| 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 | |  | Di dirokede iro |  | 
 |  | | | Rojek wek îro... 0
 Dema kezaxtina daran.1985
 Di 31 Cotmeh'a 1985 de, Pisporê zimanê Kurdî Prof. Qanatê Kurdo, di 76 saliya xwede, çû ser dilovaniya xwe. 2020
 Di 31 Cotmeh'a 2020 de, Sîyasetmedar, Rewþenbîr û Ronekbîrê Kurd, Dr. 
Najmldîn Karîm, çu ser dilovanîya xwa.
 | 
 | 
 |  
|  | 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 |  |  
 
 
 
 EvînEvîna bêmirad
 Dil û mejûyê min
 
 Naxwaze bawerke
 
 Ji fikir û  hizir  û
 
 Ramanin min,
 
 
 
 Bêbextî û bêwefadarîya
 
 Yarê ez kirim pincar wekî
 
 Gihakî kelandî hîþtim liçolê.
 
 
 
 Ji kerîþ û kendalin dilê
 
 Minê hedimî dlop dilop
 
 Xwîna reþ dikiþe,
 
 
 
 Nizam çima wazerbûm
 
 Bûme þima? Û xercî bûm
 
 Wekî çaqirên devên çeman?
 
 
 
 Di mejûyê serê min de
 
 hertim dilive navê te
 
 dikim nakim ji bîr naçe
 
 xem û xeyalên te,
 
 
 
 tu bûye dilopek ji xwîna
 
 jîyanê û xwe veþartî
 
 di dilê min.
 
 
 
 ezê herim bibîm mêvanê
 
 seydvanê pezkuvîyan
 
 Sîymend û Xecê, gilîkim
 
 Ji evîna bêmirad, diberbanga
 
 Êvarê de
 
 
 
 Derkevim ser çîyayê
 
 Sîpanê sirkim li gola Wanê li
 
 Ava hêþîn û zelal, mêzekim
 
 Li firîna çivîkan ji giravê bo
 
 Giravek din. Roj berbiavaye
 
 Rûyë esmanê sor û zer qasidê
 
 Þeva reþ û tarî dê were
 
 Di ser min.
 
 Dibe bibe dermâ
 
 Û bikewîne birînin min
 
 Fikir û ramanin Ehmedê
 
 Xanê,
 
 
 
 Guhdarîkim ji tembûr
 
 û awazên Feqî yê Teyran
 
 helbestên hevjîyayê derdê min
 
 û birîdarê kovanin evînë,
 
 seydayê Cizîrê.
 
 
 
 min xwe berda gund
 
 û bacarên bêxwedî,
 
 dibînim kal û pirên hilhilî
 
 rûniþtîne li bin sîya koxê
 
 xanî û çav nêrînê rêwîyê
 
 rêya nehatî dikin
 
 
 
 Dibînim jinên bêmêr
 
 girêdanin þehra reþ û
 
 li benda þoreþgerê
 
 Azadîyê, wê derkeve rojek
 
 Sarê hespê þê û bêje ka were
 
 Kevanîye min hatim malxoyê malê.
 
 
 
 Dibînim keçên serbambol û
 
 Cilperîtî bi hêvîya bavê wendayî
 
 Wê were rojek û bêje:
 
 Ka were keça min!
 
 bigire bi destê bavê xwe û em herin seyranê.
 
 
 
 Dibinim hin kurên bêderpê
 
 Û pêxwas dixwazin bizanin
 
 Cihî û warê þehîdê bêkefen
 
 Û xwedîyê tirba nedîyar.
 
 
 
 Van hemî derd û kulan
 
 Dîsajî sar nekir agirê evîna
 
 Dilê min, her mam xeyal
 
 Þikestî û perweþandî.
 
 
 
 2001 08 20
 
 
 
 Dilbirîn
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 |