Strana : Ehmedê Mala Mûsa
Ehmedê Mala Mûsa Ax... heywax li min, heywax li min... lê mala minê
Heyfa dilê min mehkûmê, min rebenê lê dil ketinê
Ehmedê Mala Mûsa çawa mi dixwazî lê mi nadinê
Hûnê çawa bikûjin xweþmêra ji bo xatirê mi rebenê xweþik jinê
Heywax li min heywax li min mala minê
Heyfa çavên reþ û belek hûn dibînin îro ax ketinê
Ax.. dayê Ehmedê Mala Mûsa çi xweþmêr e, hunermend e lê, tembûrvan e
Tesbîhê di destê wî de ji kevrê þadî, lê ji kehreban e
Ew mêrxasê xweþmêra nekuje bi Xwedê ezê bêjim:
Ew e mêrê bi sed mêran e
Ew nemerdê Ehmedê min bikuje hawar ew ji bera gur û rovî lê xayina ne
Ax.. dayê pêre hatî cejn û îda vê Qurbanê
Keçik û kurikê me derketin govend, þahî lê vê dîlanê
Salihê pismamê min bang kir got:
Te por kurê Ehmedê Mala Mûsa birîndar e li aliyê le... di eywanê
Gava ez çûm mi bi çavê serê xwe dî, hawar e dayê...
Dilê min þewitî lê agir danê
Heywax li min heywax li min mala minê
Heyfa çavê reþ û belek dibînin hawar, dibînin ax ketinê
Gotin û Muzîk : Gelêrî
Çavkanî : Seîd Axayê Cizîrî
Berhevkar : Þivan Perwer
Bijî Huner û Çanda Kurd http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2006-02-14 (4742 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |