 |
Di dirokede iro |
 |
|
Rojek wek îro... 1071 Di dîrokekîda hinek heremên Kurdistan ê di bin dagirgerîya Bîzansanda bu. Dagirkerên îro berê wexta navê wan Selçuqlî bu. Ew bi navê Þerê Melezgîrê cara pêþîn 26. 08. 1071 da hatin Kurdistan ê. Selçuqlî car caran nikaribun bi þervanê Kurdanra þerkin, biraderên xway Moxol bi êriþ danîn ser Kurdistan ê.
...1071 26.08.1071, Selçuqlî, cara yekem, di 26.08.1071 da, bi navê Þerê Melezgîr ê, hatin Kurdistan ê û paþê jî wekê Dagirker li Kurdistan ê man. Bimire Dagirkerên Kurdistanê...
|
|
|
 |
| |

Bab C ( cîm ) : Dîwana Melayê Cizîrî26. Dîsa ji nû bêhal e dil :
____________________
Dîsa ji nû bêhal e dil
Saqî werîn cama zucac
Muþtaqê xemra al e dil
Lê xweþ-i anîbit mizac
Saqî ko dêm mehweþ bitin
Kagul ji þêva reþ bitin
Qerqef bila ateþ bitin
Em dê bi wê dil kîn 'ilac
Da em bi wê dil hey bikîn
Pê sîne dax û key bikîn
Sed menzilan pê tey bikîn
Ew dê di seyrê kit rewac
Bê nûr û narê muhbetê
Bê neqþ û sun'ê qudretê
Naçîn meqamê wesletê
Nûrun lena we- l-leylu dac
Ev narê sîqala dil e
Da'im li wê qala dil e
Newroz û sersala dil e
Weqtê hilêtin ew sirac
Hetta bi nûra badeyê
Rengîn nekî seccadeyê
Dûr î ji wê þehzadeyê
Durdaneya gerden ji 'ac
Durdaneya gerden bilor
Reyhan ji ser werdên di Cor
Hey hey bi mestî têne dor
Xala li nik ferqê bi tac
Mihra te pir ebter kirîn
Xalan ji ber biskan derîn
Zulfa muselsel 'enberîn
Çîn çîn ji Çînê tête bac
Tenha ne Kurdistan didin
Þîraz û Yeng û Wan didin
Her yek li ser çehvan didin
Ji Espehan têtin xerac
Çehvên belek qewsên helek
Çerx û felek xalib melek
Fî hubbiha 'umrî delek
We-l-hubbu yecrî fî 'ucac
Þahid hezar reng xemmilîn
Reqs û sema pê kemmilîn
Îro Mela em sed dil în
Saqî werîn cama zucac
Melayê Cizîrî
*****
|