|
|||
|
Xoybun >> Ansiklopedi
Çend Helbestên ( Seydayê Dilbirîn )Seydayê Dilbirîn MERSÎYA WEZÎR Û ENDAMÊN DEWLETA FEDERAL / 03. 02. 2004 _____________________________ Dîsa neyar bi hovanea Roja cejna misilmana Bertîl dan hinek ajana Peqîn li nav Kurdên zana Li her cî cejna olî ye Her kes bi keyf û þahî ye Nav Kurdan þîn û girî ye Ne yekem car ne dawî ye Wan bê cira wan çepela Li Ýslamê bune bela Xwe kirine rengê mela Rureþ bibin li nav gela Van nav misilmanê bêdîn Kurd kujin bi xap û bi kîn Ew navin Kurd azad bijîn Kurdistan tim barud û xwîn Sepîda Cejna gorîyan Kurdên zanyar lev civîyan Ji bona pîrozbahî yan Felek zu ji hev qetîyan Tev zanyar û rewþenbîr bûn Çend berpirsyar û wezîr bûn Digel ku ramyar û jîr bûn Sed mixabin bê tedbîr bûn Em Kurd zanin neyar çine Em ji xwe dikin gazine Ev civat bê paraztine Bo çi ewleya wê tine ? Em ji dostan pir sipasin Dibên gelê Kurd mêrxasin Divê neyar baþ binasin Xapên neyar bê kirasin Vê roja aþtî w’ keyfxweþî Kurd lev civan ji çar beþî Neyar tu xwîn divereþî Li te sed tif sed rureþî Van neyarên raman betal Dîn ji bo xwe dikin mertal Ew ne bawermendin heval Li gor fermana ZulCelal Dilovan bê li we Xwedan Namrin ew zanyar û rêzan Xweþ bin malbat û kesê wan Her bijîn Kurd û Kurdstan Dijmin Dehaq û Cengizin Tim bi xap û fen û dizin Ji gelê Kurd pirr acizin Li mafên wan diqelizin Ew neyarên me y’ ji mêjin Ew dagirker tim dibêjin Kurd federal yê navêjin Emê xwînê pirr birêjin Dîtin Kurdên xweyî huner Ji bin destan wê bêne der Ewan pêkanîn ev bûyer Da Kurd bimênin bê rêber Yê ku ew kar pêkanî y Hin dibên ew bîyanî ye Nabêjin kî ew anî ye ? Bes Kurda ew baþ zanîye Heyfa wan zanyarên berêz Bo serxwebûn bibûn yek hêz Hin ji dur hatin hin ji nêz Tev ji keyfa man bê parêz Bizan hey neyarê xwînxwar Kurdan xwendin bune þîyar Tev bûn rewþenbîr û zanyar Wê bibin dewletek rizgar Kurd rast û çep bi biryarî Wê bibin yak bi ramyarî Bo serxwebûn bo rizgarî Wê ew azad kin vî warî Li bihiþt ê hun mihvanin Cangorî yên Kurdistanin Hun li cem þahê Berzanin Wê we himbêz kê bizanin Wê þehîd sembola me bin We j’ bîr nakin ta ku hebin Wê Kurd li ser doza we bin Ta azad bin serbixwebin We war parazt bi mêranî Hun gehan serok Berzanî Hezar rehm û dilovanî Li ser we bin ji Yezdanî Pênus tim bi tekuþîn im Bo we þêhîdan xemgîn im Ji bo we ez Dilbirîn im Ezê her dem we bîrbînim. Seydayê Dilbirîn *** NEYAR: ROJEK ÞURÊ TE, WÊ SERÊ TE BÝBÝRÎ : ___________________________________ Geh Agrî û geh Dêrsim, gelyê Zîlan û Amed Geh Þernex û Nisêbîn, geh Cezîr û geh Serhed Neyar tim bi komkujî, wan gelê Kurd qirkirin Çand û petrol û maden, hemu ji xwe re birin Ev heþtê sal biderew, neyar dibê Kurd tinin Nav û zar qedexe ne, Kurd civakek mezinin Geh neyar li Amudê, di nava sînema yê Suxtên Kurd þewitandin, deng ji ti kesî nayê Carek li Qel’edþzê, dîsa suxtên Kurd sotin Bi bimbe û napalma, gelan tiþtek negotin Li nehsed û heþtêw heþt, neyar ser navê Enfal Dora dused hezar Kurd, Jin û mêr kal û mindal Bi saxî bin ax kirin, van dijmin û neyaran Ev karê ne mirovî , pêk anîn van xwînxwaran Carek jî bi kimya yê, wan pênc hezar berzekir Dewletên nav misilman, tu kes ji wan deynekir Kes nehat hana Kurdan, awrupî bûn arîkar Hezar tif sed rûreþî, li rûwên we bin neyar Eva bu duwazdeh sal, gelê Kurd federalin Neyarên nav misilman, dagirkerin çar alin Da ku Kurd azad nejîn, her demê ew xapandin Dîtin Kurd bun federal, xwe li nav wan teqandin Pirr zanyar þehîd kirin, sed heyf û sed xebînet Tev endam û wezîr bun, wek kek Samî û þewket Ramyar û jîr û zana, Tev hêja bun yek bi yek Wek Mehmud û weke Seed, Mehdî û Ekrem Mentek Weke Þaxewan Ebas, Her weke Xesro Þêre Digel hevalên mayî, Ev ro þîn li Hevlêre Emê tim we bîrbênin, Cangoryên kurdistanin Çûn cem serok Berzanî, li Bihiþtê mihvanin Bese neyar ta kengî, tê gelê Kurd bikujî Geh bi xap û geh bi dîn, tê xwîna wan bimijî Neyar bese xwînmijî, bese ji vê þaþtî yê Þûna kimya û bimba, dênin gulên aþtî yê Vê kîna bav û kalan, neyar bese bavêje Wê Kurd bibine dewlet, bes vê xwînê birêje Neyar tê heya gengî, warê gelan bigirî Bizan rojek þurê te, wê serê te bibirî Hey neyarê sîtemkar, Xweda çêkir ev Cîhan Da mirovan wekhevî, xweybun, rizgarîw jîyan Ji war û welatê me, vekþê wan destên çepel Wê gelê Kurd rizgar kin, warê zêrîn pel bi pel Teror nabin bawermeend, li gorî hemu ola Kurd tim li ber xwe didin, gurçik hesin dil pola Dagirkerên gelê Kurd, nav misilmanin bê dîn Em bi dînê wan xapan, bo wê em bûn Dilbirîn. Seydayê Dilbirîn *** CEJNA NEWROZ / 1978 : ______________________________ Mizgîn bo keç û lawa Ev roje sersala wa Wek îro Kurd azad bûn Bi rêberîya Kawa Wa Newrozê ciwanê, bîr anîna jîyanê Bi kulîlkên sor û zer, reng daye Kurdistanê Gelî Kurda bibin yek Da em gokê bikin þek Bi Newrozê dilxweþ in Xort û keçên çav belek Wa Newrozê ciwanê, bîranîna jîyanê Bi kulîlkên sor û zer, reng daye Kurdistanê Cejn û sersala delal Nêzîkê sê hezar sal Bûye cejnak azadî Ji bo Kurdan bûye mal Wa Newrozê ciwanê, bîranîna jîyanê Bi kulîlkên sor û zer, reng daye Kurdistanê Eva neyarên gurbav Girêdane li me çav Ji nav Kurdan hildane Ziman û tore û nav Wa Newrozê ciwanê, bîranîna jîyanê Bi kulîlkên sor û zer, reng daye Kurdistanê Rêça bav û kalên me hem cejn û sersalên me Neyar ji me sitandin Bi zor dixwê malên me Wa Newrozê ciwanê, bîranîna jîyanê Bi kulîlkên sor û zer, reng daye Kurdistanê Neyar mêjuk wergerand Bo wê Kurd nabin azad Dehl û zevî, yên me ne Neyaran ji xwere çand Wa Newrozê ciwanê, bîranîna jîyanê Bi kulîlkên sor û zer, reng daye Kurdistanê Ji bona serxwebûnê Nema gelê Kurd rûnê Me cejna xwe pîroz kir Raser kelha Hesunê Wa Newrozê ciwanê, bîranîna jîyanê Bi kulîlkên sor û zer, reng daye Kurdistanê Ta hebin Kurdên xwenda Ev nijad nebê winda Kurda sersal pîroz kir Li bajar û li gunda Wa Newrozê ciwanê bîranîna jîyanê Bi kulîlkên sor û zer, reng daye Kurdistanê Nehsed û heftê w heþtan Me l’ çîya û li deþtan Me arê Newroz geþ kir Bihar hat çû zivistan Wa Newrozê ciwanê, bîranîna jîyanê Bi kulîlkên sor û zer, reng daye Kurdistanê Dilbirîn dil nesoje Newroz yanî nûroje Xortên Kurdan þîyar in Welat li neyr doje Wa Newrozê ciwanê, bîranîna jîyanê Bi kulîlkên sor û zer, reng daye Kurdistanê . Seydayê Dilbirîn *** |
| PDK-Baþur | PDK-Baþur | PDK-Xoybun | PDK-Rojhilat | Kurdistan Media | Xebat |
PDK - XOYBUN.Com 2003 All Rights Reserved
Email : xoybuncom@yahoo.de
Ev malper, herî bash, bi Avant Browser, tê xuyakirin...
Diese WebSeite wird am besten mit dem Avant Browser betrachtet...
This site is best viewed with Avant Browser...
|