ÊZÎDÎ KÎNE
Êzîdî kurd in û alîgirtên oleke kevnar in. Baweriya Êzîdiyan bi hebûna yek Xwedayî tê. Ew monoteyist in. Hejmara wan di nav gelê Kurd de pir hindike. Rehkûrbûn û koka ola wan dighîje heya 2000 salî berî çêbûna pêxember Îsa. Ola Êzîdîtiyê ne weke olên rohilata navîn, mîna cihûtiyê, xaçperestiyê û îslamê, bi yekcarê re peyda buye. Guhertin, pêþketin pêre çê buye. Di destpêkê de Êzîdiyan her çar elêmentên jiyanê, ax, av, ba û agir diparastin. Ol wisa pêþket, heya perestina rojî (Þêþims mefer e mêrê Êzîdî ye) derkete holê. Ew jî di dîrokê de bi navê Mitrayìzimê tê naskirin. Hejmara wan bêtir ji 750000 e, piraniya wan li Kurdistana Îraqê dimînin (600.000), perestgeha wan ya pîroz "Laliþ" li Kurdistana Îraqê ye, Mîrê wan û serokê olê, "Bavê Þêx-Extiyarê Mergehê li Ba`adrê û Laliþê dimînin. Wekî din jî Êzîdî li Kurdistana Tirkiyê, Kurdistana Sûriyê, li Ermenistanê, Îranê û Gurcistanê, hene.
Laliþ,
merkeza Êzîdiyan
Bavê Þêx Hecî,
lawê Þêx Îsmaîl
Piraniya Êzîdiyên Kurdistana Tirkiyê cî û warê xwe berdan û koçber bûn. Ew bi teybetî hatin Almaniya (30.000). Êzîdiyên welatên sovyeta berê terqiyan welatên din, hindek ji wan li Ermenistanê dimînin, hindek li Gurcistanê û yên din rewiyan Ûkrayîne, Rûsiya û welatên din li Ewropa.
Ji zilm û zoriya li wan dibû, nikarîbûn tiþtekî liser ola xwe derxînin. Êzîdé bi hezarên salan mane çavþikestî, reben û bindest. Ji ber vê yekê jî pir xelekên vê olê hinda bûn. Ev jî sedem bû, ku teologiyeke wekhev anjî feqehtiyeke wekhev ava nebû û hêje tine. Piraniya lêkolînvanên olê, yên Ne-Êzîdî tiþtên xirab û ne dirist liser Êzîdîtiyê derxestine. Êdî wan çend ber û kevirê liser hevdû mabûn jî hêrivandin. Erê dereng e lê ne derengê dereng e, ku li xwe bipirsin û xelekên zincîra ola xwe bicivînin. Rast e, danheva kelepûrên vê ola, weke gera li derziyê di nav pûþ de ye, lê ne bê çare ye. Çareserkirin roj bi roj nêzîk dibe. Lêkolînvanên me karê xwe yê giranbiha berdewam dikin.
* * *
Dûeh yê Êvarê, Bi Dengê, Mêran Koçek :
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2004-10-13 (7547 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |