Zimanê me hebûna me ye – 1 –
(1483 gotin) (3879 car hat xwendin)
" Zimanê me hebûna me ye "
/ Nimûneya Kurdên Binxetê / Rêvebirinek di rewþa giþtî de Berî ez dîtin û behweriyên xwe, di mijara li zimanê xwe xwedîderketin de, þirove û berçav bikim, û vê mijarê, li gorî nimûneya Kurdên Binxetê raxim, ez ê li ser danasîna rewþa herêmê, di warên civakî, aborî, erdnîgarî / geografî / û zanistî de rawestim, da ev danasîn bibe bingeha analîzekirina, ne tenha rewþa zimên di demên bûrî de, lêbelê wilo jî bibe bingeha analîzekirina hemî movikên liv û warguhestinên civakî, tanî pileya li xwe xwedîderketin û xwenasînê.
Belê, bê çawa erdnîgariya Binxetê berdewamiya erdnîgariya Serxetê ye, wilo jî civaka Kurdî, li herdu beþan, berdewamiya hev e. Lewra, ev civak, di warê aborî û zanistî de jî / bilî hin niþtevanên þarên mezin li Serxetê / hemkûfî hev in û di yek pêr û mêzînê de terazû dibin. Ne tenha wilo, lê riyên oldarî / Þêx û sofîtî /, êl û eþîr, mal û mewdan, sinc û rewiþt, zanîn û xwenasîn... û herweha tiþtên din, bi yek pergalê dihatin pîvan.
Bi kurtî :
- Civaka Kurdî li Binxetê, di tem û têla gelek herêmên Kurdistanê de bû. Lê, bi taybetî, di tem û têla Serxetê de bû. Ango, civakeke girtî bû, di xêzeke teng de diliviya, di bin bandora hiþ û sincên êl û malbatan de bû, di bin bandora dîtin û gomanên serokeþîrên mezin de bû, bi destên oldarên olperest / dûrî regeznasiyê / bi qeyd û bendan hatibû dorpêçkirin... civakeke bi gêlîtiyê / cehatetê / pêçayî bû, kewden û nezan bû ..... Ne dibistan û xwendin û xwendegeh / bilî Hicrikên xwendina olî / hebûn, ne jî alavên ragehandina nûçeyan û vekirina dergehên hiþ û gomanan hebûn ... Ev civak, bi hemî pîvanan, di bingeha xwe de, bi civakeke gundî û koçerî dihate danasîn.
- Civaka Kurdî li Binxetê, di warê erdnîgarî de sînorkirî bû. Sînorê jor Zozan bû, yê jêr jî Germiyan bû. Di navbera herdu sînoran / waran / de cih girtibû, lê bergîriya wan sînoran û wî warî nedikir, ji ber ev sînor, di hiþê civakê de, bi wateya welat formule nebûbûn, lê bi wateya çêrîgehê cih girtibûn. Lewra, sînor zû lê teng bûn û bê berxwedan û desthilanîn ji dest xwe berdan. Wilo, li jor danîna têl û mayinan, bê berxwedan hate qebûlkirin û li jêr cîwariya koçên Ereban, bê serêþ, hate qebûlkirin.
- 1 -
Civaka Kurdî, bi vî rengî, kete qalikekî teng de, ko tê de mezin nebû, ma çavmiç û hiþkor. Tanî parastina berjewendiyên kesayetî kete þûna berjewendiyên giþtî.
Êdî, ew liblibên bîrewer jî bê bandor man û ne desthilatên guhertinan bûn. Bi kurtî, tiþtek ne dihate milên wan û behweriyên wan, tevî ked û xebata wan, mane di tûrikên girtî de, li ber destên fraksiyoneke, bi jimara xwe, kêm û bêhêz.
- Civaka Kurdî, di warê aborî de jî,bê giranî bû. Ne têkildara çavkehniyên bazirganî bû, da çavên wê li cîhanê vebin. Lewra xwe siparte hatinên xwezayî. Belê, genim ( nan û dan ) ji cotariyê bû, sipî ( þîr, mast, dew, penêr, rûn...) ji koçeriyê bû, þînî ( þebeþ , petêx ,ecûr....) ji werzvaniyê bû, û pincarên xwarbar ( tolik, kereng, ginêber, kumik, dombelan...) ji xwezayê bûn. Wisan jî, terwend / fêkî / ji darên herêmê bû. Goþt û dohn ( dermale ) ji terþ û tilûrên malê bûn....... Bi vî rengî, civaka Kurdî, civakeke xwe li xwe xwedî derdiket, bê ko hewcedara têkiliyên civakên din ba. Ji vê yekê ma civakeke di nava xwe de girtî... wilo jî hiþê wê ma girtî... û xwe di warê civakî de, ne di warî gelêrî de, nasî. Lewra, bi derengî xwe bi pirsa netewî girt û, di vê pirsê de, ma li þûna gelên herêmê.
- Civaka Kurdî, di warê zanistî de, civakeke xil û xav bû. Dibistanên vê civakê, ji bilî hicrikên olî, bi zimanê wê nebûn. Ev hicrik jî bi zimanê ola misilmaniyê bûn, lê tenha þêwezarê Kurdî, di guftûgo û þirovekirinan de, ne di nasîn û zanînê de, pêk dihat. Lewra rola wê di guhertinan de nema û çavmiç da pey serkanên olda misilamniyê, da pey berjewendiyên þêx û mela û kete xêza beg û axan de. Wilo, bi rola keriyê pez rabû, da pey þivanan û ma ji guranê re. Belê, ev civaka çavmiç û hiþkor kete gêra berberî û rikgîriyê de û ma li benda darê þivên. Þivan jî, di warê regeznasî de, ne zana û dûrbîn bû. Êdî, elementên bîrewer û gelnas jî,di civaka xwe de, mane bê bandor û desthilatdarî. Deng, awaz û fîxanên wan / yên weku M. E. Xanî / li wan vedigeran bê ko bikevin guhên gel de û tê de cih bigirin.
Belê, di vî hiþî de, bi tundî, hêlîna ol û êlperestiyê hatibû avakirin, bê ko cihê zanîn û nasînan tê de bimîne.
Ev hêlîn, cara yekem, piþtî SERHILDANA pakrewanê nemir ÞÊX SAÎDÊ PÎRANÎ, hate hilweþandin. Sedem jî ew bû, ko gelek ji beþdarên vê serhildanê penaberî Binxetê bûn / Ango, ji malên xwe yên jor daketin malên xwe yên jêr /. Û di civaka Kurdên Binxetê de, di bin bandora kar û xebata wan de, guhertinan hin bi hin þûna xwe, di hiþ û gomanên Kurdî de / weku xwenasîneke netewî / girtin. Lê ev bandor bi hêztir, piþtî cihgirtina Mîr Celadet Alî Bedirxan li þarê Þamê, kete rojevê û gêra vebûna hiþê Kurdewariyê, roj bi roj, ferehtir bû ...
Wilo, nifþekî gelnas ji xwendevanan kete nava kar û xebatê, tanî di sala 1957 an de pirsa Kurdî kete çerxa xwe ya rast de û siyasetmedariya Kurdî bû hilgira vê pirsê.
* * *
/ Berdewamiya babet , di xeleka bê de : " Bandora Mîr C.A.Bedirxan li Kurdên Binxetê " /.
Rezoyê Osê
Rojava yê Kurdistan
Bajarê Qamiþlo
Dema nivisandina nivîsê : 24. 08. 2005
Dema weþana nivîsê : 06. 05. 2008
Serif.muestak@gmx.de
Fermo, li vir mizeke !
Fermo, li vir mizeke !
|