TÊKOŞÎNA LI HEMBER DEWLATA KEMALIST U ZALIM PARASTINA MAFAN BI GORA OLA ISLAMÊ
TÊKOŞÎNA LI HEMBER DEWLATA KEMALIST U ZALIM PARASTINA MAFAN BI GORA OLA ISLAMÊ
Mella Emîn'ê Êlih î
Cawe di gelek nivîsaran de hate diyarkirin ku hedef û armanca hemû dînan bi taybetî dînê Islamê rakirina zilm û zordestiyê ye, xebata ji bo pêkanîna vê armancê erka hemû bawermendan e divê ku herkesê misilman û ne misilman hewl û cehdê bike, ji bo rakirina zilmê û sazkirina dadî û edaletê. Bê guman ev tu car bê têkoşîn pêknayê. Ji ber vê ye ku hemû gelên bindest têkoşînan dardixin. Cawa diyarê we ye yek ji wan gelên bindest îro gelê Kurd e. ez dixwazim têkoşîna wan di çerçeva dîn de bidim destê xwe, ji were girîngî û rastiya we tekoşînê bi ayet û hedîsan diyar bikim. Dema ku em lêkolîneke berfireh li ser vê mijarê bikin emê rastê gelek delîl û burhanên olî ( Dînî ) werin ezê ji were cend ayet û hedîsan neqil bikim.
1-´´Ew kesên ku zilm li wan hatibe kirinê û ji bo rakirina wî zilmê têkoşîn bikin û bi serbikevin li ser wan ti webal û ceza nîne.Şura41´´ 2-´´Kî ku erîş anî ser we hûn jî wisa êrîş bibin ser wan.´´194 Elbeqere 194 3-´´Ew kesên ku zilm li wan hatiye kirin destûra têkoşîn û cengê ji wan re hatiye dayînê bê guman Xwedê dikare wan bi serxe.´´ El hcc 4-´´Ew kesên ku- ji zordestiyê re serê xwe danîne, xwe kerr kirine û bi vî rengê- lixwe zilm kirine dema melayîket ruhê wan distînin ji wan re wiha dibêjin: hûn di ci rewşê de bûn? Ew dibêjin: em di cîhanê de bê hêz û bê quwwet bûn (me nikarîbû li hember wan zordestan têkoşîn bikira) melayîket ji wan re dibêjin ma qey erdê Xwedê fireh nebû, hûn nikarîbûn bireviyana? (we cima ji zilmê re serî tewand û we wî qebûlkir) ew kesên wiha cîh û êwirga wan cehennem e, ew ciqas cihekî sik û xirabe.´´(Nîsa96) 5-´´Hûn li hember hêza zalim heta ku ew bizîvirin bal emrê Xwedê- Heq û dadiyê- ve şer û cengê bikin.´´ (Hucûrat 9) 6-´´ Kî di parastina malê xwe de were kuştin ew şehîd e.´´(Ebû Dawût- Tirmizî Riyadussalihîn 332) 7-´´Bê guman dema gel zilma zaliman dîtin, li hember wî ranebin, bi destê wî ne girin û jêre nebêjin bese, dibe ku Xwedê xezeb û xişmek ji ba xwe bi ser wan de bi şîne.´´ 8- Li bakî li bawermendek zilm û hekaret were kirin, ew jî bikare alîkariya wî bawermendê bike û xwe ji alîkariya wî bide paş, Xwedê roja qiyametê di huzûra xelqê de wî şermîdar û tawanbar dike.´´(Ahmet bîn Hanbel) 9- Ew civaka ku têda mafê qelsan ji xurtan nayê standin ti car ew nagihîjin felat û xelasiyê. 10- Kî namûsa birayê xwe bi parêze Xwede roja qîyametê wî ji agirê dojê xilas dike( Tirmîzî ) ji van Ayet û hedîsan bi eskere tê fêhmkirin ku kesê mazlûm û bindest wacibe li ser wan ku hêz bikin, kar û xebatên xwe bimeşînin xwe ji bin wî zilm û zordestiyê xilaskin, ew cawa erk û wezîfa wana însaniyê wisa erk û wezfa wana dîniye.
Jî dema ku sistayî têxin vî erka xwe, an dev jê berdin, cawa ew li hember mirovatiyê tawanbarin wisa li hember Xwedê, pêxember û dînê Îslamê jî gunehkarin cikû di şerîeta Îslamê de zagon û qanûnên dadiya gelîrî hatine danînê, bi gora wan zagonan hemû mafên miovan hatine kifşekirin û parastinê, divê tu kes dev ji mafên xwe bernedin li hêviya Xwedê û melayîketa nehêlin, bi xwe wan mafan bi destên xwe bixin. Ci kesê ku xwe ji emrê wan de hate diyarkirin Qurana Xwedê li wan gefan dixwe û wê rewşa wan tawanbar dike.
Belê bi gora Îsalmê, rakirin zilm û zordestiyê, parastin û destxistina heq û mafan wacib û ferz e, lê divê berê bi rêya sivik dest pê were kirin, di destpêkê de şîret û neşîhet, banga silh û aşîtiyê tê kirin ku guhê xwe nedinê, wê demê cîhad wacib dibe, dest bi cengê tê kirin, hûn tev dizanin ceng û şer cawan têne kirin, bê êrîş bê lêxistin û xwîn rijandîn ticar şer meşiyane û dimeşin ? ji bo ku kesê arsiz û gunehkar werin rê, dev ji cirm û xetayên xwe berdin. Gelo di dewsa heb û cezayan de nesîhet û şîret kafîne ? Şerîeta Îslamê şîretan tenê qebûl dike ? Wekî wiloye em diz û qatilan hed nekin, li wan hinek şîretan bikin û bes. Ev fikra fikreke şaş e dijî hedef û armanca dînê Îslamê ye, dijî sazkirina zagona huzûr û âşîtiya gelane, ji ber vî qasê ye ku parastina mal û can û namûs û eql û dîn bûye hedef û armanca şerîetê, di rêya parastina wana da duruste tu her curên hêzan bi emilînî.
Cawa ku pêxember jî vê rastiyê di hedîseke xwe de diyar dike:´´Sehabîkî ji pêxember dipirse dibêje; ya qasidê Xwedê tu ci dibêjî eger mirovek xwest ku malê min ji min bigire? Pêxember jêre got; malê xwe nedê. Ewî dîsa got; lê ku wî xwest bi min re şer bike? Pexember got; tu jî pêre şer bike? Ewî dîsa got; lê ku wî min kust? Pêxember got; tu şehîdî. Ewî dîsa got; lê ku min wî kuşt? Pêxember got; ew tilorê nav Cehennemê dibe. (Riyadussalihîn 332) Gelo! pêxemberê Xwedê di vir cima nabêje lava wî bike, şîreta lê bike, bertîla bidê, teslîmê Xwedê ke an nifira lêke û tîştên weke wan? Ez dixwazin di vir de tiliya xwe bidim ser niqtekî pir girîng ew jî ev e; di rabûna li hember zilm û zordestiyê, di têkoşîna ji bo serxebûn û azadiyê de her curê şer û cengê duruste, bi ci rê ew mexlûb û bindest dibin wê were kirin, ew kesên ku dibêjin xwestina mafan, girtina heq û huqûqan bi taybetî careseriya pirşgirêka Kurdistanê bi gora dîn ne bi şer û cengêye, ne bi kuştin û xirabkirinêye, ewan Îslamî fêhm ne kiriye, haya wan ji cîhada Îslamî tuneye, haya wan ji têkoşîna Hz. Muhemmed tuneye, haya wan ji cengên sahabiyan tuneye, gelo wana bi qelemê an bi şûr şer dikirin ? Ew kesên wiha, berdevkên dijminin serê wan ji jenga tirs û menfeetperestiyê pûc bûye ew weke munafiqê esra seadetê xwe li her tiştî didin alî û direvin, bi van gotinên xwe yên cewt heqaretek mezin bi navê Îslamê li dînê Îslamê dikin.her wekî ku îro PKK ji bi navê kurdî heqaretê li kurdan dikn.
Ew Îslamiyetiya ku dibêje: ´´Dema kesek bê destûra te li mala te binihêre duruste ku tu cavê wî derxî. ´´Gelo cawa destûra ceng û şerê ji bo destxistina mafên mirovatî û rizgarkirina ax û welatekî weke Kurdistanê nade? Ev bê fehmiye ev dîn nîne dînîtiye. Ew kesên wiha, ku dixwazin Kurdistanê bi fedrason1ê bi Tirk Areb Farisa xilas bikin, sasin ev xîaneteki her mezine. Ji gelê Kurd re xizmetek bikin bi taybetî ji dînê Îslamê re bi xebitin, divê rojek zû li xwe varqilin, fehm û îdraka xwe durust bikin, têkevin nav têkoşîna rizgariya Kurdistanê, lewra ew zilm û zordestiya ku dijmin li Kurdistanê dimeşînin, hel û careseriya wî bi xêr ji têkoşînê nîne divê em wê têkoşînê xurtkin.
Bê guman wê xurt be û roj bi roj pêşde here, ew axa ku bi xwînê were avdan wê hê xurttir bibe, di vî de tu şuphe tuneye, heta roja serkeftinê, roja devberdana zaliman ji zilmê, sekinandin tuneye, cawa Xwedê di Quranê de gotiye: ´´Eger dijminê we ji ceng û şer re bêjin bese û bixwazin dawî li şer bînin wê kavê di navbera we û wan wan de tu neyartî namîme- hûnê bi wan re li hev werin ancax bi kesên zali re neyartî dom dike- her ciqas ew şer nexwazin jî- ´´ (Beqere 193) Lewra bi gora Îslamê zalim heya dev ji zalima xwe bernede mafê mezlûmê lê nezîvirîne ticar pêre silh û aşîtî nayê kirinê.
Mella Emîn'ê Êlih î
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weşana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weşandin:: 2005-04-12 (4661 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |