêç kir. Þervanan di nava demekî kurt de ew girên ku êrîþ kiribunê de bi dest xistibun. Çend leþkerek ji dest wan filitîbun lê bi piranî kuþtibun. Bê ku dema xwe biser ve bi bihurênin tevayî çek û amuratên wan kom kiribun û bi fermana paþdekiþyanê ve gir bi þun xwe ve hiþtibun. Koma êrîþe wekî ku tevayî saman û semyanê cîhanê buyê yê wan bi kêf û þadi vedigeriyan. Soro hina li cem gir dest bi gotina serpêhatiya xwe kiribu. Hevalên wî jî bi wî re hatibun lê dîsan jî wekî ku carekî din wan jî bikê hevparê vê serpêhatiyê, kêlî bi kêlî buyer bi buyer ji wan re di got. Êdî tarî tî jî li peþ wan ne asteng bu. Wekî teyrikekî ku piþtî gerînekî demdirêj vegerê hêlîna xwe hema di firîn.
Û soro di got “hevalno sengera ku ez çûmê de pênc leþker têde bun yek revî ez ne gihiþtimê de yek birîndar bu ez çume ser ji min re got “ez qurbana te me min ne kuje jina min û zarokên min hene” (kurbanin olayim oldurme beni eþim ve çocuklarim var). min çeka wî û rextê wî anî lê min ne kuþt. Ew hersêkên dîtir jî narincok di bin wan de teqîbû hersê jî miribun. Min li berîkên wan nihêrî kaxezên wan û wêneyên wan min derxistin, min çekên wan jî anîn û ez hatim.” Dema ku qala vê serpehatiya xwe ya berî bi demekê dikir, dengê wî bilind dibu, heya wî ji gotinên hevalên wî yên dîtir ne dima. Tevan jî ev buyer ji hevdure digotin, heryekî bi dîtina xwe û bi hest û ramanê xwe.
Hetanî gihiþtine wargeha xwe herdever bu ronî. Çend hevalên wan yên ku di wargehê de mabun ji wan re çay û xwarin amade kiribun. Di serîde tevan çaya xwe vexarin û dîsan dest bi derbirîna buyerê û tiþtên ku dîtin kirin. Soro bi heyecaneke bê hempa û serbilindî kaxezek ji berîka xwe derxist û got “hevalno ka min godar kin, eze nameya leþkerekî ji were bixwînim, lê bila kes heval ne peyivê” kaxezeke qermiçî û hindekî jî bi xwîn ji berîka xwe derxist û ji hevalê xwe re xwend.
“ Dayê; ez herçend bi dilekî birîn jî bê te bi tevayî hezkirin û rumetê xwe ve silav dikim. Ez piþtî ku hatme leþkeriyê ez pê hisiyam ku min tawanekî mezin kiriye. Ez nikarim zêde di vê nameyê de tiþtekî bi nivîsim lê ji ber ku ez bawer dikim ku ev name naghêjê destê te eze bi dilê xwe çend gotinan bêjim. Ez hîna baþ perwerde ne kiribum ez rêkirme herêma þemzînan cihê ku herî zêde þer têde germe. Ji neçarîya xwe her diçê ez nêzîkî mirinê dibim ji xwe li cem min ez ji zu ve mirime tenê hîna fîþek li min neketiye. Her roj dimenê ruxsarê birayê min tê pêþ çavê min, dema ku ji malê çû parçeyek ji min çû dema ku ez ji malê çûm ez tev çûm. Carna derdikevime ser þikêrên bilind û di nava xwe de qîr dikim. “ lêêêê dinya!!! Dibêjim “gelo kesekî dîtir divê rewþê de heye qey? Ma dilê kesekî wekî yê min birîne qey. Ma gelo wê kî qala van roja bikê, ezê bimînim ku bêjim wele min li vî welatî weha jiyan kir.? Ma gelo wê bi bîra mirovan werê ku bira buye dijminê bira?” lê dayê bawer bike tu hêviya min nîne. Ez wekî leyistokekîme di destê qederê de. Çarenivîsa min bi min di leyizê. Dîsan jî ez ber xwe û bedbextiya xwe nakevim. Birîna dilê min tu û birayê mine dayê.”
Name di nîvî de mabu tevayî hevalên soro bêdeng mabun. Dilê tevanjî bi vî leþkerî êþiya bu. Leþker xwe tawanbar didît ku leþkeriyê dijî kesên xwe dikê. Soro wê kêliyê wekî ku tiþtekî nu aþkere bikê qîr kir. “rawestin, rawestin wêneyê vî leþkerî jî heye ji xwe ji bîra min çubu” piþtî vê hiþyariyê wêne ji ber jerjulê xwe derxist û lê meyizand. Çawan ku çavê soro bi wêne ket wekî ku mezrebeyek bi tevayî giraniya xwe ve li serê soro bikevê. Di cihê xwe de cemidî, kêliyekê wisan ma. Hevalên wî mat mabun. Ne dizanîn çima wisan lê hat. Soro yekser rabu ser xwe û qir kir
“Naaaaa…! Çetooooo…!”
AGIRÎ SORAN
www.gelavej.com
Fermo, li vir mizeke ! http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg
http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2003-02-12 (4993 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |