|
Di dirokede iro |
|
|
Rojek wek îro... 1922 0 Roj dikeve Zayîça Kevan ( 23 Çiriya Paþîn - 21 Çiriya Paþîn ).
|
|
|
|
| |
Gundê Çaço têda be ...!Rojek ez bum mêvanê Seydayê hêja, Mele Nuredîn Yekta. Wî ji minra got, pismamekî minê bi navê Biþar, heye. Û wî ji minra çîroka pismamê xwa û a mêvanê pismamê xwa bi van gotinana got.
Gundê Çaço têda be ...!
Biþarê pismamê min digot :
Rojeki ez li ber derê mala xwe sekinîbûm. Min dît ku du heb merifê ji hrema me hatin gund. Dema hatin ber derî silav dan û gotin "tu mêvana dihewîne.?" Min got; "belê ser sera û ser çavan, kerem kin werin hundir." Dema hatin runiþtin, min pirsa wan kir "hun kî nin û li çi digerin" ? Gotin; "em ji xwe re li du heb çêleka digerin, ji bo malê". Min got : "Belê çend heb çêlekê min henin, ez dixwazim wan bifiroþim û ji xwe re di þûna wan de pez dikirim, lê binêrin ger hun qebûl kin ezê du heba bidim we".
Camêra li çêleka nihêrin û du heb ecibandin. Bihayê çêleka dan û xwestin ku xatir bixwazin û biçin, min nehîþt bê xizmet ji mala min biçin.
Min got : "heta hun nîvrojê nexwin hun naçin". Wan qebûl kir û yekî ji wan got : "ezê destmêja xwe teze kim û nimêj bikim". Min misînê avê tijekir da destê wî pê re derketim ber derî, xirbekî li piþt mala me hebû min da niþan û ez zivirîm mal cem yên din.
Ez hêj rûneniþtibûm min dît ket nava derî û got :
- Birayê Biþar tu bi qedrê Xwedê kî, ka were ber derî evî ku ezana nîvro dixwîne gelo ne Sofî Çaço ye?
Ez derketim ber derî, min guhdarî kir, belê Sofî Çaço ezanê dixwîne. Min got; "belê ew e".
Camêr hima gazî hevalê xwe kir :
- Kuro Heso ecele were lawo Çaço di vî gundî da ezan dixwîne! Berê xwe da min got; "Birayê Biþar ji kerema xwe re perê min bide ez poþman bûm." Min perê wi dayê û misînê xwe danî erdê û birêketin. Min gazî kir : "mêvanên hêja çêleka nekirin, lê nîvrojê bixwin, nimêja xwe bikin û dûv re dîsan herin".
Camêr li pey xwe zivirî got :
- "Birayê Biþar ew gundê ku Sofî Çaço tê da ezan bixwîn ez ne ji wî gundî çêleka dikirim, ne li wî gundî nimêj dikim û ne jî di wî gundî da mîz dikim, min ef bike kekê min bi xatirê te".
15. 10. 2003
Çehvkanî : Mele Nuredîn Yekta
Ali Cahit KIRAÇ
|