 |
Di dirokede iro |
 |
|
Rojek wek îro... 1991 Kurdê Başur, ji ber êrişên Sedam kocber bun
|
|
|
 |
| |
Fatîh Altaylî û Hurriyet dîsa li ser kar in!
(672 gotin) (4660 car hat xwendin) 
Fuat Akpinar
Fatih Altaylî û rojnameya Hurriyetê îro dîsa (04.03.2003) ji gelê kurd re çêr û xeberên nebaş dibêje, heqaretan dike û gelê me biçûk dixîne. Fatîh Altaylî di nivîsa xwe ya îro de der heqê meşa gelê me ya li Hewlêrê de wiha dibêje: “(Bayrağı yaktiran Kürtler mi, Amerikalilar mi?) Yên ku al dane şewitandin kurd in an jî amerîkî ne?” û wiha didomîne: “ (ABD Kürt kartını çirkin bir şekilde oynuyor. Kuzey Irak’taki Türkiye karşitliği tirmandırılıyor. Bunun bilinçli bir tavır olduğu çok açik. Dün Erbil’de yapilan gosterilerde bir kaç bin çapulcu Türk bayrağını yakacak kadar ileri gitti.) Amerîka bi awayekî gelekî kirêt û nebaş bi karta kurdan dilîze. Dijberiya li bakurê Iraqê tê navlêdan û lêsorkirin. Gelek eşkere û berbiçav e ku ev yek helwesteke bizanebûn e. Ev yek ew qas pêş de çû ku duh li Hewlêrê çend hezar talankeran ala Tirkiyeyê şewitandin.” Rojnameya Hurriyetê jî di nivîsa xwe ya li ser çalakiya Hewlêrê de wiha dibêje: “(Besle kargayı yaksın bayrağı) Qijikê kozî bike bila alê bişewitîne”
Rojnameya Hurriyetê ji destpêka hebûna xwe heta îro di her derfetekê (firset) de çêran dike û heqaretê li gelê me dike.Ne tenê li kurdan kesên ku siyaseta Tirkiyeyê jî rexne bikin çêran li wan jî dike û wan jî biçûk dixîne. Lê Hurriyet, Fatîh Altaylî û devrûtên wan tiştekî nabînin an jî naxwazin ku bibînin. Wan ne tenê ala me şewitandiye mala me jî şewitandiye. Bakurê Kurdistanê ev heştê sal in ku di bin dagirkeriya wan de ye, li walatê me kevir li ser kevir nehiştine, gund û bajar şewitandine, bi milyonan mirovên kurd ji welatê wan bi dûr xistine û koçber kirine, nexweşî û nifaqî xistine nava gelê me, dijminatiya gelê me dikin, asîmîlasiyonê li hemberî gelê me pêk tînin û wan înkar dikin.
Ez bi xwe şewitandina alan guncan nabînim. Lê dewleta devrûtan ji ber ku birînên pir kûr li ser gelê me hiştine, dema gelê me bi vî awayî reaksiyona xwe nîşan bide wê çaxê dibêjin, wan alan me şewitandin. Lê nabêjin ku me ev heştê sal in mala kurdan şewitandiye. Bila dewleta devrûtan, rojnameya Hurriyetê û Fatîh Altaylî vê yekî baş bizanin ku kesê mala mala wan bê şewitandin, welatê wan bê talankirin û bêne înkarkirin nikarin bêreaksiyon bimînin.
Ez dixwazim bang li gelê xwe bikim û ji wan re bibêjim her çiqas karê me zor e jî divê em di hinek mijaran de bi reaksiyonên xwe bi awayekî bi sebir û bi siyaseteke biaqilî tevbigerin û derfetê nedin wan talankeran ku li hemberî me zimandirêjiyê bikin.
Ez bang li hemû kesan dikim li dijî vê helwesta Fatîh Altaylî û Hurriyetê ya reşkirina neteweya me derkevin, bêdeng nemînin û giliyê Hurriyetê li Konseya Almanya Federal li Bonê bikin û li Dadgeha Almanya dozê li Hurriyetê vekin. Ji ber ku ev gotên Fatîh Altaylî yên wekî “(bir kaç bin çapulcu) Çend hezar talanker” û gotina Hurriyetê ya wekî “(Besle kargayı yaksin bayrağı) Qijikê kozî bike bila alê bişewitîne” ji bo hemû gelê kurd heqaret e.
Her wekî tê zanîn rojnameya Hurriyetê di rûpela yekem de di logoya rojnamê de ala Tirkiyeyê heye, di bin alê de bavê wan e û li jê bavê xwe jî dinivîsin: “(Türkiye Türklerindir) Tirkiye welatê tirkan e”. Ev gotin tenê bi serê xwe gotineke şowenîstî ye û bi vê gotinê gelê kurd û hemû gelên li Tirkiyeyê înkar dikin. Ev gotin tenê rûreşiya wan nîşanî cîhanê dide.
Hurriyet li Ewropa li gorî biryara Çapemeniya Almanya derdikeve. Her kes û her kurdekî li ku derê dijî ferq nake dikare giliyê Hurriyetê bike. Wekî ku min li jorê jî diyar kir. Ez li jêrê navnîşanên her du destgehan jî didim.
Ev navnîşan, telefon û faksa Konseya Çapemeniyê ya Almanya ye.
Deutscher Presserat
Gerhard-von-Are-Str. 8
53111 Bonn
Tel: (0049) 228 - 985 72 - 0
Fax: (0049) 228 - 985 72 – 99
Ev jî navnîşan, telefan û faksa Dadgehê ye ku rojnameya Hurriyetê jî girêdayî wê ye.
Amtsgericht Offenbach
Kaiserstraße 16
63065 Offenbach am Main
(0049) 69 - 8057 0
(0049) 69 - 8057 435
|
[ Vegere: Fûad SÎPAN | Indeksa Beşan ] |
|
|