 |
Di dirokede iro |
 |
|
Rojek wek îro... 1991 Kurdê Başur, ji ber êrişên Sedam kocber bun
|
|
|
 |
| |

Ji kerema xwe re fêrî Kurdî bibin! 
Hêvîdar Zana
hevidar_zana@hotmail.com
Min ji zû ve dixwest ez nerînên xwe yên di derbarê pêşkêşvanên nûçeyên kurmancî yên Medya TV de bînim ziman, lê birastî ez dudil bûm. Ji ber ku min bixwe jî demekê pêşkêşvaniya nûçeyên heman Tv kiriye, dibe ku ev yek bibe sedema şîroveyên cûda, ango nerazîbûna mirovên ku ez dixwazim wan rexne bikim.
Ez hêvî dikim ku ne wiha be. Armanca min bi tenê ziman e, ango rexnekirina awayê xwendinê ye û ne tiştekî din. Ez ne pispora zimanê kurdî me, lê ez di babeta xwendina nûçeyên kurmancî de jixwe bawerim û bi kêmanî dizanim li kudera hevokê pêwîste bêhna xwe berdim û li kuderê rawestim û guhdaran pê bidim hesandin ku hevok bi dawî dibe. Heger ev teknîk baş were zanîn, hevok çiqasî giran û tevlîhev be jî mirov dikare wê bi awayê xwendina xwe bi guhdaran bide fêmkirin.
Ji pêşkêşvanên nûçeyên zaravayê kurmancî yên Medya Tv, - ji xeynî Reşad- yekî an jî yeke ku dengên kurdî derdixîne tune ye. Ew, bi dengên tîpên zimanê tirkî, nûçeyan dixwînin û mirov bi hêsanî têdigihîje ku ew ne bi zimanê kurdî mezin bûne, lê belê piştre ji xwe re fêrî xwendina kurdî bûne. Jixwe dengên tevan jî ne dengên mîkrofonîk in û ji bo guhên mirovan ne xweş in. Dema ku ew dengên nexweş li gel fonetîkeke xerab dibin yek, guhdarkirina nûçeyan dibe ezabekî mezin. Mirov ji awayê xwendina wan, hevokan ji hev dernaxe û nikare nûçeya ku tê pêşkêşkirin baş bişopîne. Ew nizanin ka li kuderê pêwîste mirov dengê xwe bilind an jî nizm bike, li kuderê lazime bêhn were vedan û bi çi dengî mirov dawiya hevokê bîne. Ew bi kîjan dengî destpêbikin, bi wî dengî jî dawî li hevokê tînin. Jixwe gelek caran mirov pê nahise ku wan nûçeyek qedand û dest bi yeke din kirin. Ew nûçeyên trajîk û yên komîk jî bi yek deng û rengî dixwînin. Mirov ji awayê xwendina wan û mîmîkên wan tênagihîje ka bûyera ku qewimiye trajîk e lê bi tenê civîneke siyasî ye.
Bi kurtayî, pêwîste ew mirovên ku nûçeyên kurmancî pêşkêş dikin, min berê jî gotiye -ji xeynî Reşad- di perwerdeyeke taybetî re derbas bibin. Mirov nikare bi perwerdeya siyasî fêrî pêşkêşkirina nûçeyan bibe. Ji bo vî karî yan pêwîste mirov bi kurdî (ne bi tirkî) mezin bûbe, yan jî pêwîste mirov ji aliyê pisporan ve were fêr kirin. Bêgûman, pisporên ziman nikarin dengên mirov xweş bikin, lê ew mirov xweş fêrî xwendina kurmancî dikin. Heger wexta we ji bo perwerdeyeke demdirêj tune be, rojê deh deqîqeyan ji radyoya Dengê Emerîka li mamoste Xelefê Zêbarî an jî ji radyoya SBS li mamoste Şahînê Bekirê Soreklî guhdarî bikin û fêrî xwendina nûçeyên kurmanciya şêrîn bibin.
http://www.avestakurd.net/hevidar%20zana.htm
|