Çima tu dixwazî ?
Çima tu dixwazî, xwe berdî binê
þûþan,û hindirê peyalan ji meya
gîyanî binoþî
Çima tu dixwazî
Gazincê xwe bi þevbuhêrkan bikî û
li ser kursî û masan
rûnî û lingê wan li ser
erdê hiþkbikî.û gîyanê
xwe serbest bi ser dil û canê
buhiþtê da berdî,
û canê xwe
bi bayê perê firiþtan hênik bikî
Çima tu dixwazî firça rengvanan
perîþanbikî, û ew wêneyên ku
di dilan da qedexebûyî li ser
rûçikê dîwaran bineqiþînî
Çima tu dixwazî þoran tazî bikî
û li ser têlê tembûrê bi awazên
dengê xuþe xuþa ku di nav dirêjîya
salan da lalbûyî saz bikî
Çima tu dixwazî lûnge lûga dengê
zengilê kinîsan û hawara dengê
mizgeftan li ser bawerîyên me
bineqþînî
Çima tu dixwazî
berdika dilan a ku baskê wê
ji kestî, û bi pênc gulan
birindarbûyî, û axîn û nalîna
wê di nav dîwarên zîndanan da
qedexekirî, wênakê jêra serbest
di nava rojhilata navîn da çêkî
çima ne xwazim .
01. 11. 2004
Hejarê Kurd ( Hejar Elî )
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2005-01-01 (4921 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |