|
|||
|
Xoybun >> Ansiklopedi
Bab W ( waw ) : Dîwana Melayê Cizîrî88. Me lew fincan li ser dest e ko mehtaba hilal ebrû :____________________________________ Me lew fincan li ser dest e ko mehtaba hilal ebrû Numayên min di mir'atê meya safa zelal ebrû Bi þîrînî bi zîbayî bi reftarî bi balayî Binê nûnên di tuxrayî li bala herdu xal ebrû Bila bêt saimu d-dehrî û bila iftarê carek bit Kesê zanî ji dilber wê xwiya bin her du sal ebrû Meþî mestane reyhanî dilê min dî di amancê Reþandî sîneyê tîran bi qewsê her du mal ebrû Sehergeh zuhresîma wa diçû gulþen bi seyranê Bi ser çehvên Niþanî da xiramê ew hilal ebrû Dibên xawerperest î tu nizanin min di keþfê da Numayên min di þerqê nazika gerdenþemal ebrû Tinê ma her terazû ne di babê husnê kêþayî Hilalê xatemê husn in li wê dêmê bixal ebrû Me cewher 'unsurik xamis numa îro di tali' da Di vê teqwîmê insanî li tali' bûne fal ebrû Bi zunnara di dêrê da li hindava çilîpayê Bi mihrabê me bir secde belê emma xiyal ebrû Di mabeyna du ebrûyan dibînim qabê qewseynê Didit min terfeti l-'eyni cewaba sed su'al ebrû Di batin secdegahê min li ber wan herdu ebrû ne Bi 'eynê taqê mihrab in di 'ilmê ehlê hal ebrû Eger de'wayê Mûsayî di 'iþqê da bikim ca'iz Mela dayim tecella ye ji wê terha þelal ebrû Bi þîrînî bi zîbayî çi katib bû we kêþayî Te'ale l-lah niþan dane we þîrîn ev misal ebrû Ne þîrîna li derbendê ne mehbûbê Semerqendê Ne kêþayîn bi vî rengî li neqþê bêzewal ebrû Niþana qabê qewseynê ko qews avête ebsaran Di teqwîma tecellayê bi ser lê bûn hilal ebrû ****** 92. Hê di ber qalûbelayê belko ew ‘alem nebû : ___________________________________ Hê di ber qalûbelayê belko ev 'alem nebû Çerx û dewran dewrê gerdûn gunbedê mîna nebû 'Erþ û kursî hêj di mexfî bûn di kenza qudretê Husnê heq bû istiwayê lami'a 'iþqê hebû Nehtibûn hukmê sifatan ew ji zatê lem-yezel 'Aþiq û me'þûq-i yek bûn þem' û hem perwane bû Husn û hub zatê qedîm in lê cida bûn ew ji yek Lê niha ismê hudûsê hikmet û tefsîl we bû Yek di zatê surþirînan bû cemal û husn û sur Yek di qelbê ehlê dil nar û celal û cezbe bû 'Aþiq û me'þûq-i el-heq herdu mir'atê yek in Lew di eslê cem'ê da eslê qedîm ayîne bû Cezbe û seyra sulûkê bêmehebbet nabitin Cehdeya bê'iþq û hub çendî ko kir bêfeyde bû Salikên 'iþqê yeka yek hewce nînin ez bibêm Cameya pîrê terîqê ser ji nik þehzade bû Reng û reng ehlê meqamatê terîqê çûne seyr Hin celal û hin cemal û sermeyan ev bade bû Ê birî 'eynê beqayê badenoþê 'iþqê bû Ê bûyî mehwi-fenayê 'aþiqê bêçare bû Êk ji wan perwane bû soht û fixanek jê nehat Êk ji wan teþbîhê goyînê bi ah û nale bû Awirên eswed'uyûnan 'aqilan sewda dikin Gezmeya 'aþiq vi dil keftî ji çehvên þehle bû 'Aþiq û me'þûq-i da wasil bi yek bin bêhicab Mehw-i bû bi-z-zati 'aþiq lew di 'iþqê perde bû Lew di 'iþqê da fena bû da bibit baqî bi dost 'Aþiqê fanî nebû wasil hetta baqî nebû Nuqteyê 'ilm û sewadê herf û neqþê 'alemê Ser didin me'nayekê eslê sewadê nuqte bû Her yek e û dê yek bimînit ewwel û axir yek e La cerem nabî du bê, ê dê bimînit her hebû Herçi de'wayê di 'iþqê da Melê sabit kirî 'Eynê de'wayê di nefsi l-emri dîsa þehde bû Melayê Cizîrî ******* |
| PDK-Baþur | PDK-Baþur | PDK-Xoybun | PDK-Rojhilat | Kurdistan Media | Xebat |
PDK - XOYBUN.Com 2003 All Rights Reserved
Email : xoybuncom@yahoo.de
Ev malper, herî bash, bi Avant Browser, tê xuyakirin...
Diese WebSeite wird am besten mit dem Avant Browser betrachtet...
This site is best viewed with Avant Browser...
|