Selwa Gulî Orkêstira þînê
Orkêstira þînê Ez ji zû ve digerim,
xwe vediþêrim..!
Ji revdên gurga û dîlana davdoz.
Li peyvedavên dilfiroþa,
hilingiftim.
Birîn kûr bûn.
Dilê zengil xamoþ..
dibê.
Gazinda..
ji bo miriya
vedigêrînim.
Di..
sewda seriya sipêdê da,
li
sîtavka xwe digerim.
Mijistanê kanînka çaven min kavil kir.
di bihinvedana dil da,
þîniya xwe
ve
di
gi
rim.
Bi neynokên hilkêþayî,
besta dikelêþim.
Xwezîkên min,
ji bilindahiya..
xewna dikevin,
dibin hevrist
û
þîrmar jê
didoþan.
Jîngeha eþqa min pê helkola.
þehbazê reþ li hindava kûmira hestiya dibezê,
xwe bi rondiken þine tahir dikê.
Gunehên xwe li wargehê min diçînê.
Ew dûkêla ji nav herdû ebrûyêd min diçe.
Li ser pêlên hîviya,
sindirîka sînga min ,
her
kêla.
Babirka zestane dibê hevpiþk,
Derazinka min diþêlê,
dibê neqþê loleperî,
li ser..
tevna pîrhevoka
di
req
sê.
Toza þahiya biþkurîna min
bazbend
dikê.
Ji dêmatiya..
dilê xamoþ …
li ser..
orkêstira kenogiriya xwe,
xelmaþ
dibim.
Di xewnên derwêþa de,
xwe dibînim.
Li nav..
bîst derya pîroz dibim,
dibim êvarek
sibera xwe ji bo jînê diçemînim,
heta bibim 124 hezar awaz!
Sinfoniya eþqê dê bo çerxê..
nezan
Ve
Lo
Rî
Nim.
Göteborg : 09. 02. 2003
Helbesta : Selwa Gulî
Selwa Gulî http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg
http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg
Mafê Kopîkirin &kopîbike; PDK-XOYBUN; wiha, di xizmeta, Kurd û Kurdistanê daye : Pirojeya Kurdistana Mezin, Pirojeyên Aborî û Avakirin, Pirojeyên Cand û Huner, Lêkolîna Dîroka Kurdistanê, Perwerdeya Zimanê Kurdî, Perwerdeya Zanîn û Sîyasî, Weþana Malper û TV yên Kurdistane. Tev maf parastî ne. Weþandin:: 2004-09-18 (4931 car hat xwendin) [ Vegere ] | PRINTER |